Ev hilbijartina ku wê di 20 meha oktobera 2024an de pêk bê. Ne hilbijartineke demokratîk ya navbera KDP û YNK e. Ev hilbijartina KDP ya li hember dagirker û pêgirtên wan e.
Ji ber vê girîngiyê ye ku divê gelê me yên li başûrê kurdistanê bi çavekî weha aram li vê hilbijartinê nenêrin. Ji bona parastina berjewendiyên xwe divê şiyar bin û agahdarê lîstikên ku bi destên hin kurdan tê lîstinê bibînin.
Ev hilbijartin wê qedera 40 milyon kurdan diyar bike ku wê kurd çawa bêjin û mafê xwe yên rewa biparêzin. Piştî azadiya başûrê kurdistanê çavên hemî kurdan li wir e. Li bendêne ku rojekê wir bibe Kurdistaneke serbixwe da ku bikaribe bi alîkariya brayê xwe yên perçên din ve jî rabe.
Niha Bafil Talabanî bûye berdevkê dagirkerên Îranê ku hêrs û tola wan ji Barzaniyan hilîne. Lê ne ew û ne jî dagirker dê bi sernekevin. Weke em dizanin ku Bafil nebiyê Îbarahîm Ahmed e. Ew li ber destê wî mezin bûye û li ser asasê dijminiyatiya Barzaniyan bike hatiye perwerdekirin.
Ew perwerdeyî ye ku niya Bavil xwîn verdişe. Ew perwerdeye ku niha wî nêzîkî dagirkeran dike da ku bi alîkarî û piştgiriya wan şerî Barzaniyan bike. Ne dagirkeran ne jî Kalî wî îbrahim û bavê wî Celal heta niha nikarîbûn zora Barzaniyan bibin û wê ji niha û pêde jî qet wê tu kes nikaribin Barzaniyan têk bibin.Ji ber ku êdî Barzanî bûye Kurdistan.
Em baş dizanin ku roja Barzaniyan ji bona Kurdistaneke azad û serbixwe dest bi şerê çekdarî kirin. Li gel dagirkeran kurdên xwe û welatfiroşan jî li hember wan şerî kuştina brayê xwe kirin.
Ji roja Barzaniyan şerê azadî û serxwebûna kurdan kirin. Ne tenê dagirkerên me, werhewa hin dewletên mezin û xwefiroşên me ji wê rojê de ye şerê Barzaniyan dikin.
Di merheleya şerê dirêj de Barzaniyên bûne xwedî tecrubeyên ku mirovê çawa li hember wan şer bike. Bi vê tecrubeyê û bi vê hişmendiyê, bê westan heta îro hatine. Ji îro pêve jî dê tu qawet û hêz dê nikaribe Barzaniyan têk bibe. Ji ber ku têkbirina Barzaniyan wendakrina Kurdistanê ye.
Wendakirina Kurdistanê jî ji nû de wêraniya gelê kurd e. Dê ji nû de kurd rû bi rûyê Anfal, Jenosîd, talanî û wêraniyê bibin.
Di vê sedsala Lozanê de şanseke nû hatiye ber deriyê Kurdan da ku Kurdistaneke azad û serbixwe bê ragihandinê. Lê dagirkerên me jî qet ranawestin û di nava hemî lîstikên xerab dene.
Xerabtirîn lîstik ew e ku dagirkerên me niha bi hemî hêz û qawetên xwe, nokerin xwe yên kurd çalak dikin û kirine ku Kurd, Kurdistaneke azad û serbixwe nebînin.
Ji bona nedîtina Anfal û Helebceyên nû. Ji bona nedîtina wêranî û koçberiyên nû, divê kurdên me yên başûrê kurdistanê xwedî li xwe û partiya ku ev nêzîkî sed salan e di xizmeta wan de ye, bi tenê nehêlin.
Dema tund û tûjiyê derbas bûye. Lewra niha dem dema hilbijartina demokratîk e ku divê kurd bi deng û rengên xwe, bersîveke weha bide dagirker û pêgirtên wan ku heta hetayê neyên ser hişên xwe.
Di vê hilbijartinê de ya hûnê xwedî li welatê ê azad derkevin ya jî ev hebûna îro jî wê ji destê we, bi saya nokerin dagirkeran derkev e. Ya hûnê bibin xwedî dewleteke xwe ya serbixwe, ya jî hûnê xwe tune bikin. Êdî biryar ya we ye. Ey kurdên başûrê kurdistanê.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.