Ji destpêka sala 2011an ve û heta niha hîç pêkhatiyeke netewî li Sûriyê, wekî kurdan tûşî zererê nebûne, ku pitir ji nîvekî miletê kurd koçber bûye û nîveka axa Rojavayê Kurdistanê hatiye dagîrkirin ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst ve, tevî wisa jî hêj aliyên kurdî negihiştine hîç rêkeftinekê ji bo parastina nîvê mayî ji miletê kurd û nîvê mayî ji axa Kurdistanê
Niha wek dibînin li vî serdemî, bi gelemperî ku her çarçoveyek netewî, siyasî, aborî, rewşenbîrî li ser rûyê vê cîhanê, projeyek yan planek taybet bi rêkûpêk heye, yan pitir ji projeyekî ji bo pêkanîna armanc û berjewendîyên xwe yên taybet û rêveçûna digel karwanê pêşkeftinê û bidestxistina hokarên bihêzbûnê û berdewamiyê, herwiha rûbirûbûna her metirsiyeke siyasî, aborî, ewlekarî û rewşenbîrî, yan jî rûbirûbûna projeyên aliyên dijber û neyar, ji ber vê çendê ku her projeyekî serkeftî pêdivî bi rêkar û alavên hêz û sengiyê heye, ku ev yek jî li ser bingeh û binyatên bihêz û qahîm ava dibin.
Demê ku em vê xwendinê bi rewşa giştî ya siyasî û rewşenbîrî ya Rojavayê Kurdistan re didin ber hev û berawerd dikin, tevlî rewşa parçebûn û bêtifaqiya siyasî, hevdem ku li ber çavan ti projeyekî Kurdî xuya nabe û nayê dîtin, herwiha ku ti xebatek rasteqîn ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyê jî nabe, zêdebarî ku aliyên dî li ser qada Sûriyê projeyên xwe yên taybet hene û hindek ji wan aliyan projeyên dijberî maf û hebûna gelê kurd hene, bi taybetî projeyên erebkirinê yên rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê û projeyên dagîrkariya Tirkiyê û opozîsyona Sûrî ya alîgirê wê.
Helbet nebûna projeyekî Kurdî, metirsiyên mezin li ser hebûn û siberoja miletê Kurd çê dike, netenê hîç projeyek Kurdî nîne, hevdem ku bi destên Kurdan xwe bi xwe pirsa neteweyî ji naveroka wê ya neteweyî tê berovajîkirin, tevî ku beşek mezin ji partiyên kurdan bi aşkera xwedî li pirsa neteweyî dernakevin û xwe wekî hêzên Sûrî ya bi tenê dîmokrat dibînin, ku bi awayekî dikarin bêjin ev rêxistinên wiha bûne bargiraniyek li ser gelê kurd, bi awayekî ku nebûna siyaseteke neteweyî ya kurdî dikeve di berjewendiya rêjîma Sûriyê û dagîrkerên kurdistanê de û projeyên wan yên ji bo tinekirina miletê kurd û pûçkirina pirsa netewî!.
Ji destpêka sala 2011an ve û heta niha hîç pêkhatiyeke netewî li Sûriyê, wekî kurdan tûşî zererê nebûne, ku pitir ji nîvekî miletê kurd koçber bûye û nîveka axa Rojavayê Kurdistanê hatiye dagîrkirin ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê yên terorîst ve, tevî wisa jî hêj aliyên kurdî negihiştine hîç rêkeftinekê ji bo parastina nîvê mayî ji miletê kurd û nîvê mayî ji axa Kurdistanê.
Tevî girîngiya zêde ya yekrêziya Kurdî, niha û sibe û heta sed salên dî, dubare û sêbare divê em bi gotin û bi kiryar pêdagirê li ser yekrêziya kurdî bikin ku ji her tiştekî dî girîngtir e, û kilîta serkeftinê ye, nemaze ku projeyên Tirkiyê û Îranê li Sûriyê li ser tinekirina pirsa neteweyî ya kurdî û bêtifaqiya kurdan ava dibin, lewra pêdiviyeke dîrokî bo hebûna projeyekî kurdî heye, da rê li hember projeyên dagîrkeran bigire, ku îro ji her demekî dî zêdetir pêdiviya pirsa kurdî bi hebûna projeyekî kurdî yê neteweyî heye, her wekî em dizanin ku heryek ji Tirkiyê û Îranê bi hemahengî digel Rûsiyayê kar dikin di serî de ji bo tinekirina gelê kurd û paşî bo dersînorkirina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, lê niha piştî şerê Xezayê, roj bi roj wisa diyar dibe ku rewşa Sûriyê û navçeyê jî dê bihête guhortin, dê rola Îran û Tirkiyê li nêv qada Sûriyê lawaz bibe, ku dîsa derfetên baş dê peyda bibin ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê kurd li Sûriyê, lê herger rewşa tevgera siyasî wisa bimîne û kar nebe ji bo yekrêziyeke neteweyî û ji bo yekxistina nêrîn û gotateke siyasî ya hevbeş û yekgirtî, bê goman wê demê dê dîsa derfetên di siberojê de bêne pêş, dê çarenivîsa wan wekî çarenivîsa heman derfetên berê be, ku wê bêhûde li ber bayê biçin, lewra wek tê dîtin bi taybetî li van dûzde salên dawiyê yên qeyrana Sûriyê, ku aliyên Siyasî û Hizbî yên Rojavayê Kurdistanê bi siyaset û boçûnên xwe yên niha nikarin hêmanên hêzê û yekrêziyê peyda bikin û nikarin xwedî li projeyekî netewî kurdî derkevin, heta ku derfet û delîve jî ji bo vê yekê bêne pêş û bibin alîkar û hevdem bo mafên gelê kurd jî, her wekî Melayê Cizirî di helbesteke xwe de dibêje:
(( Her gil û seng dibitin zêr bi tedbîrê hekîm
Qabilîyet ku nebit hikimetî Ostad çi kit?)).
Ebdûlazîz Qasim