Abdulaziz Omer: Jîna Emînî şoreşa azadiyê li Kurdistan û Îranê vêxist

23.09.2022, Cum - 07:21

Abdulaziz Omer: Jîna Emînî şoreşa azadiyê li Kurdistan û Îranê vêxist
Nuçe Belav bike

Keçeke Kurd bi navê Jîna Emînî bi hinceta ku hicaba wê neqanûnî ye ji aliyê hêzên rêjîma Îranê ve hate desteser kirin û piştî çend demjimêran jiyana xwe di bin îşkenceyê de jidest da, ku bû egerê derketina bi hezaran keç û jin li dijî rejîma zordar.

Li hember serkutkariya komara Îslamî ya Îranê li dijî jinan, li piraniya bajarên Kurdistan û Îranê bi sedan jin rijiyan li ser şeqaman bi xwepêşandanên girseyî li dijî dîktatoriya olî ya tepeserkar, û bi bilindkirina gelek dirûşm û siloganan, ji wan (Bimire Xamineyî), ku rastî tundûtûjîyek zêde hatin ji aliyê desthilatdarên hov yên rêjîma stemkar ve ji bo tepeserkirin û kontrolkirina greva nerazîbûnê û di encamê de bi dehan kes birîndar û şehîd ketin.

Ev ne yekemîn jina Kurd e ku ruhê xwe di rêya azadiyê de dide, ku berî wê gelek jinên din bûne qurbaniya azadiyê û mafên xwe her ji destpêka desthilatdariya komara Îsalamî ya axûndî û heta niha.

Ev bûyer nîşana giraniya qeyrana siyasî ya Îranê ye, ku jiyana giştî ya xelkê bi qanûnên olî yên tundrew hatiye dorpêçkirin û bi hêsanî sadetirîn mafên mirovan binpê dibin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya, siyasetên serkutkariya rejîma Îranê şermezar dike û hevxemiya xwe ligel şoreşa jinên Kurd û Îranê ya li dijî zordariyê radigehîne, di heman demê de çareseriyeke demokratîk ji doza Kurdî li Rojhelatê Kurdistanê re dixwaze.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 372 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:56:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x