Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!

”Sîmurglar û Sîmurglar Kurd Kapanî”

Bube Eser

11.09.2024, Çar | 17:19

Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!
Nêrîn Belav bike

Me weke miletê kurd heta salên 2000î jî ji ber kêmnivîsandina kurdî ya kurdan û ne bikaranîna zimanê şêrîn di warê nivîskî de, em ji  gelek hêjayiyên xwe bê par man. Her weha em bi gelemperî bi nivîsên li ser dîroka xwe ya çi bi destê dagirkeran û ya jî çi bi destê hin dostên ewropî ku nivîsîbûn, xwendibûn û hin tiştan fêr bû bûn. Lê divê em jî bîr nekin ku dagirker her tişekî weke xwe dinivîsînin.

Ji xwe dagirker tu caran nexwazin û wê nehêlin ku kurd rastiya xwe bizanibin û dîroka xwe ya ku bi xwînê hatiye avdan nas bike. Çi dema kurd wê dîrokê nas bikin, wê bi mejiyekî kurdewarî li hember wan dagirkerên ku ewqasî zilm li me kurdan kirine rawestin û derewên wan ji raya cîhanê re eşkere bike.

Lê êdî nivîskarên me jî ne kêm in. Êdî kurd dîroka xwe, bûyer û kiryarên hatine serê gelê xwe, bi qelema nivîskarên, xwe li ser asasê rastiyê fêr dibin. Ji ber ku kesên dîroka xwe nexwînin wê nasnekin dê nikaribin tekoşîna gelê xwe jî li ser asasekî rast bidin.

Vajokirin an berovajîkirina dîrokê dibe sersedema rastiya ku kurd xwe nas nekin. Loma jî li gor min heta niha dagerker di vî warî de bi serketin e. Lê ji niha û pêde wê serketina wan bibe bela serê wan…

Dema ku min dest bi xwendina berhemên (Sîmurglar û Sîmurglar Kurd Kapanî) nivîsakara kurd hêja Vera Koyî kir, ez bi xwe jî fêrî hin tiştên ku heta niha min û dibe ku gelekên din jî nizanîbûn fêr bûm û dibin. Fêrbûna me bi vê jî ew e ku êdî baş tê zanîn û dîtin ku pkkya ku ji teref dagirkeran hatiye damezrandin, armanc û hedefa wê ew bûye ku tevgerên bakurê kurdistanê têk bibe. Ciwanên kurd ji bona parastina komara tirk, bike qurban.

Her weha wan ciwanên xwîngerm ku ji bona azadiya welatê xwe derketibûn serê ciyan, hatibûn tasfiyekirin ango têk birin.  Me gelekan, kêm zêde rewşa şervanên mêr zanî bûn. Lê di van berhemana de em fêrî tiştên hatine serê şervanên keçên kurd, dixwînin. Fêr dibin ku tiştên pkk aniye serê wan keçên hêja li vê dinyê tu rêxistinan neaniye serê jinên xwe.

Wan keçên bi xwîneke germ û bi kelecaneke welatparêzî bi baweriya kurdistanî derketibûn serê ciyan ku welatê xwe azad û serbixwe bike. Çawa hatine tasfiyekirin û tunekerinê, bi zelalî hatiye nivîsîn. Mirov di berhemên hêja Vera Koyî de dibîne û dixwîne ku keçên kurd, rastî çi hatine. Xwezî her kesên ji pkk veqetiyabûn an reviyabûn, wan jî bikarîbûna weke hêja Vera Koyî binivîsandana. Her çiqasî hin hatibin nivîsîn jî lê kêm in.

Ji ber ku nivîskara hêja bi xwe jî yek ji wan şervanan bû ku bi daxwaza azadî û Kurdistaneke serbixwe dest ji xwendina xwe ya uniwersîtê kişandibû, tevlî gerîla bû bû. Ji bona welatê xwe bighêjîne azadiya wî. Lewra ew bû bû şervaneke çalak weke jineke Kurd. Lê li wir ew û kesên din rastî çi dibin û çi dibînin bi zelalî hatiye nivîsîn. Di virde ya herî girîng ew e ku tiştên li serê ciyayên Kurdistanê ku ew keçana çawa hatine tasfiyekirin û bûne qurbana tevgereke li ser navê gelê kurd ku berê wî bide tirkbûnê û tunekirinê, bi me dide zanîn…

