Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!

”Sîmurglar û Sîmurglar Kurd Kapanî”

11.09.2024, Çar - 17:19

Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!
Nuçe Belav bike

Me weke miletê kurd heta salên 2000î jî ji ber kêmnivîsandina kurdî ya kurdan û ne bikaranîna zimanê şêrîn di warê nivîskî de, em ji  gelek hêjayiyên xwe bê par man. Her weha em bi gelemperî bi nivîsên li ser dîroka xwe ya çi bi destê dagirkeran û ya jî çi bi destê hin dostên ewropî ku nivîsîbûn, xwendibûn û hin tiştan fêr bû bûn. Lê divê em jî bîr nekin ku dagirker her tişekî weke xwe dinivîsînin.

Ji xwe dagirker tu caran nexwazin û wê nehêlin ku kurd rastiya xwe bizanibin û dîroka xwe ya ku bi xwînê hatiye avdan nas bike. Çi dema kurd wê dîrokê nas bikin, wê bi mejiyekî kurdewarî li hember wan dagirkerên ku ewqasî zilm li me kurdan kirine rawestin û derewên wan ji raya cîhanê re eşkere bike.

Lê êdî nivîskarên me jî ne kêm in. Êdî kurd dîroka xwe, bûyer û kiryarên hatine serê gelê xwe, bi qelema nivîskarên, xwe li ser asasê rastiyê fêr dibin. Ji ber ku kesên dîroka xwe nexwînin wê nasnekin dê nikaribin tekoşîna gelê xwe jî li ser asasekî rast bidin.

Vajokirin an berovajîkirina dîrokê dibe sersedema rastiya ku kurd xwe nas nekin. Loma jî li gor min heta niha dagerker di vî warî de bi serketin e. Lê ji niha û pêde wê serketina wan bibe bela serê wan…

Dema ku min dest bi xwendina berhemên (Sîmurglar û Sîmurglar Kurd Kapanî) nivîsakara kurd hêja Vera Koyî kir, ez bi xwe jî fêrî hin tiştên ku heta niha min û dibe ku gelekên din jî nizanîbûn fêr bûm û dibin. Fêrbûna me bi vê jî ew e ku êdî baş tê zanîn û dîtin ku pkkya ku ji teref dagirkeran hatiye damezrandin, armanc û hedefa wê ew bûye ku tevgerên bakurê kurdistanê têk bibe. Ciwanên kurd ji bona parastina komara tirk, bike qurban.

Her weha wan ciwanên xwîngerm ku ji bona azadiya welatê xwe derketibûn serê ciyan, hatibûn tasfiyekirin ango têk birin.  Me gelekan, kêm zêde rewşa şervanên mêr zanî bûn. Lê di van berhemana de em fêrî tiştên hatine serê şervanên keçên kurd, dixwînin. Fêr dibin ku tiştên pkk aniye serê wan keçên hêja li vê dinyê tu rêxistinan neaniye serê jinên xwe.

Wan keçên bi xwîneke germ û bi kelecaneke welatparêzî bi baweriya kurdistanî derketibûn serê ciyan ku welatê xwe azad û serbixwe bike. Çawa hatine tasfiyekirin û tunekerinê, bi zelalî hatiye nivîsîn. Mirov di berhemên hêja Vera Koyî de dibîne û dixwîne ku keçên kurd, rastî çi hatine. Xwezî her kesên ji pkk veqetiyabûn an reviyabûn, wan jî bikarîbûna weke hêja Vera Koyî binivîsandana. Her çiqasî hin hatibin nivîsîn jî lê kêm in.

