Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî daxuyaniyek belav kir.
Serok Barzanî û Sûdanî di civînê de behsa rewşa siyasî ya herêmê û rûdanên li Rojhilatê Navîn kirin.
Hat ragihandin ku avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek ji mijarên civînê bû.
Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî rewşa siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên herêmê jî gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekezî li ser wê yekê kir ku di pêwendî û hevahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de gavên erênî û baş hatine avêtin.