Sabrî Ok: Heta şert û mercên Ocalan neguherin em gavan neavêjin

Berpirsê KCKyê Sabrî Ok diyar kir ku heta şert û mercên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan neyên guhertin ew dê gavan neavêjin

01.02.2025, Cts - 11:19

Sabrî Ok: Heta şert û mercên Ocalan neguherin em gavan neavêjin
Nuçe Belav bike

Endamê Konseya Rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî OK derbarê pêşhatên dawî yên li herêmê û hevdîtinên Îmraliyê yên bi Abdullah Ocalan re ji Stêrk Tvyê re axivî.

Sabrî Ok eşkere kir ku Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareseriya Pirsgirêka Kurd daxuyaniyên erênî dane lê AKP cîdî nêzîkî pêvajoyê nabe.

Endamê Konseya Rêveberiya KCKyê behsa gotinên berpirsên AK Partiyê kir û got:

“Omer Çelîk çend roj berê got, bazar nîne, muzakere nîne û nizanim çi nîne. Ma napirsin wê demê çi heye?

Tenê dibêjin bila PKK çekan deyne, Rêber Apo bibêje çekan deynin.

Rêber Apo sala 2013yan de jî got, îro jî dibêje; eger ew azad ne be, tecrîda giran ranebe, eger şert û merc neguherin, hingî wê gav neyên avêtin.

Eger AKP û Tirkiye bixwazin tiştekî bikin an jî wateyê bidin çareseriya demokratîk a ku Apo bi kedeke mezin afirandiye, divê cîdî nêzîkî meseleyê bibin.”

“Em girêdayî Apo ne”

Sabrî Ok behsa rola Abdullah Ocalan jî kir û wiha domand:

 Apo ji bo çareseriyeke demokratîk û birûmet çi bêje û çi gavên pratîk bavêje, em teqez bawerin ku tiştê pêwîst dibêje û gavê pewîst davêje.

Derveyî vê tu nêrîn, helwest û lêgerînek Rêber Apo nabe. Hemû jî ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û azadiya gelê Kurd e.

Em wekî rêxistin û gelê Kurd girêdayî sekna Rêber Apo û wê rola ku dixwaze bilîze û helwesta wî ne.

Her tim jî dê wisa be lê divê dewlet jî vê fêm bike.

Niha em mêze dikin, duh û pêr qeyûm avêtin ser Şaredariya Sêrtê. Her wiha xebatkarên ragihandinê hatin girtin.

Yanî wisa xofê li ser civakê çêdikin. Nahêlin siyaseta demokratîk a Kurd nefesê bistîne û bi her awayî zextê dikin.

Her wiha li Rojavayê Kurdistanê 24 saetan şerek heye, bi awayek bêexlaq û bêyî ku quralên navneteweyî li ber çavan bigirin bombebaranê dikin.

Sîvîlan, zarok û jinan qetil dikin li aliyê din jî tê xwestin ku pêvajoyek pêş bikeve. Ev hevdu nagirin heger bieqilê gelê Kurd û mirovahiyê bilîzin, ew ne bieqil in.

Gelê Kurd gelek berdêl daye û xwedî tecrube ye. PKK jî wisa ye ti kes nikare wekî hincet û amûr nêzî Rêber Apo bibe.

Pêwîste rêzdar û cidî bin. Rêber Apo cidî ye. Pêwîste mixatabên wî jî wisa bin.

Eger wekî 2013yan û ceribandinên beriya dîsa dubare bibin dê şikestinek mezin pêk were.

Divê em wek tevger û gel jî vê rastiyê bibînin.”

“Rojava ji bo cihanê rûmetek e”

Endamê Konseya Rêveberiya KCKyê behsa şerê li Tişrîn û derdora Kobaniyê jî kir û wiha domand:

“Tirkiye ne li Rojava, ne li Bakur, ne li ezman û ne jî li erdê naxwaze îrade, rêxistin û statuyeke Kurdan hebe.

Naxwaze li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Rojava xweseriyeke Kurdan hebe. Rojava ji bo tevahî cîhanê rûmetek e.

Aniha dewleta Tirk êrişî vir dike, êrişî nirxên mirovahiyê dike, êrişî hêza rûmetê dike.

Ji bo vê jî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ava kirine.

Li hemberî hêzên HSD û YPJyê nikarin li ber xwe bidin direvin. Îrade û motîvasyona wan a şer jî nîne.

Dema ku ev nikarin encamê bistînin, Tirkiye bi xwe dikeve dewrê.

Dixwaze Bendava Tişrîn û Qereqozaqê bi dest bixe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 130 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:38:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x