Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Em bi PKKyê re aştiyê nakin

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ragihand ku ew bi ti awayî bi PKKyê re aştiyê nakin û got, “Divê çekan deynin û xwe radest bikin.”

13.11.2024, Çar - 10:21

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê: Em bi PKKyê re aştiyê nakin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler di bernemayeke televîzyonê de derbarê mijarên li rojevê axivî.

Yaşar Guler behsa sedemên êrişa li Enqereyê ya li TUSAŞê kir û got:

“Li vê derê her roj berhemeke nû derdikeve. Pêşhateyên gelekî baş hene. Bi şev û roj kar dikin.

Bi ya min herî zêde balafirên bêpîlot nerehetiyê didin. Eger heye ji ber vê yekê wekî ew der wekî aramanc hatibe hilbijartin.”

“Divê xwe radest bikin”

Yaşar li ser pirseke derbarê danîna çekan ji aliyê PKKyê ve got:

“Ti rêxistina terorê ji bo danîna çekan nayê avakirin. Bi awayekî xwezayî nabêje em niha rêxistinê ava dikin û em dê sê sal piştre çekan deynin lê çek bi wan tên danîn.

Derbarê aştiya me ya bi PKKyê re tiştekî wiha nabe. Ew dê çekan deynin û xwe radest bikin.

Tenê em wiha dikarin xelas bikin. Ji bilî wê di mercên ku em dibêjin de ti guherîn çênabe.”

“Me hişyarî da Amerîkayê”

Guler îdia kir ku wan ji ber piştevanîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hişyarî daye Amerîkayê û got:

“5-6 meh berê şehîdên me çêbûn, piştre me zererên mezin li Sûriyeyê gihandin PYDyê.

Me ev yek bi dostên xwe yên li wê derê re parve kir. Me ji wan re got xwedî li zilamên xwe derkevin, eger canê me bişewite em dê canê we bişewitînin.

Me stasyonên ku wan çêkirine hilweşandin. Eger careke din bikin em dê heman tiştî tundtir bikin.”

Yaşar Guler da zanîn ku eger heye Donald Trump leşkerên Amerîkayê ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê vekişîne û got:

“Trump dema pêştir Serokê Amerîkayê bû sê caran fermana vekişîna leşkerên xwe da lê wê demê hilbijartin nêzîk bûbûn.

Bi nerîna min Trump dê vê carê bi awayekî cidî li ser vê mijarê raweste û eger heye ji Sûriye û herêmê leşkerên Amerîkayê vekişîne.”

“Dibe Îsraîl êrişî Tirkiyeyê bike”

Guler di berdewamiya axaftina xwe de îdîa kir ku eger heye Îsraîl êrişî Tirkiyeyê jî bike û got:

“Eger serokkomarê me, metirsiyeke wiha nebîne ma dikare tiştekî wiha bibêje? Helbet dikare êriş bike.

Welatekî wiha agresîf her dem dikare her tiştî bike û rêxistinên xwe li dijî me bi kar bîne.”

“Eger heye şerekî mezin derkeve”

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê derbarê egera destpêkirina şerekî sêyem ê cîhanî de jî got:

“Du şerên cîhanî çêbûn. Ev şer ji ber sedemên gelekî biçûk çêbûn. Ji ber wê şerekî din her wext dikare derkeve.

Helbet em naxwazin şer derkeve lê divê em her tim amade bin. Ji ber ku em ji ewlehiya Komara Tirkiyeyê û miletê Tirk berpirsyar in.

Em dê her derfetê bi kar bînin û hemû egeran binirxînin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 124 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:34:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x