Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li bajarê Hewlêrê berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li ser stê Herêma Kurdistanê û Îraqê dadine.
Ev nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li ser rûberê 19 hezar metrên çargoşeyî tê çêkirin û ji 150 qerewêleyan pêk tê.
Di vê nexweşxaneyê de, pêşkeftîtirîn teknolojiya pizişkî tê dabînkirin û tevaya çareseriyên wekî kîmyoterapî, Skanên PET û CT û MRI, û çandina mejiyê hestiyan û wênegirtina kameraya Gama, û herwesa çend çareseriyên din ên tendirustiyê di bilindtirîn ast de bedrest dibin.