Danasîn!

Bakur Art û hunerê şêwekarî-Fewzî Bîlge,Çidem Baran.

Şeyhmus Ozzengîn

13.09.2024, Cum | 15:33

Danasîn!
Nêrîn Belav bike

Ev demek dirêje ku deng, qêrîn û awaza şêwekar, pêkersaz û hunermendên Kurd digihînim we xwedvanan û wan bi we didim naskirin. Huner, estetîka (xweşikîya) civatê ye. Civat bê xemil, xeyal ramanan xweşik nabe. Hunermend dengê xemil, xem û xeyalên civatê ye. Nabe ku em Kurd jî ji vî deng û rengî mahrûm bimînin.

Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan da, di nav Kurdistanîyan da bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezin e. Di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê da hêla herî jibîrkirî huner e.

Ji van hunermend û nivîskarên wêjeya Kurdî min Hunermend û nivîskar Fewzî bîlge û Çidem Baran jî dabû danasîn. Herdû hunermend wê wextê bi hev re li Batmanê bûn. Fewzî Bîlge kargehek bi navê Soresorê vekiribû û Çidem Baran jî pêşî wek şagirda Fewzî Bîlge, lê piştî salan Ew bû tayekî hunera şêwekarî û nivîskara wêjeya Kurdî. Bû xebakareka hunera şêwekarî û wê û Fewzî mil dan hev û koçî Stenbolê kirin. Li Stenbolê bi navê “Bakur Artê” kargehek hunerê a nû vekirin. Min xwest carek din van herdû hunermedên hêja, kar û xebatên wan û hest û ramanên wan yên ku li Bakur Artê bên efirandin, bi we re parvebikim.

Li ser cîhguhertina ji Batman çûna Stenbolê Fewzî Bîlge van hestên xwe bi me re parvedike, bê ku kûr kûr têkeve nav sebebaı cîh guhertinê.

“Ez berê weke Fewzî Bîlge bîbêjim ku ez ji bo îdealên xwe pêk bînim – ji ber ku însanekî îdealîst im- ji Stenbolê di sala 2000’an de çûm li Batmanê bi cih bûm û min li wê derê kargehek bi navê Soresorê vekir. Di nava 15 salande bi daxwaz û bawerîya tevgereke hunerê şêwekarî pêk bînim bi zimanê xwe min dersên wêne û piştî deh salan jî yên edebîyatê dan şagirtan. Gelek kesan ji wê kargehê sûd wergirt. Heta mirov dikare bêje bandora xwe berê li bajêr piştre jî li welêt hemûyî kir. Ji ber hinek sedeman, piştî pazdeh salan min xebatên xwe yên li Batmanê bi dawî kirin û li Amedê bi cih bûm. Li Amedê min hemû hêza xwe da xebatên xwe û tabî min hem wêne wênandin û hem jî nivîsand û pirtûkên xwe weşandin.  Piştî deh salên li Amedê ji ber ku Çidem Baran jî dixwest em kargeheke wêne vekin û me xist serê hev û me li Stenbolê bi navê Bakur Artê kargehek vekir.”

Niha di kargeha Bakur Artê de Hunermend Fewzî Bîlge û Çidem Baran bi hev re ne. Li Bakur Artê dest bi kar û xebatên xwe yên hunerê şêwekarî û xebatên wêjeya Kurdî kirine. Li ser pirse hêvî û armêncên wan Fewzî Bilge dibêje;

“Gavê tenê ez û wênesaz û nivîskar Çidem Baran bi tenê ne.

Sedemek an daxwazeke me ya cuda tune ye. Me li welêt çi dikir em ê li Stenbolê jî bixwazin wê bikin. Bi kurtasî pêdivîya me her duyan jî bi guhertinekê hebû. Di fikir, raman û daxwazên me de tu guhertin tune ye û piştî du salan em difikirin cardin vegerin Amedê.”

Hunermendê hunerê şêwekarî û Nivîskarê wêjeya Kurdî Fewzî Bîlge, li ser xebatên xwe û Hunermenda taybet a xetên delal yên hunerê şêwekarî û wêjeya Kurdî Çidem Baran raman û armancên xwe yên hevpar didomînin;

“Erê min û Çidem Baran bi hevdu re Bakur Art li Stenbolê vekir. Jixwe berê jî me bi hev du re çend karên hevbeş kiribûn. Mîna amadekirina Ferhenga Hunerê ku di 2022’an de hat weşandin. Di 2012’an de li Almanya vekirina pêşangeheke wêneyan a hevbeş û gelek tiştên din yên hunerî.

