'Xweserî û Paradigma' Mazlûm Evdî!

03.02.2025, Pts - 16:27

'Xweserî û Paradigma' Mazlûm Evdî!
Nuçe Belav bike

Ev demek dirêje, çavê hersê perçên din yên Kurdistanê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê ne. Ji ber ku li vî beşê Kurdistanê jî derfetek derketîye ber miletê Kurd û hêvîyên mezin di paxila xwe de mezin dike.

Lê mixabin, rêveberên ku ev 12 sale îradeya kûrdên vî beşê Kurdistanê zeft kirine û bi sîstemek totalîter dimeşînin, her vê hêvîyê dijkînin.

Me her hêvî dikir ku wê Kurd li vî beşê Kurdistanê bingehek bihev re xebatê, ku daxwazên xwe bikin yek ava bikin, bikaribin li ser xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê mafê Miletê Kurd û pêkhateyên li ser xaka Kurdistanê dijîn biparêzin. Mixabin ev hêvî bi daxuyanîyên serkirdeyên leşkerî yên vî beşê Kurdistanê re dijkên. Yek ji van serkirdeyê Hêzên Demokratîk yên Sûrîyeyê Mazlûm Evdîye!
Dibêje;
"Kurdên Sûriyeyê naxwazin ji welêt veqetin yan jî wekî Herêma Kurdistanê hikûmeteke xweser û parlamentoyeke xwe ava bikin.Xelkên bakurrojhilatê Sûriyeyê dixwazin di dewleteke nanavendî de kar û barên xwe yên cihî bi rê ve bibin"
Di virde Mazlûm Evdî paradigma Apoîzma malxerab diparêze. Li dij federasyonek milî a Kurd, ku beşek ji erdnîgarîya Kurdistanê ye. Vê herêma Başûrê Rojavayê Kurdistanê, wek beşek ji erdnîgarîya Kurdistanê red dike û dibêje "evder axa Surîyeyi"! Dema ku peyva “nanavendî“ bikartîne jî, qezda wî, di asta redkirina xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê ku ne xaka Kurdistanê de ye.
Gelo Kurdistan û xaka kurdan kevine yan, dewleta Sûrîyeyê? Mazlûm Evdî, ya ji hêla dîrokî û erdnîgarî de cahîlekî kurda ye, an jî bi zanistî, peyayê paradîgma Ocalan bi xwe ye! Ticarî vê paradîgmayê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, navê erdnîgarîya Kurdistanê bikar neanîne. Her gotine, “Bakurê Sûrîye“ yê(!)
Di paradigma PKK de jî Başûrê Rojavayê Kurdistanê, wek beşek ji axa Kurdistanê nayê qebûlkirin. Di programa sîyasî a PKK de ev beşê xaka Kurdistanê têt redkirin û têde derbas dibe ku "evder axa ereba ye, ne xaka Kurdistanê ye. Ji ber serhildanên bakurê Kurdistanê Kurd koçî vir bûne û li Sûrîyê Kurd penaberin."(!)
Mazlûm Evdî, Ji bona vê paradigma PKK meşrû bike jî dibêje;
"Sûriye ne Îraq e û Îraq ne Sûriye ye û bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne Kurdistana Îraqê ye.” Bi vê gotinê formîla federasyona Başûrê Kurdistanê red dike.

Di eslê xwe de herkes dizane xaka devleta İraq ku li ser ava bûye û xaka ku dewleta Sûrîyeyê li ser ava bûye çi ye!

Herdû dewlet jî li ser du beşên Kurdistanê ava bûne. Ji hêla dîrokî de avakirina van dewletan û perçekirina Kurdistanê di yek demê de ye û ev herdû dewlet jî li ser axa Kurdistanê ava bûne. Xwedî dîrokek 100 salî ne.

Eynî avakarî ji dewleta tirkîyeyê re jî derbas dibe. Ev hersê dewlet jî ji terefên hêzên wê demê yên emperyal (İngilîstanê û Fransayê) de hatine avakirin. Ev hersê dewlet jî ji kûraya dîrokê nayên û hatine avakirin. Lê Mazlûm Evdî di gotara xwe de avakirina van dewletan meşrû dibîne. Li Sûrîyeyê jî beşek ji xaka kurdan red dike. Ev paradigma ne di xizmeta Kurd û Kurdistanê de ye û dijminê berjewendîyên miletê Kurd e.

Ji 2013 dan de bi dehhezaran zarokên kurdan di ber wê xakê de cangorî bûn. Ji herçar perçên Kurdistanê, kurdan piştgirî da Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Hîn jî ji Bakurê Kurdistanê bi sedan şervanên Kurd li ser wê axê biçek in. Başe, madem „ewder ne Kurdistane“, çima we gazîya seferberîyê îlan kir û alîkarî ji kurdan xwest?

Çima we ji ereban ev alîkarî nexwest?

Heger ev paradîgma li Başûrê Rojavayê Kurdistanê kurdan temsîl bike, Kurd wê derfetek dîrokî wenda bikin. Divê hêzên din yên kurdan derkevin pêş û vê paradîgma dijminane şermezar bikin. Mafê miletê Kurd li ser xaka Kurdistanê misoger bikin û desthilatdarîyek Kurd û Kurdistanê li ser xaka Başûrê Rojavayê Kurdistanê bêt avakirin.

Ji hêla çekdarî de jî Mazlûm Evdî gotina xwe, ne li gor federasyonek Kurd û Kurdistanê, wek “beşek ji axa Sûrîyeyê ku xaka ereba ye û Kurd lê dijîn“ dîyar dike û li gor vê pîlanê dibêje;
Piraniya komên çekdar ragihandibû ku ew dê bikevin bin hukmê Şamê û biryara ku HSD dê li ser vê mijarê bide jî mijareke sereke ye.“(!)

Qezda Mazlûm Evdî ku dibêje; „Sûriye ne Îraq e û Îraq ne Sûriye ye“, esas dixwaze bêje ku em formîla mîna avakirina artêşa İraqê û Pêşmergên Kurdistanê reddikin û “Em dixwazin bibin beşeke hêzên Sûriyeyê lê ji bo vê diyalog û garantî pêwîst in” (!)

Garantî ewe ku artêşa kurdan li ser xaka Kurd û Kurdistanê, hêzek milî a parastina maf û xaka Kurdistanê be. Ev hîmekî serete yê garantîyê ye. Lê Mazlûm Evdî dixwaze xwe wek peyayê dewleta Şamê bipejirîne, bike walîyekî herêmî û desthilatdarîya xwe garantî bike, ne ya miletê Kurd li ser xaka Kurdistanê.

Divê kurd li Başûrê Rojavayê Kurdistanê vê tehlûkê bibînin û tedbîrên xwe bistînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 396 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x