Wezîrê Pêşmerge: Pêşmerge her dem ji bo şerê DAIŞê û terorîstan amade ye

Wezîrê Pêşmerge tekez dike, Pêşmerge her dem ji bo şer û têkbirina DAIŞê û terorê li navçeyê û parastina ewlehî û aramiyê li Iraq û Herêma Kurdistanê amade ye.

19.09.2024, Per - 10:00

Wezîrê Pêşmerge: Pêşmerge her dem ji bo şerê DAIŞê û terorîstan amade ye
Nuçe Belav bike

Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl li gel Cîgirê Wezîrê Pêşmerge Ebdulxaliq Babîrî û berpirsên payebilind ên Wezareta Pêşmerge serdana mihwerê 6 ê Hêzên Pêşmerge Giwêr – Mexmûrê kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmerge Şorş Îsmaîl û şanda pê re bi Berpirsê Mihwerê 6 ê Hêzên Pêşmerge Giwêr – Mexmûrê Sîrwan Barzanî re civiyan û rewşa asayîşa sînorê Giwêr – Mexmûrê û liv û tevgera terorîstên DAIŞê li deverê gotûbêj kirin

Wezîrê Pêşmerge tekez li ser wê yekê kir, Pêşmerge her dem ji bo şerkirin û têkşikandina DAIŞê û terorîstan li navçeyê û ji bo parastina ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê amade ye.

Di daxuyaniyê de gotin, Şoreş Îsmaîl piştevaniya Wezareta Pêşmerge bo Berpirsê Mihwerê 6 ê Hêzên Pêşmerge Giwêr – Mexmûrê tekez kir.

Ji aliyê xwe ve Sîrwan Barzanî piştgiriya Wezîrê Pêşmerge bilind nirxand û got: Em berdewam in li ser parastina aramiya Kurdistanê, bi taybetî li sînorê Giwê-Mexmûrê, Pêşmerge herdem dilsoz û canfîda ye li bereyên şer ji bo berevanîkirin û parastina xaka Kurdistanê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 148 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x