Gav bi gav berbi Lozana dudan…

''Ji xwe armanca damezrandina pkk ya li ser destê karbidestên dewleta kûr hatibû damezrandin, ji bona xatirê vê rojê bû. Pkk mezin kirin û xwestin di qada navneteweyî de weke ew bibe berdevkê kurdan ku kurd nebin xwedî tu mafan.''

Bube Eser

10.01.2025, Cum | 10:50

Gav bi gav berbi Lozana dudan…
Nêrîn Belav bike

Hin dibêjin û behsa ku wê tirkiye hilweşe, dikin. Ez bawer nakim ku tirkiyê hilweşe. Ev çel salin ku wan pkk ji bona vê rojê ango hilneweşe amade kiribûn.

Tirkiye wê niha weke Lozana ewil ku çawa li ser destê hin kurdan li gor berjewendiya dagirkeran pêk hatibû. Niha jî tirkiye dixwaze dîsa li ser destê hin kurdan ango li ser destê DEMê, xwe ji hilweşandinê azad bike.

Niha tirkiyê li ber çavê dinyê dixwaze ku pkk ji holê rake(!). Lê em kurd baş dizanin ku wan pkk ji bona vê rojê amade kiribû. Wê jî rol û erkê xwe baş anî cih. Di dawiya şerê çel salên xwe de wê pkk tirkiyeke bi hêztir pêşkêşî tirkan bike.

Ferqa vê Lozana aniha, (dikare bi navekî din  jî be) asasê wê jî weke Lozana yekê ye ku kurdan di nava komara tirkiyê de bê maf heq û hiqûq bêhêlin. Kurdan weke kurd bikin hevwelatiyê tirkiyê ku bê mafê xwe ê neteweyî bêjin.

Ji ber ku di Lozana yekê de bi awayekî nehênî diyar bû bû ku heger tirk ango dagirkerên kurdan, Kurdan weke xwe nekin, piştî sed salan dê çi bibe ne diyar e. Niha ew jî diyar e.

Ji ber vê ye ku dagirkerên me niha ketine nava tirs û xofekê ku ewên bêne hilweşandin. Ji ber ku wan daxwaza Lozana ewil ya ku divê kurd di nava xwe de tune kiribana, bi serneketine. Loma divê êdî kurd jî di qada navneteweyî de bi say û xêra tekoşîna sed salan ya Barzaniyan bibin xwedî heqeqî.

Ev jî Lozana dudan e. Ango bi navekî din jî dikare bibe. Pişt sed salan e ku wê hin sînor ji nûde bêne destnîşankirin. Di nava van sînorande Kurdistaneke serbixwe wê li başûrê Kurdistanê pêk bê.

Îran dê hilweşe û kurdên wir dê çi mafan bi dest bixin, hê di qada eşkere de ne diyar e. Piştî Îranê dora tirkiyê tê. Dibe ku tirkiye berî Îranê jî be. Ji xwe leza wê ya niha vê bi me dide zanîn. Desthilatên tirk û dewleta wan ya kûr vê baş dizanin. Loma niha ew dixwazin vê meselê di nava xwe de weke Lozana ewil çareser bikin.

Ji xwe armanca damezrandina pkk ya li ser destê karbidestên dewleta kûr hatibû damezrandin, ji bona xatirê vê rojê bû. Pkk mezin kirin û xwestin di qada navneteweyî de weke ew bibe berdevkê kurdan ku kurd nebin xwedî tu mafan.

Niha dor hatiye pkk nehêlin ango tune bikin(!) ku weke ew terorê ji holê radikin. Ji xwe êdî rola pkk, DEM dilîze. Li gor baweriya min ev jî li hevkirineke nû ye. Lê piştî ji holê rakirina pkk, wê hemî daxwazên xwe bi gotina Ocalan bi DEMê bidin kirin. Heger hêzeke din ya kurdan ya neteweyî û yekgirtî heba, rewş dikarîbû bihata guherandin. Ji ber tunebûna, qawet û hêzeke kurdan ya neteweyî, wê daxwazin dewleta tirk li ser destê DEMê pêk bê.

Ji xwe daxwaz jî diyar e ku bi salane ji bona vê rojê kar kirine û dane kirin ku DEM ne partiya kurdan e. Ew partiyeke tirkiyeyî ye. Loma gelek rêvebirên wê jî tirk in. Daxwaza wan jî diyar e ku tirkiyek bi hêz ya tirk û qaşo ya kurdan be.

