Îro Sûriya xala here lawaz û zirav e, û xala here lawaztir Rojavayê Kurdistanê ye, nemaze ku heta niha hîç rêkeftinek û yekrêziyek siyasî û ne siyasî di navbera hêzên kurdî yên Rojava de nîne, hevdem ku Tirkiyê bi awayekî berdewan û rojane Rojavayê Kurdistanê topbaran dike, û dê hewl bide ku mifayê bigire ji her delîve û derfetekî bo timamkirina projeyê xwe yê ji bo dagîrkirina tevaya Rojavayê Kurdistanê û jinavbirina doza Kurdî ya neteweyî li Sûriyê.
Wekî em dibînin, ku Şerê Xezeyê bûye bûyereke cîhanî ya here mezin û raya giştî ya cîhanê ber xwe dikişîne, û roj bi roj zêdetir û dijwartir dibe, tevlî hewldanên Amerîka yên rêgir li pêş berfirehkirin û belavbûna Agirê şer ber bi aqar û arasteyên din, lê wisa diyar dibe ku eger çareseriyek bilez ya aştiyane bo vî şerî neyê dîtin, dê berdewam be û helbet dê karvedanên wê yên mezin li ser navçeyê hebe, bi taybetî li ser rewşa Sûriyê, hem wekî dewleteke hevsînor û dijberê Îsraîlê û herwisa ji ber hebûna bi dehan rêxistinên terorîst wekî Hizibulah li nav qada Sûriyê, ku ji aliyê Tirkiyê û Îranê ve hatiye dagîrkirin, herwiha ji ber qeyrana Sûriyayê ya mirovî û siyasî bi dirêjahiya dûzde salan, ku îro bûye xeleka here lawaz di hevkêşe û trazûyên navdewletî û herêmî de, û ji ber vê yekê dûr nîne ku qada Sûriyê ji aliyê Îran û Hizbullah ve li dijî Amerîka û Îsraîlê bihête bikaranîn, ku gotineke kurdî ya pêşiyan heye dibêjê: (Ta ji cihê zirav re diqete).
Tevî daxuyaniyên berpirsên Amerîka û herwisa daxuyaniyên rayedar û karbidestên rêjîma Îranê, ku Îranê ti pêwendî bi êrîşa 7ê Cotmehê ya Hemasê ve nîne, lê ev yek rast nîne, ku rêjîma Îranê nikare heta dawiyê pêwendiyên xwe yên ligel Hemasê înkar bike, û êrîşên saxte yên Hizbullah li ser xaka Îsraîlê û herwiha êrîşên niha dibin ji aliyê milîsên terorîst yên Îranê li Sûriya û Îraqê bi drone û mûşekan li dijî serbazgehên Amerîkayî li Sûriyê û li Herêma Kurdistanê, bi awayekî rastiya destwerdana rêjîma Îranê ligel Hemasê û êrîşa 7ê Cotmehê aşkere dike û daxuyaniyên Amerîkiyan û Îraniyan berovajî dike, tevî ku heta niha rêjîma Îran bi awayekî rasterast tevlî şerê Xezeyê nebûye, lê bi awayekî tirsonek bi rêya milîsên xwe yên terorîst heta radeyekî dest heye di şerê Xezeyê de û di berjewendiya wê de ye navçeyê ber bi şerekî (saxte û bi wekalet) bibe, her wekî li pêka heman siyaseta xwe ya leşkerî ya piştî Şerê Sedam û Xwimênî (1980-1988), ku rêjîma Îranê dê hewl bide Şer ji meydana xwe dûr bike û dê qadên din yên (yedek) li Îraqê, Yemen, Sûriyê û Lubnanî li dijî Îsraîlê û Amerîka bikar bîne, herwisa dûr nîne ku rêjîma Îranê van qadên yedek ji bo bazarên xwe yên siyasî jî bikar bîne, nemaze ku heta niha şerê Xezeyê belav nebûye û bi tenê maye di sînorên Xezeyê de, ku bi kurt û kurmancî dikarin bêjin: ku şerê Xezeyê di navbera Hemas û Îsraîlê de şerekî giran û rasteqîn e, li hember ku şerê milîsên Îranê li dijî Îsraîlê li Sûriyê û Lubnanê şerekî saxte û derewîn e!
Tevî ku şerê bi wekalet di navbera rêjîma Îranê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de li Sûriyê û bi taybetî li deverên Rojhilata Firatê (Dêrezorê) şerekî rasteqîn e, lê di heman demê ku her şerek di navbera rêjîma Îranê û Îsraîlê de, di nêv qada Sûriyê de bibe, çi şerekî derewîn be yan jî rasteqîn be, dê karvedanên wê yên xirap li ser miletê Sûriyê hebe û dê qurbaniyek mezin bide, ku ticarî qada Sûriyê û miletê wê nikare barê şerekî wisa giran hilgire.
Wekî hemû dizanin, ku Sûriya di nêv qeyraneke siyasî û mirovî û aborî mezin de derbas dibe, ku ev nêzîkî dûzde salan heye hîç çareseriyek bo qeyrana wê nehatiye dîtin, zêdebarî ku Sûriya bûye qada şer û bazrganiyê û ji hêla Tirkiyê û Îranê ve hatiye dagîrkirin, û heta vê gavê Miletê kurd li Rojavayê Kurdistanê baca here mezin ji qurbaniyan daye bê ku hîç danpêdanek navxweyî yan navdewletî bi maf û hebûna Miletê kurd li Sûriyê hebe.
Şerê Xezeyê heta niha bi dijwarî û bi giranî didomîne û dibe ber bi arasteyên din biçe, di demê ku heta niha hîç destpêşxeriyek Navdewletî yan Erebî bo agirbestê nehatiye pêşkêşkirin, lewra heta îro nehatiye zanîn ku ev (Şer) dê ber bi çi aqar û çi arasteyî biçe, û helbet wê karvedanên vî şerî li ser astên navdewletî û herêmî hebin, bi taybetî li ser rewşa Sûriyê, û wekî gotina bav û bapîrên me ku dûr nîne (Ta yan werîs) di cihê zeyîf û xala lawaz re biqete, û goman di wê yekê nîne ku îro Sûriya xala here lawaz û zirav e, û xala here lawaztir Rojavayê Kurdistanê ye, nemaze ku heta niha hîç rêkeftinek û yekrêziyek siyasî û ne siyasî di navbera hêzên kurdî yên Rojava de nîne, hevdem ku Tirkiyê bi awayekî berdewan û rojane Rojavayê Kurdistanê topbaran dike, û dê hewl bide ku mifayê bigire ji her delîve û derfetekî bo timamkirina projeyê xwe yê ji bo dagîrkirina tevaya Rojavayê Kurdistanê û jinavbirina doza Kurdî ya neteweyî li Sûriyê.
Ebdûlazîz Qasim