Îraqê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek belav kir.

03.02.2025, Pts - 10:45 [ Güncellenme: 03.02.2025, Pts - 11:23 ]

Îraqê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku êrişa Qada Gaza Kormorê ziyanên mezin çênekirin.

Odeyê da zanîn ku di encama êrişê de tenê agir li nêzîkî tankerên sotemeniyê yên Qada Gaza Kormor derketiye lê ti ziyanên canî û madî çênebûne û bandor li asta hilberînê jî nekiriye.

Li gorî Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ferman daye ku komîteyeke ewlehiyê û teknîkî were avakirin.  

“Sûdanî fermana avakirina komîteyekê da”

Odeya Ragihandina Ewlehiyê ya Îraqê di berdewamiyê jî de got:

“Fermandarê hêzên çekdar ên Îraqê biryar da ku komîteyeke ewlehiya teknîkî were avakirin da ku sedema bûyerê were destnîşankirin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş jî bi rêveberiya qada operasyonê û Fermandariya Pêşmerge ya li Silêmaniyê û herêmên nêzîk re pêwendiyê didomîne da ku bûyer li ser erdê were şopandin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew dê rê nedin ti hewldanên ku aborî û berjewendiyên gelê Îraqê bixin metirsiyê û ew dê çavdêriya hemû hûrgiliyên bûyerê bikin.

Her wiha hat ragihandin ku hêzên wan dê li dijî her hewldana têkbirina ewlehiya aborî ya Îraqê bisekinin û kesên ku dest diavêjin van hewldanan dê werin cezakirin.

Îşev êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Qeymeqamê Çemçemalê Remek Remezan ji Rudawê re eşkere kir ku êrîş beriya demekê pêk hatiye û ew nizanin êriş bi mûşekan an jî bi dronan bûye.

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê jî li ser êriş daxuyaniyek belav kir.

Wezareta Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê got:

“Bi dron êrişî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin.

Hilberîna gazê li Kêlgeha Kormorê asayî ye û di veguhaztina gazê ji bo stasyonên elektrîkê de ti pirsgirêk derneketiye.”

"Milîsan êriş kiriye"

Li aliyê din Birêvebiriya Giştî ya Dijeterora Kurdistanê jî jî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Dijeterora Kurdisanê da zanîn ku êriş ji herêma Beşîrê hatiye kirin û milîsên ew êriş kiriye.

Li gorî daxuyaniyê ji ber êrişî ziyanên canî û madî çênebûne û kêlgeh û Kompanyaya Dana Gaz bi temamî tê parastin.

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi hûrgilî lêkolîna vê binpêkirinê dikin û her agahiyeke nû ya di vî warî de dê were ragihandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 82 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:02:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x