Riza Çolpan: Pejnên Dawiya Jîyaneke 90 Salî,

Pejnên Dawiya Jîyaneke 90 Salî, Weşanên Doz, Stembol 2024, 141 rûpel e. Naverok: Helbest, ziman: kurdî (kurmancî), tirkî.

Celalettin Kartal

12.09.2024, Per | 18:00

Riza Çolpan: Pejnên Dawiya Jîyaneke 90 Salî,
Nêrîn Belav bike

Cîyê dilxweşiyê ye ku hunera helbestê di nava rewşenbîr û hunermendên Kurd de pêş ketiye. Babeta helbestê mijarake xweser e (otonom e). Şareze û pispor dikarin bi yek hevok an yek peyvekê babeteke pir(r)alî zelal bikin, loma jî hunera helbestê girîng e. Wek hemû huner û pîşeya divê ji layê (alîyê) kesên pispor ve bê pênasîn û nirxandin.

“Rizoyê Dêrsîmî” ev kitêb bo min wek diyarî bi rêya Îkram Oğuz şandiye. Heman nûserî (nivîskarî) ne kêmî 32 pirtûk nivîsî ye; pir(r)aniya wan bi kurdî ye. Ji bilî vê kitêba wî ya berdest min bi dehan gotarên Rizo di malpera Navkurd.com de xwendine; çendîn peyam û nerîn di barê gotarên wî de jê re nardin e (şandin e). 

Rizoyê Dêrsimî kî ye?

Kurdekî ji herêma Dêrsimê ye. Ji xwe re dibêje “Rizoyê Dêrsimê”. Ev bû 54 çar sal in li dervey welat, Avustralya, dijî. “Nivîskarekî enerjîk”, kurdhez û berhemder e, wêrek û jîrek e; kesekî rasgo ye (rp. 113). Kurdperweriya wî di kar û xebata wî ya hunerî de (rasterast) tê dîtin (rp. 137-139). Herçend ew 18.000 kilometro ji welatê bav û kalan dûre û li bajarê Sydney dijî jî, lê Rizo kesera Kurdistan dikşîn e.

Hinek naveroka helbestên wî

Bê guman di nava helbestên wî de “hosiya” wî (binêr rp. 17, binêr li beşê tirkî jî, rp. 112) ciyê serincarkêşîyê ye, girîngîya welatê bav û kalan dixe ber çav. Di wê de dibêje, ger bimrim, bila serjê nekin “dewar û pez”, bila “bişewtînin tev laşê min, axê bibin hûn gundê min, belav bikin li ser gazê, bi govendê û bi awazê”. Di şareke din de tîşk dixe ser „bedbextiya Kurd“! Dibêje, herçend Kurd di axeke dewlemend wek ya Kurdistan de “birçî û tazî” dijî jî, lê ew bûye bawermendê ayîneke bê nirx û “çewt” –ola Îslamê. Kurd ne xwe û ne jî dîroka xwe dinase; ji layê (alîyê) dagirker ve hatiye şêtkirin; bi gelemperî li dijî doza Kurd bi rêya bîrdozîya „Îslamê“ an bi „navê biratiya Îslamê,“ wek „gelekî bê hiş, xişîm û nezan“ tê bikaranîn.

Ji bilî vê rewşa pir(r)hokar û kambax ya xirabtir jî bo Rizo ewe, ku Kurd hem bi ola Îslamê û hem jî bi bindestiya xwe razî bûye (rp.19): Girseyê Kurd bûye wek “kole”, maye „xizmetkar û dûajoyên dijminên xwe“. Loma Rizo di helbesteke din de destnîşan dike, ku ola Îslamê Kurd kirine bê hiş û “dîl” ji xwe re û xwe jî xistiye wek “fîl” (rp. 41).

Rizo ne tenê ji bawermendên Kurd yên ola Îslamê rexnan her wiha ji Kurdên Komunist jî dike, dibêje, ku di komelgeh û dewletên Îslamê de sazumeke sosyalîst û demokratîk ne pêkan e (rp. 42).

Nexwe ev rewş û trajêdî ya ku Kurd tê de dijî, dikare wek „bobelat“, neçari û bedbextî jî bê bi nav kirin. Ev yek ji nûserekî pabend wek “Rizo yê Dêrsimî” re ne cîyê dilgiranî û xemsariyê be, ma wê jî kî re cîyê loma û rexna be. Heman baredox Rizoyê zîrek neçar dike, ku ji dil bi pirse, gelo çewa Kurdên Bakur di sedsaliya 20an de bi kesekî wek Apo (E´vdo) hatin xapandin. Di dawîyê de Kurdan dev ji mal, war, gund û zeviyên xwe berdan, ketin bin bask û dasa bişaftina neyarê tomerî, dewleta Tirk, bûn kujerên zimanê bav û kalan (rp. 28).

Herçend tê zanîn ku Rizo li „Avustralya dewlemend“ di rewşeke têr û tijî, di nava malbata xwe de dijî jî, kul û axinên wî, kesera wî her Kurdistana dabeşkirî ye: Dibêje, xwezî ez li ser xaka welatê bav û kalan bûma, ji mar û mişkan dûr, azad û bê tirs bijîyama (rp. 45).

