Lıbnan: Hejmara kesên di teqandina bêtêlan de hatin kuştin zêde bû

Li Libnanê hejmara kesên ku di teqandina bêtêlan de hatin kuştin, derket 20î û hejmara birîndaran ji 450yî derbas bû.

19.09.2024, Per - 10:05

Lıbnan: Hejmara kesên di teqandina bêtêlan de hatin kuştin zêde bû
Nuçe Belav bike

Wezareta Tendirustiyê ya Libnanê amarên nû yên teqîna bêtêlan pêwendiyê yên roja çarşemê ragihandin

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, li paytext Beyrût û li herêmên din 20 kes di teqîna bêtêlan ragihandinê de hatin kuştin û ji 450 kesî zêdetir jî birîndar hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê diyar kir ku birîna hinek ji wan giran e.

Teqandina cîhazên ragihandinê

Pêr amûrên pêwendiyê yên Pagerê yên ku çekdarên Hizbulaha Libnanê bi kar tînîn di êrişeke sîber de hatin teqandin.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku 2 hezar û 800 kes birîndar bûne û birînên 200 kesî giran in.

Hizbulahê piştre bi rêya hesabê xwe yê Telegramê ragihand ku 12 endaman wan mirine.

Hizbulahê di daxuyaniya xwe de navên miriyan û salên wan ên jidayîkbûnê jî dan.

Duh jî di dema merasîma veşartina 4 kuştiyên teqîna pêr a amûrên pêwendiyê de careke din cîhazên Pagerê û cureyên din ên pêwendiyê hatin teqandin.

Her wiha li gorî zanyariyan panelên elektrîka rojê û çend amûrên din cuda jî hatine teqandin.

Rayedarên Libnanî Îsraîlê wekî berpirsyarê bûyerê dibîne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x