Pêşeroja Sûrî Hîn Ne Dîyare!

'' Emerîka zû bi zû nêzî federasyonek bi PKK re nabe. Ez dikarim bêjim di ajenda Emerîka de bi PKK re avakirina federasyonekê li Sûrîyeyê tineye. Wê di vî warî de HSDê û hêzên din yên Kurd bikar bîne. ''

Şeyhmus Ozzengîn

11.01.2025, Cts | 15:30

Pêşeroja Sûrî Hîn Ne Dîyare!
Nêrîn Belav bike

Di ser reva dîktatorê Sûrîyeyê re mehek derbas bû. Diktatorekî dest bixwîn û zalim bû. Ev dîktator hat guhertin. Mixabin tenê guhertina dîktatorekî bi serê xwe nayê wateya “şoreşek”ê!

Şam bi operasyonek îstîhbaratî ket destê HTŞ (Heyetil Tahrîr El-Şam). Li sûrîyê tenê serokatî hatîye guhertin. Hemû bingeha hêzên dewletê, artêş, Îstîhbarat û brokrasîya dewletê dinav de, têt parastin. Tiştê ku di 08.12.2024 an de li Sûrîyê bû, têkçûna hêz û dewletên ku piştgirî didan rejîma Sûrîyeyê bû. Esad tasfîye bû. Yanî serokê Sûrîyeyê hat guhertin.

Kî bûn ev hêz?

7ê Cotmehê, bû pêngava guhertina herêmê bi xwe. Şerê ku di navbera HAMAS û Îsraîlê de destpê kir, di eslê xwe şerekî di navbera rejîma Îslamîst a Îranê û Îsraîlê de bû. Hemû proksîsên bi ser Îranê (Hamas, Hizbullah, Hûsîyên Yemenê, milîsên Îran yên li Sûrîyeyê, Haşdî Şabî) ve beşdarî vî şerî bûn. Bi beşdarbûna Hizbûlah re, şer Libnan jî girt nav xwe û di vî şerî de pişta HAMAS û Hizbullahê şikest. Rejîma Sûrîyeyê, wek binkeya van hêzên wekaletê bû hedefa Îsraîlê. Rewşa Îran û Bereya Îslamî li herêmê aloz bû û ber bi şikestinê ve çû. Biryara guhertina rejîma Sûrîye bi lez derket holê!

Xwedî biryaran, bi rêka HTŞ, bi operasyonek îstîhbaratî Esed mecbûr kirin ku ji Şamê derkeve û Esed revîya çû Rusyayê. Şam ket destê HTŞê. Ev hat wateya têkçûna hemû hêzên wekaletê û piştgirên rejîma Sûrîyeyê. Rûsîya, Îranê, Rejîma Sûrîyeyê û hemû hêzên Bereya Îslamî, ku di bin stratejîya Şoreşa Îslamî de beşdarî şer dibûn li Sûrîyeyê têk çûn.

Di vê guhertinê de Tirkîye xwe avêt ortê. Wek ku xwedîyê operasyona guhertina desthilatdarên Şamê ew bi xwe ne tevdegerîyan. Lê di eslê xwe de nerast e. Dema ku ev grûbên HTŞ li derdorê İdlibê di bin dorpêçekê de hatibûn îzole kirin, divêtîya wan bi Tirkîyê re hebû. Lê piştî ku Şam girtin destê xwe ew îzolasyon li ser HTŞ nema. Îmkanên têkilîyên bi derve re berfireh bû. Ew mecbûrîyeta bi Tirkîyeyê re jî bidawî hat. Tirkîye, mîna ku xwedîyê Sûrîyeyê ye tevdigere. Lê di eslê xwe de ne wihaye! Ku HTŞ, proksisek Tirkîyeyê bûna, niha Artêşa Sûrîyeyê û Îstîhbarat tasfîye bibû. Demekî ne wek ku tirk xwe davên ortê ye.

Hêza li Sûrîyeyê, ku di destê Tirkîyeyê de maye Artêşa Milî a Surîyeyê ye. Tirkîyê, vê hêzê li henber kurdan bikar tîne. Ev hêz, heta niha di nav HTŞê de bi fermî cîh negirtîye. Bi carekê de li gor ajendeya tirkîyeyê tevdigerin.

Li Sûrîyeyê niha Rewş çi ye?