Hezar mixabin hin siyasetmedar û partiyên kurdistanî hê jî vê nabînin. Yanî di demek ne zêde dirêj de wê Lozana dudan pêk bînin. Di vê pêk anînê de wê tu maf, heq û hiqûqên kurdên bakurê Kurdistanê tune be.  Yanî wê kurdan bikin tirkiyeyî da ku li bakurê kurdistanê kurd mafê xwe ê rewa bi dest nexin.

Ha di virde tenê û ji ber zixtên navneteweyî dikarin û bawerim wê bikin ev e. Wê bêjin zimanê kurdî serbest e. Ji xwe êdî li bakurê Kurdistanê nivşê nû bi saya serê pkk êdî bi kurdî qise nakin û xwe fêrî zimanê xwe jî nakin.

Dikarin hin mafê zêde yên fêrkirina zimên bidin û hin distanên kurdî jî vekin. Ji ber ruhiyeta kurdî kuştine, dikare ew dibistanên vekin jî rol û erkekî nelîzin. Yanî wê tiştên hindik û ji ruhiyeta neteweyî dûr, bidin kurdan. Jê û pêve jî êdî kurd dê bi kêfa xwe, xwe ji ziman û hêjayiyên xwe dûr bigirin û roj bi roj dê bibin tirk.

Heger em weke Kurd xwedî hêzek neteweyî, xurt, li hevkirîbana, wê gavê mafê me jî weke kurd hebû ku em jî bibana terefê kurd ku me hin maf bi destbianîna. Lê ji ber ku em tune ne. Wê her tişt li ser destê DEMê li gor daxwaza desthilata tirkan pêk bê.

Piştî li hevkirin û îmzekirina peymana nû ya tirkiyek mezin, em ê jî weke kurdên neteweyî û dewletxwaz pişta hustiyên xwe bixrînin û polî poşman bi ser hevde bigirîn. Lê êdî wê tu fêda wê tune be. Ji bona em negirîn û li çongên xwe nexin hê jî hin wext maye ku heşê me û me dersek ji dîroka xwe girtibin…

Bûbê Eser

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.
1679 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:58:39