Nexwe Rizo di xewn û xeyalan de jî xwe li herêma Dêrsim, welatên bav û kalan, dibîn e (rp. 50-51). Xuya ye ku xewn û merama wî “Kurdistaneke serbixwe, demokratîk û azad” e (rp. 110), û loma wî bi dehan pirtûk nivîsî ye.

Armanca Rizo çi ye?

Rizo dixwaze ku Kurd xwe binase, li xwe mikur derê: Dibêje, divê Kurd ji Kurd re bibe bira (rp. 48), bibe neteweyekî gihayî, bi çavên xwe hem dijberî û hem jî despotiya Tirk, Ereb û Ecem bibîne û ji gelê xwe re bibe find û ronahî (rp. 52). Bo vê yekê wî helbesta bi navê “Ev e rastiya dîrokê” nivîsî ye (rp. 53-57, rp. 137). Di heman helbestê de niştimanî û pêre jî kurdperweriya wî dertê der, lê heta radeyekê bi çavekî romantîk. Di dawî yê de dîsan tîşk dide ser neyarên Kurd, ku fêlbaz û xapînok in (rp. 58-66 hwd.). Ew bi van gotinan tîne ber çav, ma çewa û bi kîjan fen û peyvan dagirker Kurd dixapîn e. Ev beşa kitêba wî ku behsa sedemên hejarîya Kurd, bindestî û dîroka wî dike, ta rûpela 107an bi kurmancîyeke têr zelal, herîkbar û hêsan di dome û bi dawî dibe, dûre beşa tirkî destpê dike (rp.  107-141).

Dawî

Ez jî wek nûser bîr dikim, ku di roja me de “di dewletên Îslam de sazumaneke sosyalîst û demokratîk ne pêkan e”, wekî di Îslamê de hemû mirov tên parvekirin ser sê çînan. Girîngtirîn çîn an kategorî Misilman in, dûre Xiristiyan û Jihû ne. Têkildarî vê xalê divê bê gotin ku navê Mûşrîkan jî di Quran de heye, lê ew wek “ajalên bê hiş” û bê nirx tên tawanbarkirin. Anî wekhevî (yeksanî) di Quran de tine (rp. 131) û di Îslama îroyîn de nayê pejrandin. Nexwe di Îslam de ol û dewlet yek in, nikarin wek „dewletên sekûler û demokratîk“ ji hev bên dabeşkirin; ayîn bê piştguhkirin. Azadiya raderbirîn sînordar e, Misilman û xeyrî Misilman ne yeksan in.

Loma mirov dikare bibêje, ku di rêbazên ayîna Îslam de heta radayekê nijadperestî zal e. Di ser de jî bîrdozîya şer tê de serwer e: 67 car peyva “qital”, anî şer, di Quran de hatiye nivîsîn, û li gor misyona wê divê di dawîya dawî de Îslam li hemû cîxanê bibe serwer, wekî li bal Xwedê tenê ayîna Îslam heye; loma teqez serkeftin para Îslam e û ev yek bêguman “belêna (soza) Xwedê bixwe ye”. Nexwe damezrandina dewleteke demokratîk di dewletên Îslama îroyîn de ne gengaz e.

Bi taybetî bo vê yekê ev pirtûka Rizoyê Kurd wisa hêja ye û bi hurgiliye ku divê her Kurd wê ji destpêkê ta dawîyê ji dil bixwîn e! Jixwe katê (wextê) mirov dest bixwendina wê dike, êdî nikare dev jê berde. Pirtûkeke wisa hêsan e ku divê hemû xwîner û bi taybetî jî kurdperwer wê bixwîn in û bidin xwendin; bo bibe cîyê gengeşîyê.

Lê divê bê gotin ku di vê kitêbê de gelek aliyên nûser yên pisporî û şarezayî tên dîtin: Ji bilî nivîskarî, zîrekî û hûnerî tê de zêdetir kurdperwerî û pisporîya wî di barê dîrok û mejuyê Kurd de tevî olnasiya Îslam dîyar dibe. Zimanê pirtûkê kurmanciyeke zelal, bedew û karîger e. Di destpêkê de zêdetir şarên kin û kurt, lê dûre hinek helbestên dirêj li ser nezanîya Kurd û „Îslama tundrew“ li du hev hatine rêzkirin. Dîyare Rizo ne tenê nûserek e her wiha “filozof an ramangirekî Kurd û pisporê zimanê kurdî” ye. Herçend li dûrî Kurdistan e jî lê bi rewşa Kurd bi hurgilî û firehî agahdar e; serêş û dilêşê gelê xwe ye, şareza û nûserê Kurdên Bakur e.

Piştî xwendin, nirxandin û şirovekirina vê pirtûka jorîn ti gumanên min wek rexnegir tinin ku bi sedan nivîskarên Kurd yê wek Rizoyê Dêrsimê hebûna, rewşa komelgeha Kurdên Bakur dê baştir bûya û wê ne di vê baredoxa ewqas metirsîdar de bûya. Nexwe Rizo nivîskar û helbestevanekî girîng e, ne kêmî „Cegerxwînê mezin e“, lê ew xwe tenê wek kesekî sade dibîne, dibêje, ez Şivanê Kurd im û hew. Nexwe şayenê pesindanê ye, Rizoyê Kurd. Her bijî!

 

Dr. Celalettin Kartal

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
646 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:32:45
x