Bi reva Esed re, İsraîl Parastina ezmanî, çekên balîstîk û yên giran yên Sûrîyeyê ji %86 jiholê rakirîye. Di destê artêşa Sûrîyeyê de ji %14 çekên giran mane. Di vê rewşê de li Şamê îstîkrar tineye. Rewşa hêzên ku dinav HTŞ de cîh digirin pir tevliheve.

Li herêmê Îsraîlê dokrîna xwe guhertîye.

Berê Îsraîl li gor nîyeta dewletên dijminên Îsraîlê tevdigerîya. Niha li gor kapasîta wan a şer tevdigere. Îsraîl, bi kapasîta wan a şer ve eleqedere. Ev jî guhertina dokrîna Îsraîlê a li henber dewletên herêmê bi xwe ye.

Îsraîl, hêza ku herî pir di derheqa Şamê de xwedî agahî ye. Di virde a girîng ewe ku wê Îsraîl van agahîyên îstîhbaratî bi kîjan dewlet û hêzan re parvebike!

Îsraîl, li Sûrîyeyê ji hêla leşkerî de biser ket û netîce jî girt. Niha jî dixwaze ku Kurd û Durzî li Şamê destê wan xurt bibe, ji ber ku piştgirê Kurd û Durzîya ye û hebûna destxurtbûna Kurd û durzîyan li Şamê, destê îsraîlê jî xurt dike.

HTŞ dixwaze têkilîyên xwe bi dewletên Kendavê û rojavayîyan re deyne û bi wan re bixebite. Berê li herêma İdlibê tecrît û mahkûmî tirkan bûn. Lê piştî ku Şam girtin destê xwe, ew mahkûmîya wan a têkilîyên bi Tirkîyeyê re ji holê rabû. Êdî saha wan a têkilîyan, derîyê bahrê ji wan re çêbû. Ez bawerim ev awantaj, wê têkilîyên HTŞ bi tirkan re bisînor bike.

Herêmên ku niha di destê HSDê de ne, bi teşwîk û piştgirîya Emerîka çêbûye. Wê Emerîka navbera kurdan û HTŞ çêke. Mîmarê vî karî Emerîka ye. HTŞ di têkilîyên bi kurdan re pir dîqat dike. Naxwaze bi grûban re şer bike, dahatek di vî şerê nav grûban de tineye. Zû bi zû wê HTŞ nêzîkî şerê bi Kurdan re nebe.

Wê HTŞ li angora mêzêna hêzan tevbigere. Lihevhatin û Şer îhtîmala herdûyan jî ji%50 ye. Ku di navbera HTŞ û HSD de şer derkeve, wê pir xwîn birije.

Emerîka zû bi zû nêzî federasyonek bi PKK re nabe. Ez dikarim bêjim di ajenda Emerîka de bi PKK re avakirina federasyonekê li Sûrîyeyê tineye. Wê di vî warî de HSDê û hêzên din yên Kurd bikar bîne. Di ajendeya hêzên bi ser PKKê de bi kurdan re xebata ji bona Kurd û Kurdistanê tineye. Di dîroka PKKê de tifaqeq bi kurdan re ji bona Kurd û Kurdistanê ava nebûye. Bi her cûre millet û grûban re tifaq meşandine, lê bi hêzên kurdan re ev nebûye.

Niha bandora vê ajendeyê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî dimeşe. PKK nahêle hêzên Rojavayê Kurdistanê, bi kurdan re nêzî hemahengîyek bihev re xebatê bibin. Nahêle ku kurdên Rojavayê Kurdistanê bi Îsraîlê re jî têkilîyên xwe deynin. Ev jî destê kurdan li Şamê zêîf dike.

 

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1859 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:55

