Sûrıye: Amerîkayê êrişî komên çekdar kir

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Sûriyeyê 9 hedefên komên çekdar ên ku Îran piştgiriyê dide wan hatine bombebarankirin.

12.11.2024, Sal - 15:18

Sûrıye: Amerîkayê êrişî komên çekdar kir
Nuçe Belav bike

CENTCOMê da zanîn, wan bersiv daye êrişên ku karmendên Amerîkayê dikin hedef.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di nava 24 demjimêrên dawî de li Sûriyeyê gelek caran êrişê personelên Amerîkayê hatiye kirin.

CENTCOMê diyar kir ku wan bersiv daye van êrişan û li 2 herêmên cuda 9 xalên komên ku Îran piştgiriyê dide wan bombebaran kirine.

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê bi bîr anî ku hêzên wan ji bo têkoşîna bi DAIŞê re li wir in û got:

“Ev êriş dê şiyana komên Îranî ya êrişkirina ser personelên Amerîkayê û hêzên Koalîsyonê kêm bikin.”

“Peyama me zelal e”

Fermandarê CENTCOMê Michael Erik Kurilla jî diyar kir ku ew dê ji bo parastina hêzên xwe her tiştê pêwîst bikin û li pey çû:

“Peyama me zelal e. Dê destûr neyê dayîn ku êrişî hêzên Amerîka û Koalîsyonê yên li herêmê were kirin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 80 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x