Hêja Vera Koyî bi xwe jî dibe şahîda gelek bûyerên ku çawa keçên kurd yên welatparêz di nava tevgera pkk ya ku ji bona tunekirina kurdan û parastina komara tirkiyê hatibû damezrandinê, dibîne. Dibîne û dinivîsîne ku wan keçên canfîda, xwîngerm û xwenda ku dibin şervaneke gelê xwe. Lê ew dibin qurbana wan berpirsiyariyên nexwenda û nezan. Helbet ew berpirsên nexwenda û nezan jî li gor destûr û bernameya pkk tevgeriyane û digeriyan. Ji ber ku di destûr û bernameya pkk de tunekirina kurdan û şêrinkirina Kemalîzmê heye.

Dema ku min ”Simurgalar û  Simurglar Kurd Kapani” xwendin yek ser fêr bûm ku rêxistiniya pkk jî weke ya zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî yê bû.

Min gelek caran gotiye û nivîsiye ku zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî yê ji bona hemî kurdan mîladeke nû bû. Ev ew mîlad bû ku divê wan çi bi destê zalimên xwe û çi jî bi destê zilamên xwe yên kurd tevgera bakurê kurdistanê têk bibiranan û nehêştina perçên din jî bighêjin azadiya xwe…

Ji ber ku damezrandina pkk li ser vî asasî bû.

Bala xwe bidinê ku li zîndana Diyarbekirê Gardiyanên me hemî ji kesên nezan û nexwenda pêk hatibûn. Dema kesên nezan jî firsetê bibînin li ser serê kesên zana dibin agir û pêtî ku wan dişewitîne. Girtiyên wê zîndanê li ser destê wan Gardiyanên nezan hatin kuştin û gelek ji wan bûn nokerên karbidestê wê. Helbet ew zîndan jî xwedî destûr û bernameyekê bû ku dê çawa qehremanên kurd li wir biqedîne an bike tirkê baş.

Lê dema min ev herdu berhemên hêja xwendin, dît ku piraniya xwendevanên ku uniwersiteyên xwe terikandibûn û li ser ciyayên Kurdistanê bû bûn, bin emrê wan kesên ku dibistan nexwendibûn. Ji ber vê girîng e ku divê herkes ji nûde li wê zîndanê vegerin. Tiştên li ser wê hatine nivîsên bixwînin û bidin xwendin. Ji bona ew zîndan baş bê fêr kirin jî divê herkesên ku di wê zîndanê de mane li ser wê binivîsînin da ku em weke kurd bighêjin rastiya wê.

Tevgera pkk ya ku dagirkeran ew damezirandine jî weha ye. Ji bona ku ew baş bê fêmkirn û zanîn divê herkesên ji ber tofana wê reviyan e û tiştên dîtine binivîsînin da ku em weke gel baştir pkk nas bikin.

Çawa ku li wê zîndanê kesên zana û xwedî erkên mezin (weke mamoste, parêzger, doktor, serok û rêberên partiyên kurdistanî) ji destên wan gardiyanên nezan lêdan dixwarin û tiştên ne aqilane dihate serê wan.

Li ser ciyayên kurdistanê ku keç û lawên ji bona azadiya gelê xwe çûbûn wir jî, li ser destê berpirsiyarên nexwenda û nezan rastî çi dihatin an hatibûn nivîskara hêja Vera Koyî pir bi zelalî ew anîne zimên. Ji ber ku ew jî şahîdeke wê demê û gerîlayeke wê tevgerê bû. Ji ber ku wê jî weke gelekan dest ji xwendina xwe ya unîwerstê kîjandibû da ku bikaribe ji bona azadiya gelê xwe kevirekî bide sere kevirekî.

Lê hezar mixabin li ser serê wan çiyayên kurdistanê ew dibe şahîdê ku tim kevir li ser serê kesên zana, jîr û jêhatî û ewqasî welatparêz bûn, dihate danîn da ku ew di bin wan keviranda can bide û tune bibe. Ji ber ku serok û rêvebirên nezan tim jî ji endamên xwe yên ji wan zanetir bi tirs in.

