Heger me weke ciwanên kurdên bakurê Kurdistanê partî û rêxistinên wê, xwe li ser xeta neteweyî bi rêxistinî kiribana, di bû ku em îro xwediyê dewleta xwe ya serbixwebana. Lê me ji sala 1970-1980 xwe li gor îdeolojiyan bi rêxistinî kir. Ev bû sedem ku em nebûn xwedî hêzeke kurdistanî. Ji ber vê bû me hêz û qaweta xwe li hember hev bi kar anî ku ev jî ji bona dagirkerên me bû hêjayîyek ku bi dest nediket.
Em ciwanên wê demê ji mesela xwe ya neteweyî bêtir, li ser girîngî û hebûna îdeolojiyan bi hev ketin. Çi bi darê zorê û çi jî bi gengeşî û munaqeşeyên nava me li ser îdeolojiya kê rast e, dihate kirin. Di nava wan hemî munaqeşe û gengeşiyan de me doza xwe ya neteweyî li alîkî hiştibûn û li ser îdeolojiyan bi hev ketibûn ku ev jî li gor dilê dagirkerên me bû.
Loma girînge ku divê em hinekî li xwe vegerin, ji raberduyên xwe dersan derxin û dîsa ji nûde ji bona îdeolojiyan dilê hev nehêlin. Serê hev neşkênînin. Divê em vê yekê baş fêr bibin ku her miletek li ser xeta xwe ya neteweyî xwe azad dike û dewleta xwe radigihîne. Piştre jî kê bi kîjan ol û îdeolojiyê bawerin, li gor wê xwe bi rêxistinî dikin.
Divê em kurdistaneke pir rengîn biparêzin. Ji ber ku li ser erda pîroz divê her cûre gul û kulîlk hebin. Divê di kurdistaneke azad de, em xweşbîn, bêhnfireh û li hev bin. Weke îro li başûrê Kurdistanê ku hemî ol û fikir xwe weke xwe bi rêxistinî dikin.
Di demên berê de bi qasî ku me li ser îdeolojiyan dixwend û bi hevre gengeşî dikirin, em bi qasî çarîkeke wê li ser ruhiyeta kurdî nediaxifîn. Me hemî gelê cihanê azad dikir, lê me xwe ji bîr dikir ku em bindestê çar dagirkerên devbixwîn in.
Piştî hukmê leşkerî ku li tirkiyê û bakurê Kurdistanê pêk hat. Piraniya me ji ber agirê 12 îlona sala 1980 bi kuçe û kolanên ewropa ketin. Me gelekan dewletên sosyalîst ku piraniya kurdan xwe di ber wan de didan kuştin, dîtin û naskirin. Naskirin ku tiştên di pirtûkan de hatibûn nivîsîn derewek ji derewên wan yên herî mezin bû.
Bi vê dîtinê em li xwe varqilîn ku divê em berê bibin, neteweperestekî kurd da ku em jî bikaribin weke neteweyên din xwe û gelê xwe ji bin nîrê dagirkeriyê azad bikin.
Lê weha xuya ye ku ev şiyarbûn bi xweşa ew kesên berê li ser îdeolojiya sosyalîzmî tund û tûj bûn, hê jî ji ya xwe daneketine û ne xweşbînin ku xeta neteweperestiya kurd bilind dibe. Hê jî wan canik û camêrana ji rêvebiriya sosyalîzma ku wan xwe bi xwe, xwe belav kiribûn, bawerin. Mixabin wan xwe belavkirin lê hê jî hin kurdên me wendakirina wê qebûl nakin. Ha ha pesnê wê didin û li dij neteweperestin kurd, kîna wan ya berê hê jî daneketiye.
Divê em hinekî li hember hev xweşbîn bin. Em dîsa ji nû de li ser destê îdeolojiyan bi hev nekevin. Derdê me giran û rêya me dirêje. Ka em berê li hev bikin. Eniyeke neteweyî bi hevre damezrînin. Li gor destûr û qanûnên tirkiye em bi hevre hin hêjayiyên gelê xwe li wan vegerîne. Piştî ku me kurdistan azad kir. Em herkes li gor baweriya xwe, xwe bi rêxistinî bikin.
Divê em ji bîr nekin heta ku hin tim dibêjin rêya me rast û helwesta me ya herî baş e, em ê nikaribin bibin wedî hêzeke yekgirtî. Ji ber ku bi vê gotinê û li dij neteweperestên kurd rawestîn, me ji hev dûr dixîne. Di şert û mercên îro de ne dûrbûn, nêzîkbûna me ji her tiştekî ferztir e. Salmezin û rîhsipiyên xelkê dibin şêwirmendên gel û hemî tevgerên welatparêz. Lê ê me jî her dibêjin xeta me ya herî rast e.
Heta ku em weke kurdên bakurê Kurdistanê yekitiya xwe pêk neynin, em ê hemî bi hevre wenda bikin. Ji xwe me wenda kiriye jî. Loma divê êdî em û rîsipiyên me, em bi hevre li hember hev bi tolerans tevbigerin. Ji bona damezrandina eniyeke neteweyî û Kurdistanî divê em hemî li gel hev bibin xwedî helwesteke neteweyî…
Weke Barzaniyê mezin gotibû: ”Ew kurdên neteweyî nefikirin, dikarin rojekê xwe û gelê xwe jî bifroşin”…
Li gor min rê, nerîn û helwestên partiyên bakurê Kurdistanê ji sedî pêncî jî nerast e. Ji bona ku ev rast bibe, divê em berê li hev bin. Nerîn û dîtinên xwe li ser hinên din ferz nekin û nebêjin em yên herî rast in.
Li gor min dîtina rêya rast, danîna helwesteke Kurdistanî, neteweperestiya kurd heta azadiya kurdistanê ji me tevan re lazim e. Piştî azadiyê jî herkes azadin ku partiya xwe ava bike. Gel deng da kê bila ew bibe desthilatê kurdistanê. Rêya herî maqûl ev e. Heger em hê jî weke demên berê fikra xwe, îdeolojiya xwe li ser kes û partiyan ferz bikin, em ê bi sernekevin.
Bûbê Eser
Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.