Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin

Mezlûm Ebdî da zanîn ku Amerîka, Fransa û Brîtanya di navbera wan û Şamê de navbeynkariyê dikin.

03.02.2025, Pts - 11:04

Mezlûm Ebdî: Amerîka, Fransa û Brîtanya navbeynkariyê dikin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li ser mijarên li rojevê ji Associated Pressê (AP) re axivî.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got divê piştî nemana desthilata Esed dewleteke sekuler, demokratîk û nanavendî were avakirin û hemû welatî bêyî ferqên dînî û nijadî wekî hev bin.

Mezlûm Ebdî bi bîr anî ku ew û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) re li Şamê civiyane û got ku her du alî bi alîkariya navbeynkaran dixebitin da ku ji bo paşeroja Sûriyeyê û paşeroja Kurdan jî hinek lihevkirin çêbibin.

Ebdî got divê hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin çimkî DAIŞ dê sûdê ji vekişînê bibîne û ev yek dê bandorê li ewlehiya hemû herêmê bike.

Çarşema borî (29.01.2025) li Şama paytexta Sûriyeyê "Kongreya Serkeftinê" hat lidarxistin û Ehmed Şer wekî Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhestinê hati destnîşankirin.

Fermandarê Kurd diyar kir ku ew dawetî vê kongreyê nehatine kirin, beşdarî nebûne û ji ber wê jî li serê tiştekî nabêje.

Ebdî destnîşan kir ku diyaloga Ehmed Şer û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berdewam dike û got "Helwesta me dê li gorî encamên danûstandinan be."

“Amerîka, Brîtanya û Fransa navbeynkariyê dikin”

Mezlûm Ebdî eşkere kir ku dîtina HSDyê li ser bingeha diyalog û têgihîştinê ye û diyar kir ku endamên Koalîsyonê yên wekî Amerîka, Brîtanya û Fransayê di navbera HSD û rayedarên Şamê de navbeynkariyê dikin.

“Dîtina me ya li ser Sûriyeyê welatekî nenavendî ye”

Ebdî daxuyand ku ew dixwazin Sûriye welatekî yekgirtî bimîne û hikûmeteke navendî li Şamê hebe û pê de çû:

"Dîtina me ya li ser Sûriyeyê, welatekî nenavendî, sekuler û sivîl e ku li ser bingeha demokrasiyê hatiye avakirin û mafên hemû pêkhateyên wê diparêze.

Sûriye curbicur e û ne tenê ji Suniyan pêk tê. Nasnameyên din jî hene.”

Xweserî û parlamentoya cuda

Ebdî got Kurdên Sûriyeyê naxwazin ji welêt veqetin yan jî wekî Herêma Kurdistanê hikûmeteke xweser û parlamentoyeke xwe ava bikin.

Wî got xelkên bakurrojhilatê Sûriyeyê dixwazin di dewleteke nanavendî de kar û barên xwe yên cihî bi rê ve bibin û berdewam kir:

"Sûriye ne Îraq e û Îraq ne Sûriye ye û bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne Kurdistana Îraqê ye.”

Piraniya komên çekdar ragihandibû ku ew dê bikevin bin hukmê Şamê û biryara ku HSD dê li ser vê mijarê bide jî mijareke sereke ye.

Ebdî got, “Em dixwazin bibin beşeke hêzên Sûriyeyê lê ji bo vê diyalog û garantî pêwîst in” û eşkere kir ku wan pêşniyarek şandiye Şamê û “li benda bersivê ne.”

“Divê hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin”

Wî bi bîr anî ku şervanên HSDyê 12 sal in li dijî DAIŞê şer dikin û divê mafên şervanan bên garantîkirin.

Li hêla din hebûna leşkerên Amerîkayê ya li Rojavayê Kurdistanê jî bi salan e wekî xaleke diyarker e.

Piştî ku Donald Trump ducare li Koşka Spî rûnişt biryara ku dê li ser “man an vakişîna” hêzên Amerîkayê bide ji niha ve mijara germ a gelek nîqaşan e.

Mezlûm Ebdî diyar kir ku HSD di di têkbirina DAIŞê xwedî roleke girîng bû û diyar kir ku DAIŞê ji ketina Esed sûd wergirt û ji baregehên ku hêzên Esed ji wan derketin çekên birin.

Ebdî got “Divê hêzên Amerîkayê li Sûriyeyê bimînin” çimkî ji bo şerê li dijî DAIŞê pêwîst in.

 

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:17:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x