Şeyhmus Ozzengîn

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Panorama 2024 Yên ku Rîya Zilmê Hilbijêrin, wê Her wenda bikin! Ji Dagirkarên Kurdistanê Dîktatorîyek Din Jî Hilweşîya! Di navbera Rejîm-Opozîsyonê de şer ber bi kude diçe? Daxwaza Dewletê û Îsraîla Duyem! Gelo Bê Şer Qeyrana Rojhilata Navîn Çareser Dibe? Birca Demokrasîyê Parlemento ye! Ji Nû ve Dîzaînkirina Rojhilata Navîn (DRN)! Sîyaseta Silêmanî û Serkirdeyên YNK Bi Agir Dilîzin! Madeyê xoşbir û Dewleta Tirk! Danasîn! Xeta YNKê Kurdistanî bû, Niha Îraqî ye! Sûrîye-Îran-hêzên wekaletê û aborîya madeyên Xoşaber! Ji Van Boranên Nû Çi Derdikeve? PKK û Perwerde ya Malxerab Di Nav Ciwanên Kurd e! Prof. Dr. İlhan Kizilhan û zanyarî! Çîroka Dr. Ezzad Afandî û Nexweşxaneya Kobanê! Tahir Elçî û Kurdkujîya Şerê Xendekan! Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê VI Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê V Dîrok û Sebeba Wendakirina Berxwedanên kurdistanê IV Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê III Dîrok û Sebebên Wendakirina Berxwedanên Kurdistanê II Dîrok û Sebebên wendakirina Berxwedanên Kurdistanê! Abdullah Kiran û Kurdperwerî! Mirwet! Di bin baskê dijminan de Kurdistan nayê parastin! Dadgeha Federal A İraqê Ne Destûrî ye! Hunermend, Şêwekar û Pêkersaz, Sîyabend Kaya! Divêtîya Herêma Kurdistanê bi Neştergerîyekê Heye! Bingeha Mirovatîyê Xîret e! Li Bakurê Kurdistanê Kurdî ketîye bin bandora wendabûnê! Kê Devê Leyla Zana Band Kir û Dîsa Banda wê vekir? Van rojan li ser kurdên bakurê Kurdistanê çi Dibe? Armanca Îranê, derxistina hêzên Emerîka ji herêmê ye! Dîktatorîya Îslamî û mirovatî! Panorama 2023 Dijminatîya Nemir Şêx Seîd, Dijminatîya Kurd û Kurdistanê ye Nemir Bahattîn Onen bibîr tîn im! HudaPar û HAMAS, Hizbullah! Senatorê Fransî Rémi Féraud û Rewşa Kurdistanê! Rastîya Cihûyan û sebeba dijminatîya Cihûyan! Yên Ku Rahêjin Agir Wê Destê Wan Bişewite! Rûpelek ji Dîrokê (VII) Xîyaneta 16.10.2017 an! Rûpelek Ji Dîrokê (VI) Rojên piştî Referandûmê! Rûpelek Ji Dîrokê (V) Roja referandûmê û encam! Rûpelek Ji Dîrokê (IV) Rûpelek ji Dîrokê (III) Rûpelek Ji Dîrokê (II) Biryara referandûmê! Rûpelek ji Dîrokê Rêbaza Doza Kurdistanê! Rojavayê Kurdistanê Çima Wenda Kir? Rojavayê Kurdistanê û PKK! Ma Ne Bess e? Kî Berpirsîyarêi Rewşa Şingalê ne? Hûn Nikarin Bi Herîyê Ro Yê Veşêrin! Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn! Tirkîye, Sûrîye û Pêvajokek Nû. Muzeya Netewî a Kurdistanê û Hunermend! Birek û Dar! Erdhej û dewleta tirkan! Zarokên Kurd Başûrê Kurdistanê û Sîstema Dewletê! D A N A S Î N! J e n o s î d! Yekitîya Kurdên Êzdî gavek pîroz e! Panorama 2022 Gerîneka Sûrîyê û Rewşa Kurdan! Tirkîye Çima Ewqes Wêrek Tevdigere? Berpirsê teqînê li kêleka we rûniştî ne! Rewşa Dîyaspora Kurd li Ewrûpa! Îran qesabxaneya ciwanên çalakvanan e! Dîktatorîya îslamî û şensê xwepêşanderan li Îran! Jîna Emînî û Îran! Êlûn û Referandûm. Nabe Ku Kurd Bibin Qurbana Bê Îstîgrarîya İraqê! Dêr a Zehferanê Li İraqê Çi dibe? Kurd nebûne aktor, yên jibîrkirinê ne! Dilovanekî Kurd; Abit Gurses Çareserîya qeyranan li Kurdistanê ye, ne li İraqê! Finlandîya-Swêd û PKK! Çend Gotin Li Ser Rojeva Kurdistanê! Kurdistan û Bîra Kurd! Neo Nazîzm û Neo Stalinîzm! Rûsîya û Meramên Dîktatorî! Civîna