Ev şer ber bi navçeyek din belav bibe, lê Îsraîl mukure li ser têkşikandina Hemas bi yekcarî, herwisa dibîne ku her serkevtinek li Xeze bi tenê, dê seqet bimîne bê têkşikandina hêza Hizibulah jî, tevlî metirsiya berdewm ya çekên nukleerî yên Îranê bi awayekî hevbeş li ser Îsraîlê û dewletên Erebî yên hevalbendên Amerîkayê.
Wisa diyar dibe ku hîç sînorek yan demekî destnîşankirî bo rawestandina oparsyona leşkerî ya Îsraîlê li ser Xezeyê nîne, piştî êrîşa ji nişka ve ya Hemasê li ser Îsraîlê di 7ê Cotmehê de û kuştin û revandina xelkê sivîl yê Îsraîlê, bi taybetî piştî zêdebûna êrîşên Hemas yên (bi mûşekan) di van salên dawiyê de li ser Îsraîlê, lê xala herî girîng û balkêş ya di êrîşa 7ê Cotmehê (7ê Oktober) ku Îran û Hizbullah li pişt vê êrîşê ne, û li gorî boçûna hindek şirovekarên siyasî, ku Îranê dest ji Hemasê berda piştî rawestandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayekî rasterast li tenişt Îsraîlê.
Berî çend rojan, di gotarekî de li sernavê (Şerê Xezeyê ber bi kûve diçe), min diyar kiribû ku bi sedema êrîşa 7ê Cotmehê, dê aloziyek mezin peyda bibe û dibe ev şer ber bi navçeyên din û herwiha ber bi arasteyên din jî belav bibe, nameze ku bi awayekî rasterast, pêvajoya asayîkirin û aştiyê di navbera Erebistana Siûdî û Îsraîlê de hate armanckirin, bû sedemê rawrstandina pêvajoya navhatî bo demekî nediyar, ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi salan kar li ser pêkanîna vê pêvajoyê dike, ji bo peydakirina aştiyê li navçeyê, bi taybetî di navbera Filistîniyan û Îsraîlê de, ku her ji serdemê Serokê Amerîka yê berê Donald Trump ve kar ji bo vê yekê dibe bi navê Peymana sedsaliyê (Deal of the century) ku ev nav ji sernavê fîlmekî komedî yê sala 1983an hatiye wergirtin.
Li gorî ku (her tişt li siyasetê dibe), dibe ku operasyona leşkerî ya ku niha li Xezayê berdewam, dibe ku bi rengekî ji rengan, gavên bilez ber bi pêkanîna pêvajoya aştiyê di navbera Ereban û Îsraîliyan de, ku dibe Ereb û Filistînî vê yekê qebûl bikin, bi taybetî piştî piştevaniya mezin ya Amerîkî û Ewropî ji Îsraîl re, lê bi dîtina min di şert û mercên niha de hêj demekê vê nehatiye, bi kêmanî ku hêj Hemas û Hizibulah dibin metirsiyek berdewam li ser her pêvajoyek aştiyê, lewra dibe ku danûstandinên aştiyê bibin piştî jinavbirina Hemas û lêdana Hizibulah, nemaze ku wisa diyar dibe ku jinavbirina Hemasê tiştek hêsan nîne û dibe oparsyonên leşkerî bi çend mehên din li ser Hemas berdewam bikin, tevlî ku Amerîka niha kar dike ji bo şer ber bi navçeyên din neçe bi taybetî ber bi Lubnan, lê roj bi roj wisa diyar dibe ku Hizibulah dê bibe dûyem armanc bo şerê Xezeyê, bi taybetî piştî êrîşên Hizibulah û gefên Hesen Nesirulah rêberê wê li ser Îsraîlê, ku niha metirsiyek mezin li Lubnanê peyda bûye piştî êrîşên Hizibulah li ser sînorê bakur yê Îsraîlê, helbet wê ew êrîş bê bersiv nemînin, û dê Îsraîl bersiva wan êrîşan bide ku dibe Ereb bi giştî yan jî Erebistana Siûdî bi taybetî jî razî bibe li ser şerê Xezeyê û jinavbirina Hemas beramber jinavbirina Hizibulah û Hosiyan û hemû dar û destekên Îranê li nav welatên Erebî, lewra pêvajoya aştiyê dê carek din berdewam bike piştî têkşikandina hêza Hizibulah li Lubnan û Sûriyê, û dûr nîne ev şer ber bi navçeyên din û herwiha ber bi arasteyên din biçe, ku gelek dergehên şer û herwisa yên aştiyê jî li pêş vî şerî vekirîne, hevdem wekî tê ragihand ku heta niha Amerîka razî nîne û naxwaze ev şer ber bi navçeyek din belav bibe, lê Îsraîl mukure li ser têkşikandina Hemas bi yekcarî, herwisa dibîne ku her serkevtinek li Xeze bi tenê, dê seqet bimîne bê têkşikandina hêza Hizibulah jî, tevlî metirsiya berdewm ya çekên nukleerî yên Îranê bi awayekî hevbeş li ser Îsraîlê û dewletên Erebî yên hevalbendên Amerîkayê.
Ebdûlazîz Qasim