Bi rastî ez ne rexnegirek im. Loma min weke rexnegirekî ev berhemên hêja nexwendin. Dibe ku  hin rexnegirên me vê bikin. Lê mixabin piraniya wan jî ji pkk ditirsin ku vê bikin. Piraniya wan newêrin berhemên li ser pkk hatine nivîsîn şirove bikin. Ev jî halê rexnegirên me ne.

 Min xwend ku bizanibin ew keça hêja û şervana gelê xwe ku hemî tiştên xwe ji bona gelê xwe heba kiri bû. Bi çi armancê û li ser çi asasî bû bû gerîla û rastî çi  hatibû, fêr bibin û bizanibim. Di şexsiyeta wê de fêr bûm ku li serê wan çiyayên dostê kurdan, çi afat û tofan hatibû serê jin û keçên kurd yên di nava pkkê de, agahdar bûm.

Ez hîvadarim ku her kurdek van berhemên hêja û bi tirkî hatine nivîsîn bixwînin. Bawer bikin ne adeta min e ku li ser berhemên kurdan yên bi tirkî hatine nivîsên binivîsînim. Ez ne li gel im ku berhemên nivîskarên kurd berê bi tirkî dûre jî bibin bi kurdî, me. Lê divê vana bibin bi kurdî û gelek zimanên din jî.

Lê kîjan berhema berê bi kurdî bê weşandinê, dûre bibe tirkî an kîjan zimanê li gel im. Hêvîdarim ku ev berhemên hêja (ku min ji xuşka hêja re pêşniyar kir ku bibin kurdî) jî zûtirîn demê bibin bi kurdî. Divê kurdên perçên din jî wan bixwînin û fêr bibin ku bê pkk jî weke karbidestên zîndana Diyarbekirê, çawa dixwestin ku kurdan tune bike û Kemalîzmê bi wan bide qebûlkirinê. Ji xwe li wê zîndanê jî eynî tişt dihate kirin. Ango wan jî dixwestin ku girtiyên wê zîndanê de bûn, bikin tirkên baş.

Pêşniyara min ew e ku ji bona em pkk û zîndana Diyarbekirê, armanc û hedefên wan, kiryar û bûyerên wan baş fêr bibin, divê hemî berhemên li ser wan hatine nivîsîn ji teref komîteyeke bê layan ango alî bêne topkirin û tahlîl kirin. Wê demê dê bê zanîn ku rêxistinbûna pkk û ya zîndana Diyarbekirê weke hev bûn. Yanî ava herduyan jî ji yek cihokê diherikî û hê jî diherike.

Mirov dikare gelek tiştan li ser van  herdu berhemên hêja Vera Koyî binivîsîne. Lê divê herkes bi xwe wan bixwînin. Li gor min divê vana ne weke du berhem, weke yek berhem û bi kurdî jî bê weşandin. Her weha heger rojekê em jî bibin xwedî dewleta xwe, ev jî weke gelek berhemên kurdan dikare bibe filmê sînemayê jî. Ji ber ku aqilê kurdan di çavên wan de ye. Heta ku bi çavên xwe nebînin nikarin bawer bikin.

Lê ya herî baş û rast ew e ku divê ev ji teref kurdan bê xwendin da ku damezirandina pkk, armanc û hedefa wê ya şêrînkirina Kemalîzmê bi kurdan û berê kurdan berbi tirkbûnê birinê, fêr bibin..

Destên te sax bin, mala te ava be hêja û nivîskara Kurd Vera Koyî ku te berhemeke hêja pêşkêşî gelê xwe kirî ye. Te erka xwe anî cih. Niha jî dora xwendevana ne. Ez temenekî dirêj û berdewamiya berhemên din ji te hêja Vera Koyî dixwazim…

Bûbê Eser

 

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1159 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:25:57

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Hêdî hêdî şevreş li me ronî dibe!!!Banga min ji bona endamên partiyên KurdistanîEz Barzanî, HAK-PARî û PWK yî me!!!Yên şikil didin welêt siyasetmedar in!!!Eşîrên berê û partiyên me yên niha!!!Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Mejiyê ku hatibe dagirkirinSerketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Kurd û ÎsraîlDagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest dihareFirseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x