Çidem Baran şagirta mina a kargeha Batmanê bû. Berê dest bi karê wêne kir. Piştre jî dest avêt pênûsê û êdî xwedî gelek berhemên  (wêne-wêje) hunerî ye.”

Li pirsek “di warê hunerê şêwekarî, di asta ziman û wêjeya Kurdî de armanca Bakur Artê çîye de jî vê bersîvê bi me re parvedikin.

“Armanca Bakur Artê hilberandina hunerê ye. Jixwe kargeha me tenê hilberînê pêk tîne. Ji ber ku mirov biçe ku xwe jî bi xwe re dibe.

Asta berhemên me çi ye ne çi ye em nizanin, belkî di pêşerojê de rexnegir bersiva vê pirsa we bidin.

Em hêvî dikin ku di her qadê de berhemên kurdî- kurdan bilindtir bibin û em ji weke du hunermendan hewil didin ku du keviran deynin ser hev du.”

Hunermendên me jibîrkirî, bêpiştgirî, bi hunerê xwe liberxwe didin. Mixabin, keda van hêjayan wek girêkek kor di qirika wan de sêwî û bê xwedî, bê piştgirî maye. Ji ber boranên siyasî, huner, di nav kurdan de, di nav Kurdistanîyan de bi giranîya xwe, cîhê xwe negirtîye. Ev kêmasêyek mezin e di kar û xebatên çand û huner û çapemenîyê de.

Emê her bi wê hêvîya ku rojekê miletê me, rewşenbîrên me, nivîskar û sîyasetmedarên me, dewlemend û karsazên me guhê xwe bidin van dangan û bibin piştgir ji keda van hêjayan re, ku huner li Kurdistanê, di nav kurdan de derkeve astek bilind.

Not: Ez li jêr hinek xebatên Hunermend û nivîskar Fewzî Bilge û Çidem Baran datînim.

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1575 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:55

Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye!Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber!Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve?PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e!Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî!Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê!Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan!Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VIDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VDîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IVDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIIDîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê IIDîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê!Abdullah Kiran û Kurdperwerî!Mirwet!Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin!Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye!Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya!Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye!Bingeha Mirovatîyê Xîret e!Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê!Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir?Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe?Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye!Dîktatorîya Îslamî û mirovatî!Panorama 2023Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê yeNemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê!Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê!Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV)Rûpelek ji Dîrokê (III)Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji DîrokêRêbaza Doza Kurdistanê!Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK!Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne?Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn!Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû.Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend!Birek û Dar!Erdhej û dewleta tirkan!Zarokên KurdBaşûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê!D A N A S Î N!J e n o s î d!Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e!Panorama 2022Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan!Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere?Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne!Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa!Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e!Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran!Jîna Emînî û Îran!Êlûn û Referandûm.Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê!Dêr a ZehferanêLi İraqê Çi dibe?Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne!Dilovanekî Kurd; Abit GursesÇareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê!Finlandîya-Swêd û PKK!Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê!Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm!Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê!Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê!Lepên TarîQedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye!Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ!Rewşenbîrîya Kurdan û PKK!Panorama sala 2021ê!Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê!Kurdistan!Bêdengîyek metirsîdar!Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê?Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin!Dewletek federal a İraq Mumkûn e?Modela İraq, Kurd û hilbijartin!Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê!Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron!Kurdistan û Efxanîstan!Afganistan û metodên Emerîka!Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in?ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe!Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye!Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa!TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî!Serkirdeyên PKK û Kurdkujî!Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye!Partîhezî û Neteweperperwerî!Riza T.Hulmanî -AGAHÎ!S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“!BEXDA!Dr.Husên Duzen û mijarek civakî!DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran!Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!''Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê?Ji Raya Giştî reÊrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin?Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze?Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast!Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê!„Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê!PANOREMA 2020Fabel û Riza Topalê Hulmanî!Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN!GELÎYÊ ZÎLAN!Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî!Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk!Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter!Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“Joe Biden û Kurd!John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê!Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin!Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî!Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye!Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê!Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin!Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye!Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka!Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in!'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast!Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan!Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin!Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin.YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist!PANORAMA 2019 an!Pirsgirêkên YNK û Kongre!Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare!Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e!Wê dahatên neftê ji kurdan re binDenklem Tên Guhertin!Divê Kurd Çi bikin?Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e!Li Sûrîye Guhertin û Denklem!Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke!Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd!Hunermend -Arif SevinçHunermendê Mozayîkê, Îman HisênKurdistan û Kedkarên Berhemên Milî!Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo)Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin!ŞûjinBiranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!'Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x