Ji ber ku nivîskara hêja bi xwe jî yek ji wan şervanan bû ku bi daxwaza azadî û Kurdistaneke serbixwe dest ji xwendina xwe ya uniwersîtê kişandibû, tevlî gerîla bû bû. Ji bona welatê xwe bighêjîne azadiya wî. Lewra ew bû bû şervaneke çalak weke jineke Kurd. Lê li wir ew û kesên din rastî çi dibin û çi dibînin bi zelalî hatiye nivîsîn. Di virde ya herî girîng ew e ku tiştên li serê ciyayên Kurdistanê ku ew keçana çawa hatine tasfiyekirin û bûne qurbana tevgereke li ser navê gelê kurd ku berê wî bide tirkbûnê û tunekirinê, bi me dide zanîn…

Hêja Vera Koyî bi xwe jî dibe şahîda gelek bûyerên ku çawa keçên kurd yên welatparêz di nava tevgera pkk ya ku ji bona tunekirina kurdan û parastina komara tirkiyê hatibû damezrandinê, dibîne. Dibîne û dinivîsîne ku wan keçên canfîda, xwîngerm û xwenda ku dibin şervaneke gelê xwe. Lê ew dibin qurbana wan berpirsiyariyên nexwenda û nezan. Helbet ew berpirsên nexwenda û nezan jî li gor destûr û bernameya pkk tevgeriyane û digeriyan. Ji ber ku di destûr û bernameya pkk de tunekirina kurdan û şêrinkirina Kemalîzmê heye.

Dema ku min ”Simurgalar û  Simurglar Kurd Kapani” xwendin yek ser fêr bûm ku rêxistiniya pkk jî weke ya zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî yê bû.

Min gelek caran gotiye û nivîsiye ku zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî yê ji bona hemî kurdan mîladeke nû bû. Ev ew mîlad bû ku divê wan çi bi destê zalimên xwe û çi jî bi destê zilamên xwe yên kurd tevgera bakurê kurdistanê têk bibiranan û nehêştina perçên din jî bighêjin azadiya xwe…

Ji ber ku damezrandina pkk li ser vî asasî bû.

Bala xwe bidinê ku li zîndana Diyarbekirê Gardiyanên me hemî ji kesên nezan û nexwenda pêk hatibûn. Dema kesên nezan jî firsetê bibînin li ser serê kesên zana dibin agir û pêtî ku wan dişewitîne. Girtiyên wê zîndanê li ser destê wan Gardiyanên nezan hatin kuştin û gelek ji wan bûn nokerên karbidestê wê. Helbet ew zîndan jî xwedî destûr û bernameyekê bû ku dê çawa qehremanên kurd li wir biqedîne an bike tirkê baş.

Lê dema min ev herdu berhemên hêja xwendin, dît ku piraniya xwendevanên ku uniwersiteyên xwe terikandibûn û li ser ciyayên Kurdistanê bû bûn, bin emrê wan kesên ku dibistan nexwendibûn. Ji ber vê girîng e ku divê herkes ji nûde li wê zîndanê vegerin. Tiştên li ser wê hatine nivîsên bixwînin û bidin xwendin. Ji bona ew zîndan baş bê fêr kirin jî divê herkesên ku di wê zîndanê de mane li ser wê binivîsînin da ku em weke kurd bighêjin rastiya wê.

Tevgera pkk ya ku dagirkeran ew damezirandine jî weha ye. Ji bona ku ew baş bê fêmkirn û zanîn divê herkesên ji ber tofana wê reviyan e û tiştên dîtine binivîsînin da ku em weke gel baştir pkk nas bikin.

Çawa ku li wê zîndanê kesên zana û xwedî erkên mezin (weke mamoste, parêzger, doktor, serok û rêberên partiyên kurdistanî) ji destên wan gardiyanên nezan lêdan dixwarin û tiştên ne aqilane dihate serê wan.

Li ser ciyayên kurdistanê ku keç û lawên ji bona azadiya gelê xwe çûbûn wir jî, li ser destê berpirsiyarên nexwenda û nezan rastî çi dihatin an hatibûn nivîskara hêja Vera Koyî pir bi zelalî ew anîne zimên. Ji ber ku ew jî şahîdeke wê demê û gerîlayeke wê tevgerê bû. Ji ber ku wê jî weke gelekan dest ji xwendina xwe ya unîwerstê kîjandibû da ku bikaribe ji bona azadiya gelê xwe kevirekî bide sere kevirekî.