Bube Eser

Bube Eser

Nivîsên Dawî a Nivîskar

Di civatên têkçûyê de û bakurê Kurdistanê!!!Ya hûnê bibin dewleteke serbi ya jî…Bêyî yekitiya Kurdan azadî zehmet e!!!Spasiyke ji dil ji bona nivîskara kurd hêja Vera Koyî!!!Hêdî hêdî şevreş li me ronî dibe!!!Banga min ji bona endamên partiyên KurdistanîEz Barzanî, HAK-PARî û PWK yî me!!!Yên şikil didin welêt siyasetmedar in!!!Eşîrên berê û partiyên me yên niha!!!Di siyasetê de salmezin!!!Pêşîvekirina tevgera Bakurê Kurdistanê divê çawa be???GAZÎ Û HAWAR EHeger ez bibim desthilat!!!Di nêz de Selahattin dikin serokê Kurdan!!!Dem dema yekitiya PDKyiyan li bakurê Kurdistanê ye!!!Gelo heta kengî ev mejî???Hêviyên me û HAK-PARek çawa???Mejiyê ku hatibe dagirkirinSerketin çawa dê pêk bê???De werin em li hev vegerin û dest bidin hev…Doza Miletekî Çawa Bi Serdikeve???PAK û TDK Xebat ne bi gotinê bi kirinê dibe!!! HAK-PARê pîroz dikim!!!Çıma HAK-PAR Yekıtıyê Naxwazî(!)Barzaniyê Mezın Çı Da Me Kurdan?Helwesta PSK ê ne helwesteke rast eKurdno di sed saliya Lozanê de vê bikin…Rêzgirtin tifak û bihevre karkirinHilbijartin yekitî û HAK-PAR!!!Divê li Bakurê Kurdistanê çi bê kirin? Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (8) û dawîBakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (7)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (6)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (5)Bakurê Kurdistanê di warê civakî û siyasî de (4)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de (3)Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (2)Rewşa Bakurê Kurdistanê di ware civakî û siyasî de. (1)Encama Semînerên min, dîtina kesan û malwêraniya me!!!Kurdno werin em destên xwe bidin hev hêza xwe bikin yek!!!Em êdî hevdu fêm nakin!Abdullah Ocalan got…Çima Barzanî û dîsa Barzanî?Divê HAK-PAR çi bike?Kî zorê tadê û êşkencê li kurdan bike, Kurd dibin hezkiriyên wan!!!Kongreya HAK-PARêBêdengî qebûlkirina bindestiyê ye!Gelo em çiqasî welatparêzin?Siyatmedar û sal mezinên me!!!Felsefe ango Rêbaz!!!Kê dinya hejand û Kurd zîndî kir?Gelo ez kîme û çima tenê bi kurdî dinivîsînim?Kurdên bakurê Kurdistanê siyasetê fêm nakin!!!Em Kurd çima bi sernakevin???Teqandina boriya neftê ji bona çi bû???Şêx Ahmed Barzanî kî ye?Sala nû û hêviya gelê KurdKurdên me ecêb in!!!Pêwîst e em di Navenda Kurd de bibin yek deng!Barzanî û Evdila PDK û PkkKurd û pêkanîna konferansan?Serketin bi piştgiriyê dibe!Deh rojên di zîndanê de me! uuGirtin, binçavkirin. Zîndankirin û kuştinKê mirîdî avifirandiye?Hilbijartina li Iraqê û li Kurdistanê qediya lê…Mirov çawa dikare xwe ji Penceşîrê (Qanser) biparêze û jê xelas be???PKK Kî ye, kî ne û çi dike???Bijî Sosyalîzma Kurdan(!) ya ji bona tunekirina wan.Me têk bir…Çima protesto û ne devjêberdana tirkîEmerikayê çi kir û divê em Kurd çi bikin???Dengê têkbirina Kurdistanê tê!!!Bê dewletî û berjewendî…Rexne agir e…Gotina Enfalê rehet e, lê fêrbûna wê zor û zehmet e!!!Bê helwestiya Kurdan li hember PKK/PYD!!!Seredana HDPK(K)êEv destpêkek e ji bona PK(K)!!!PKK di destê dagirkeran de bûye vîrusek bê derman!!!Em çima li ser xelkê digirîn?Dîasporê çi da me çi ji me girt???PKK û Kurd, azadî û serxwebûnPartî û rêxistinên me yên bakurê Kurdistanê!!!PKK û Lozana nû!!!Kurdno ji bona Lozana dudan xwe amade bikinBi kadirên kevn partiyeke nûjen enî an cephe çê nabe!!! Peymana Lozanê diqede!!!Zîndana Diyarbekirê û EM!!!Ji bona çi partiyên kurd bi ser nakein!!!Em ji Dalkurd çi dixwazin??? Hêviya me di sala nû de divê çi be???Îsmaîl Beşikçi bi eslê xwe tirk e.Gelo bratî çi ye û kî biran e???Kurdno him şiyar bin, him jî agahdar bin!!!Xelata Nobelê û KurdDema nêrek bê xesandin!!!Zîndana Diyarbekirê û EnfalPKK çi dixwazî???Çima Barzanî???Me dikujin, wêran dikin û em…!!!Ka em çi bikin??? Û berê xwe bidin kîjan partiyê…Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!Rewş li bakurê KurdistanêSerokê netewa Kurd BARZANî…Piştî ba û bahozê aramî yeKurdno ji bona siberojeke xweş hazir bin!!!