Munchenê (MSC) û Rêveberên Kurdistanê! Dadgeha Federal û Herêma Kurdistanê! Lepên Tarî Qedexekirina dengê piralî, dîktatorî ye! Bajarê Hesekê, Zîndana Sînaî û DAÎŞ! Rewşenbîrîya Kurdan û PKK! Panorama sala 2021ê! Ji bona Kurdên Revenda Kurdistanê! Kurdistan! Bêdengîyek metirsîdar! Li Rojhilata Naverast Çawa Dawî bi Terorê tê? Têkilîyên PKK û Sûrîyê stratejîk in! Ahmet Guneştekin! Dewletek federal a İraq Mumkûn e? Modela İraq, Kurd û hilbijartin! Aqlê Dewletê û Pirsa Kurdistanê! Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron! Kurdistan û Efxanîstan! Afganistan û metodên Emerîka! Dewlet,Tirkîzm û Barbarîzm! Di têkoşîna rizgarîya netewî de rêyên Pêşengîyê: Gelo me Kurdan di ku de xeletî kir ku em rehet nikarin civata xwe bihon in? ENKSê Rê Da Ku Îradeya Kurdên Roava Binpê bibe! Mîrata Mam Celal û Şerrê Pismaman! Sebebê Boranên Nav YNK, Xîyaneta 2017 a ye! Miletperwerî, Niştimanperwerî û Emîn Îsa! TEV-DEM, Rewşenbîrî û kurdayetî! Serkirdeyên PKK û Kurdkujî! Çepitîya tirkan, dijminatîya doza Kurdistanê ye! Partîhezî û Neteweperperwerî! Riza T.Hulmanî -AGAHÎ! S.Demirtaş û „Xeta Sêyemîn“! BEXDA! Dr.Husên Duzen û mijarek civakî! DAXUYANÎ! Li ser medya Kurd, çapemenî û Mafê Nivîskaran! Danasîna Romanek Bîyografîk: ''Me Kilîda Çîyê Wenda kir!'' Ji xaka Kurdistanê Papa çi mesaj dan cîhanê? Ji Raya Giştî re Êrîşkarên ser Herêma Kurdistanê hêza xwe ji ku digirin? Li Roavayê Kurdistanê kî bi denkleman dilîze? Emerîka û Pirsgirêkên Rojhilata Naverast! Îran, Tehdîdek Mezine li ser Herêma Kurdistanê! „Pêvajoka Aşitîyê“ û Doza Kurdistanê! PANOREMA 2020 Fabel û Riza Topalê Hulmanî! Riza Topalê Hulmanî- DANASÎN! GELÎYÊ ZÎLAN! Nîjadperestîya Ereban û Mistefa Kazimî! Di Herêmê de Gavên Dîplomatîk! Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter! Kurdistan û Dr. Peter Galbraith! „Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“ Joe Biden û Kurd! John Bolton û Pêvîstîya Gavên Dîplomasîyê! Nabe ku em carek din dijminên xwe biceribînin! Peymana stratejî ya li gel Iraqa yekgirtî! Heftanîn Pêsîra Kurdistanê ye! Tifaqek Kurdî, lê bê Ala Kurdistanê! Divê Kurd li ser axa xwe îradeya xwe bikar bînin! Başûrê Kurdistanê carek din rû bi rûyî dorpêçê ye! Rolekî Mezin dikeve ser milê Emerîka! Kurd li Rojavayê Kurdistan bê vîzyon in! 'Peymana Sedsale‘a Rojhilata naverast! Mazlûm Kobanî û lihevkirina Rojavayê Kurdistan! Îran Dijminekî Kone Ye! Li Rojhilata Naverast Pozîsyon Têt Guhertin! Divê Em Rewşa Qeyranên İraqê Baş Bixwînin. YNK Ne Kongre, Lê Şanoyek Lidarxist! PANORAMA 2019 an! Pirsgirêkên YNK û Kongre! Li Çarhawêrê Kurdistan Agir Dibare! Emerîka Piştgirê Guhertina Demografîya Kurdistan e! Wê dahatên neftê ji kurdan re bin Denklem Tên Guhertin! Divê Kurd Çi bikin? Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan Rewşa Rojavayê Kurdistan Metirsîdar e! Li Sûrîye Guhertin û Denklem! Hafiza Kurdan Divê jibîr ne ke! Kole û Efendî! Denklema Stratejîya Emerîka û Kurd! Hunermend -Arif Sevinç Hunermendê Mozayîkê, Îman Hisên Kurdistan û Kedkarên Berhemên Milî! Mîrê Hêkan (Cemal Ebdo) Li Derdorê Girava Kibris Pêşî li tirkan Têt Girtin! Şûjin Biranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayek Jin Beşa II. 'Yekîneya Bikêşe!' Bîranînek Ji Rojnivîsa Gerîlayeke Jin!
x