Lê hezar mixabin li ser serê wan çiyayên kurdistanê ew dibe şahîdê ku tim kevir li ser serê kesên zana, jîr û jêhatî û ewqasî welatparêz bûn, dihate danîn da ku ew di bin wan keviranda can bide û tune bibe. Ji ber ku serok û rêvebirên nezan tim jî ji endamên xwe yên ji wan zanetir bi tirs in.

Bi rastî ez ne rexnegirek im. Loma min weke rexnegirekî ev berhemên hêja nexwendin. Dibe ku  hin rexnegirên me vê bikin. Lê mixabin piraniya wan jî ji pkk ditirsin ku vê bikin. Piraniya wan newêrin berhemên li ser pkk hatine nivîsîn şirove bikin. Ev jî halê rexnegirên me ne.

 Min xwend ku bizanibin ew keça hêja û şervana gelê xwe ku hemî tiştên xwe ji bona gelê xwe heba kiri bû. Bi çi armancê û li ser çi asasî bû bû gerîla û rastî çi  hatibû, fêr bibin û bizanibim. Di şexsiyeta wê de fêr bûm ku li serê wan çiyayên dostê kurdan, çi afat û tofan hatibû serê jin û keçên kurd yên di nava pkkê de, agahdar bûm.

Ez hîvadarim ku her kurdek van berhemên hêja û bi tirkî hatine nivîsîn bixwînin. Bawer bikin ne adeta min e ku li ser berhemên kurdan yên bi tirkî hatine nivîsên binivîsînim. Ez ne li gel im ku berhemên nivîskarên kurd berê bi tirkî dûre jî bibin bi kurdî, me. Lê divê vana bibin bi kurdî û gelek zimanên din jî.

Lê kîjan berhema berê bi kurdî bê weşandinê, dûre bibe tirkî an kîjan zimanê li gel im. Hêvîdarim ku ev berhemên hêja (ku min ji xuşka hêja re pêşniyar kir ku bibin kurdî) jî zûtirîn demê bibin bi kurdî. Divê kurdên perçên din jî wan bixwînin û fêr bibin ku bê pkk jî weke karbidestên zîndana Diyarbekirê, çawa dixwestin ku kurdan tune bike û Kemalîzmê bi wan bide qebûlkirinê. Ji xwe li wê zîndanê jî eynî tişt dihate kirin. Ango wan jî dixwestin ku girtiyên wê zîndanê de bûn, bikin tirkên baş.

Pêşniyara min ew e ku ji bona em pkk û zîndana Diyarbekirê, armanc û hedefên wan, kiryar û bûyerên wan baş fêr bibin, divê hemî berhemên li ser wan hatine nivîsîn ji teref komîteyeke bê layan ango alî bêne topkirin û tahlîl kirin. Wê demê dê bê zanîn ku rêxistinbûna pkk û ya zîndana Diyarbekirê weke hev bûn. Yanî ava herduyan jî ji yek cihokê diherikî û hê jî diherike.

Mirov dikare gelek tiştan li ser van  herdu berhemên hêja Vera Koyî binivîsîne. Lê divê herkes bi xwe wan bixwînin. Li gor min divê vana ne weke du berhem, weke yek berhem û bi kurdî jî bê weşandin. Her weha heger rojekê em jî bibin xwedî dewleta xwe, ev jî weke gelek berhemên kurdan dikare bibe filmê sînemayê jî. Ji ber ku aqilê kurdan di çavên wan de ye. Heta ku bi çavên xwe nebînin nikarin bawer bikin.

Lê ya herî baş û rast ew e ku divê ev ji teref kurdan bê xwendin da ku damezirandina pkk, armanc û hedefa wê ya şêrînkirina Kemalîzmê bi kurdan û berê kurdan berbi tirkbûnê birinê, fêr bibin..

Destên te sax bin, mala te ava be hêja û nivîskara Kurd Vera Koyî ku te berhemeke hêja pêşkêşî gelê xwe kirî ye. Te erka xwe anî cih. Niha jî dora xwendevana ne. Ez temenekî dirêj û berdewamiya berhemên din ji te hêja Vera Koyî dixwazim…

Bûbê Eser

 

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 1219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:48:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x