Şert û mercên yekitiya Neteweyî…Divê Kurd şahiyê bigirin û bigerînin...Serok in lê ne neteweyî ne…Tirkî xweş e û heta tu wî bi kar bîne tu nabe kurdekî weke Kurd…Kurdno!!! Malxerabno ma ne bes e êdî!!!Em Kurd miletekî weha ne!!!Kurdno!!! Îro rojava ye sibê, bakur, rojhilat û başûr e.Sebir û sikûnet avakirina dewleta kurdî ye!!!Dilxweşî kêfxweşî û serbilindîHeta tu kurdî bi karnîne tu nabe weke kurdekî!!!Çîroska agirê şevreşê ronî bike pê ketCivata me sal mezinan!!!Lîstik pir in lê yên fêm bikin tune ne. Kurd kirine pez pkk jî kirine şivanê wanÊdî dev jê berdidim!!!!Leyla Guven û Greva birçîbûna wêGirîngiya hukumeta nû ya Başûrê KurdistanêBi gotneke tahl û rastiya partiyên meBoxtan, Derew û şelaftî…Barzanî û Şoreşên wan!!!Dagirkerên me niha di nava lîstikek nû de ne!!!Azadî demokrasî û serxwebûn bi rêya partiyan û dezgehan têNameyeke vekirî ji bona rêzdar Mesud BarzanîDaxwaza Apo, Apocî û Apocitiyê çiye?Em ji ku hatin, li ku sekînin û bi ku diharin?Vê hilbijartinê çi da me Kurdan???Bê Deweletî mirin eJi bona koçkirina 40 saliya nemir Barzanî.Di siyaseta kurdan de hin qarekterBarzanî çima û çawa bi serdikevin?Gelo em çima kêm caran behsa PDKÎ dikin?Di hilbijartina herêmî de helwesta partiyên me divê çi be?Gunehkariya Partiyên Bakurê Kurdistanê!!!Em çima nabin dewlet???Roja 9 meha îlonê dê çi bibe?Erd hêj û mejî hêj yanî zelzeleya erdê û mejîLi Bakurê welatê me çima yekitiyek xurt pêk nayê?Siyaseta Kurdan!!!Partiyên me çima bi ser nakevin?Neteweyîbûn çi ye? Kî neteweyî ne?Ma ne bese êdîEz westiyam!!! Lê…Kîne rêxistin û partiyên me?Siyaset li bakurê KurdistanêHilbijartina 2019an li Tirkiyê û helwesta KurdanKurd çima nabin dewlet?Kurd çima nabin dewlet?Îro pêwîstiya bakurê Kurdistanê ji çi heye?Kurdno bibînin ku hûn dişewitin!De ka ez ê çawa binivîsînimKongreya HDP û KurdKurd, Erdogan û darbe!Di rojhilata navîn de ava serê kê dikele?Çima nivîsandina Roman û Şanoya Enfalê?Siyaset li bakurê KurdistanêXemginiya min ji bona hin dostanBi kêrê hustiyê min jê dikirDost di rojên teng de diyar dibinBarzaniyan çi kirin?Em carna neheqiyan li partiyên xwe dikin!!!Daxwazî û AgahdariyekTêgihiştin...Têgihiştin...Ji ber çi û çima Mesud Barzanî?Em û partiiyên meBarzanî û sê şoreşên talîBarzanî ne bi tenê ye!!!Kurd çima wenda dikinMam Celal çû lê…Rastiyek ji rastiyanReferandûmê çi da me???Rewşa Aloz û Rexne!!!!Kî Çima li dij referandûmê ne?Kî/kê bêtir xizmeta zimanê tirkî kirine û dikinEm Li Ku Ne!Enfal!!!Ev Şansa Kurdan ya Talî ye!Kurd û ÎsraîlDagirkirî çaw pêk tê?Çima kurd li hemberî hev ewqasî dexs û hesûd in?Em û partiyên meKî û çima sansorê bi kar tînin?Apoyiyan çi digotin û niha çi dibêjin?Giringî û pêwîstiya referandûmêZiman û rewşenbîrên Akedemîk!!!!Şoreşa GulanêKurd û xurifandina wanÇima PKK damezrandin???Dayikên Me!PKK Çi Dike???Kurd dê çawa azad bibin?Em, civat û partiyên meRNK-KUK, Ala Rêzgarî û PKKSerok û SerokatîKurd çima bi ser nakevin?Rexne û Partiyên me!Barzanî û Helwestên wanPKK û êrîşkariya wan ya…Barzanî kî ne?Sûcdar kî ne???Em Çima Dinivîsînin?Rastî ji xeyalan pêk tê lê PKK ji çi pêk tê???Çima ev partî ? (Me partiyeke çawa divê? -II)Me partiyeke çawa divê???Çareserî? (Çi çû çi hat pkk ji ku hat - 2)Çi çû çi hat û PKK ji ku hat???Çima Kurdistaneke serbixwe û PKK???Muxalefet Çi Ye?Muxalefet Çi Ye?Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...Yekitiya Kurdan çê nabe! Lê...PKK Tu Caran Naqede!!!PKK Tu Caran Naqede!!!Partiyên me çi dikin???Partiyên me çi dikin???PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!PKK û Dewlet Tiyatro dilîzin!!!Firseta zêrîn ji dest dihareFirseta zêrîn ji dest diharePêşeroja me û PKK!!Pêşeroja me û PKK!!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Mizgînî!!! Partiyên Bakurê Kurdistanê bûn yek!Dîrok, bîranîn û PKKDîrok, bîranîn û PKKGelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Gelo çi bi Ergenekona kurdan hat?Sê xeterên kurdan yên serekeSê xeterên kurdan yên serekePKK çawa dest pê kir?PKK çawa dest pê kir?Analîzeke kurt li ser PKKAnalîzeke kurt li ser PKK
x