Îro 17ê Berçile, Roja Alaya Kurdistanê ye û bi vê boneyê, çendîn merasîm li saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê tên lidarxistin.
Bi vê boneyê, Kurdistaniyên li seranserê Herêma Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên rêzgirtinê ji bo alaya Kurdistanê lidar dixin.
Di sala 1919an de, Dr. Kamran Bedirxan heman ala, wek alaya Kurdistanê nîşanî welatên Ewropayê da.
Di salên 1960î de, Komela Xwendekarên Kurd li Ewropayê heman ala di gelek boneyên cuda de hildan. Herwiha piştî sala 1970î, revenda kurdî ala Kurdistanê di çend boneyan bilind kir.
Piştî Serhildana Kurdistanê ya sala 1991ê jî, ev ala li ser baregehên partî û dezgehên ragihandinê hat bilindkirin.
Di 11/11/1999an de, Parlamentoya Kurdistanê yasaya jimare 4 li ser Alaya Herêma Kurdistanê derxist. Di 19/6/2009 de, Parlamentoya Kurdistanê roja 17ê Berçile wek Roja Alaya Herêma Kurdistanê ragihand.
Sedema diyarkirina vê rojê, vedigere bo roja 17ê Berçileya 1945an ku li Mehabadê alaYA Kurdistanê li ser saziyên Komara Kurdistanê hat bilindkirin.
Piştî ku alaya Kurdistanê li bereyên şerê bergiriyê, li dijî terorîstan hat bilindkirin, Alaya Kurdistanê di hemû platformên navdewletî de bû semboleke naskirî ya berxwedana Pêşmergeyên Kurdistanê.
Alaya Rengîn ji sê rengên sereke pêk tê ku dirêjahî û firehiya her sê rengan wekî hev in. Li jorê alayê bi rengê sor, li navîn bi rengê spî û li jêr a alayê bi rengê kesk hatiye xemilandin. Li navîn, nîşana rojê bi 21 tîrejên wekhev hatiye bicihkirin û nîşana rojê bi awayekî geometrîk cihê xwe di nîvê alayê de digire.