Hêdî hêdî şevreş li me ronî dibe!!!

Di şert û mercên îro de tu rêxistin an partiyeke me ya li bakurê kurdistanê ku bikaribe bi serê xwe hêjayiyekê bi dest bîne an bixe tune ye. Madem rewş ev e, çima em hêz û qawetên xwe nekin yek? Rewş weha dixuye ku êdî siyasetmedar û rêvebirin partiyên bakurê kurdistanê jî ev baş fêmkirine ku hêdî hêdî ji bona yekitiyan gavên erênî diavêjin

28.08.2024, Çar - 15:07

Hêdî hêdî şevreş li me ronî dibe!!!
Nuçe Belav bike

Baş tê zanîn ku me weke miletê  kurd heta roja îro ji ber neyekbûn û nerêziya nava xwe wenda kirî ye. Ev a bû sed salin ku ev rewş didome. Lê hê jî me weke miletê kurd, li gel partî û rêxistinên xwe fêm nekirine ku heta rewşa me ev be, em ê negihêjin tu armanc û qonaxa azadiya welatê xwe.

Gelek caran ji bona yekbûn an bi hevre karkirinê  hin hewldan çê jî bû bûn, lê tu yekrêzî û bi hevre karkirina partî û rêxistiinên bakurê kurdistanê pêk nehatibû, ne hatiye. Ev bûye sedem ku yekitiya nivîsakrên kurd, hunermend û dengbêjin kurd jî pêk nehatiye. Ew jî weke partiyên siyasî ji hev belawelane û piranî jî ji hev hez nakin.

Ji hevbelavbûn û ne yekrêziya nava me dibû sedem ku em li hev nekin. Em qîmet û rûmeta hev negirin. Em nebûn û nabin pesindanên siyasetmedarên wêrek, nivîskarên zîrek û qîmetgirtina kesayetiyên nava xwe.

Min û gelek canik û camêrên din jî me pir gotiye û nivîsîne ku çi dema welatê me hate dabeşkirin, hêdî hêdî mejî û baweriyên me jî hatin perçekirin ku em tim sexsî bifikirin û tevbigerin. Tevgerên sexsî tu caran bi sernetine û nakeve. Ji ber ku qetandina zincîrên koletiyê bi yekîtî û hêza neteweyî pêk tê.

Ya herî girîng jî ji hevbelavbûn û neyekrêziya nava me ye ku em ji hîs û baweriya neteweyî dûr ketine. Ji ber ku herkes ji bona xwe kar dike da ku ew bi serkev e. Partiyên me yên siyasî jî di vê rewşê de ne.

Vê ji hevbelavbûnê jî em kirin kole û welatê me jî bû perçak nanê dagirkeran. Wan dixwarin û me jî li wan dinerî. Wan bi hebûna sererd û binerdên me kêfa xwe dikirin, em jî weke kole ji bona nanûzikê di nava kar debûn.

Heta ku mirov nebe axayê mala xwe. Rêvebirê welatê xwe. Mirov ê tim bibe xizmetkarê yên ku em û welatê me dagirkrine. Ji xwe roja welatê me perçe kirine û heta niha ev rewş her berdewam e.

Divê neyê ji bîr kirin ku çi dema bi serpereştiya nemir Îdrîs Barzanî li başûrê kurdistanê eniya Kurdistanê hate damezrandin, kurdên wir hilmeke rehet girtin û bi serpereştiya wê welatê xwe azad kirin. Heta ku em jî li bakurê kurdistanê nebin xwedî eniyeke neteweyî, wê her perçebûn û koletî jî bibe para me.

Di şert û mercên îro de tu rêxistin an partiyeke me ya li bakurê kurdistanê ku bikaribe bi serê xwe hêjayiyekê bi dest bîne an bixe tune ye. Madem rewş ev e, çima em hêz û qawetên xwe nekin yek?

Rewş weha dixuye ku êdî siyasetmedar û rêvebirin partiyên bakurê kurdistanê jî ev baş fêmkirine ku hêdî hêdî ji bona yekitiyan gavên erênî diavêjin

Bi van gav avêtinana jî weha dixuye ku êdî dor dora yekitiya partiyên Kurdistanî li bakurê Kurdistanê ye. Destpêka vê ji  PAK û Tevgerê de destpê kir û bi navê PWK yekitiya xwe ragihandibûn. Niha HAK-PAR û Hereketa Azadî bi navê HAK-PARê weke yek partî wê kar bikin.

Niha jî dora hemî PDKiyên li bakurê Kurdistanê ye ku ew jî bibin yek û bi navê PDK-Bakur karê xwe yên siyasî bidomînin. Ji ber ku hebûna navê PDK li bakurê Kurdistanê girîng û pîroz e. Piraniya rêvebir û serokên her perçekî pdk hevalbendên min yên ku me demekê bi salan bi hevre kar kiribûn. Ji bona yekitiya nava wan çi erk bikeve ser milên min ez amade me.

Piştî yekrêziya PDKiyan jî dora damezrandina Eniyeke Kurdistanî ye ku ev ê bibe, pêşîlêgirtina ji hev belavbûnê ku wê gava temsîla Kurdistanê bê avêtin. Êdî wê dinya, dost û dijmin jî bizanibin ku temsîlkarê bakurê kurdistanê wê eniya Kurdistanî be.

Heger em dixwazin ji gelê xwe re xizmetê bikin, ji vê pêve tu rêyên çareseriyê yên din tune ye. Mînaka vê li ber çavên me ye. Heger eniya Kurdistanî li başûrê Kurdistanê pêk nehatiba dibû ku îro em ne xwediyê xwe û vê hebûnê ango azadiya başûrê kurdistanê bana.

Êdî zêdebûna partiyan li bakurê kurdistanê zerarê dide tevgera azadiyê û em hemî ji vê zerarê dibînin. Madem armanca me tevan azadiya bakurê kurdistanê û piştgiriya perçê azad ango başûrê kudistanê ye. Divê em jî rojek berî rojekê hêzên xwe bikin yek. Li ser asasê xeta neteweyî eniya Kurdistanî ragihînin da ku kêfa dostan bînin û tirsa dagirkeran zêde bikin.

Bi vê munasebetê ez weke rewşenbîrekî gelê xwe, nivîskarekî hezkirin xwe, yekîtiya ku PWK û ya HAK-PARê ku pêk anîbûn, pîroz dikim. Li bendê me ku hemî PDK yên li bakurê kurdistanê jî zûtirîn demê yekîtiya xwe pêk bînin. Van hersê partiiyên hêja (HAK-PAR, PWK û PDK-BAKAUR) bi hevre eniya Kurdistanî ya bakurê kurdistanê ragihînin. Wê demê em ê bibin xizmetkarê gelê xwe û piştgirê başûrê Kurdistanê.

 

Bûbê Eser

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 1625 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:01:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x