Bi dîtina min, ku wê çarenivîsa serhildana xelkê Siwêda ber bi encamên baş biçe ji bo dîtina çareseriyeke erênî bo krîza Sûriyê û herwiha bo dabînkirina mafên neteweyî yên netewe û nijadên cuda cuda yên Sûriyê
Wekî herkes dizanî ku Sûriya her ji sala 2011an ve û heta niha di qeyranek siyasî û mirovî ya xirab de derbas dibe, ku bi egera wê niha Sûriya ketiye di gelek qeyran û astengiyên mezin de, bi taybetî qeyrana aborî û bargiraniya wê li ser jiyana xelkê Sûriyê bi giştî û bi awayekî taybet li ser jiyara xelkê deverên di bin kontrola rêjîmê de, ku li vê dawiyê rewşa aborî bi carekî têkçûye digel bilindbûna nirxê dolar li hember lêreya Sûrî, bi awayekî dikarin bêjin ku xwepêşandanên vê dawiyê li hindek navçeyên Sûriyê bi taybetî li Siwêda wekî bersivdanek li ser biryara rêjîmê hatin, ew biryara di 16'ê Tebaxê de ji aliyê hikûmetê hatî pejirandin, bi bilindkirina nirxê kelûpelên xwarinê û nirxê sûtemeniyê bi rêja sedî 200, li hember zêdekirina mûçeyan sedî 100, ku ev biryar bû sedemê nerazîbûna xelkê Sûriyê bi taybetî li deverên di bin kontrola rêjîmê de, ku hinek xwepêşandanên girsayî li vê dawiyê li çend parêzgehên Sûriyê hatin lidarxistin, bi taybetî li Parêzgeha Siwêda, Navenda serekî ya (Dirziyên Sûriyê) ku ev nêzîkî heyvekî heye, xwepêşandên girsayî bi awayekî rojane li vê parêzehê li başûrê Sûriyê têne lidarxistin, bi bilindkirina alayên Dirziyan û sloganên li dijî rêjîma Şamê, ku serhildana xelkê Siwêda bi qonaxeke nû li gorî hindek çavdêrên siyasî tê bi navûnîşan kirin, nemaze ku xelkê Siwêda her ji dûzde salan ve bi awayekî giştî tevlî xwepêşandanên li dijî rêjîma Şamê nebûne, bi sedema dirûşm û sloganên îslamî û mezhebî yên vê (şoreşê), herwisa bi dîtina min bi sedema nakokiyên mezin yên civakî û olî di navbera Dirzîyan û xelkê parêzgeha Dera û eşîretên (Bedû) yên ereban de, ku car car ji aliyê eşîretên ereban yên (Bedû) û rêxistina DAIŞ ya terorîst ve, hinek êrîş û kiryarên kuştin, revandin, talan û diziyê li dijî xelkê Siwêda hatine pêkanîn.
Rêber û rûspiyên olî û civakî yên Dirziyan, di heyamê dûzde salên borî de, bi hestyarî û berpirsyariyek mezin serederî digel qeyeana Sûriyê kirin, dûr ji bazrganiyê li ser doza miletê xwe, berovajî serkirdeyên partiyên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê!
Xwepêşandanên Siwêda, tevlî bilindkirina sloganên li dijî rêjîma Şamê û rakirina wêne û peykerên Bişar Esed û Bavê wî li ser sera û avahiyên hikûmetê û li meydan û kolanên Siwêda û daxwaza bicihkirina biryara Encûmena Ewlehiya Neteweyên Yekgirtî 2254, her wisa jî dikarin bêjin ku Serhildana Siwêda hindek taybetmendiyên xwe hene, ji wan bilindkirina Ala Dirziyan ya rengereng û sloganên piştevaniyê bo gelê kurd li Efrîn û Serê Kaniyê, ku ji aliyê xwepêşanderan car sloganên wisa yên dilsoziyê bi Gelê Kurd ji aliyê xwepêşanderên Siwêda ve têne bilindkirin.
Bi dîtina min, ku wê çarenivîsa serhildana xelkê Siwêda ber bi encamên baş biçe ji bo dîtina çareseriyeke erênî bo krîza Sûriyê û herwiha bo dabînkirina mafên neteweyî yên netewe û nijadên cuda cuda yên Sûriyê, ku (Serhildana Siwêda) wê wek (şoreşa Sûriyê) nayê dizîn, ku hîç aliyekî navxweyî wekî (opozîsyona sûrî ya bazirgan) û herwisa her aliyek derekî nikaribe vê berê vê Serhildanê biguherîne ber armancên li dijî berjewendiya Xelkê Sûriyê de, lewra bi dîtina min, ku encamên vê serhildanê dê bi awayekî erênî bikevin di xizmeta tevaya gelê Sûriyê de û bi taybetî di berjewendiya kêmatiyên neteweyî û olî de, dê asoyên baştir peyda bike bo ku Sûriya ber bi dewletekî federal û ne navendî biçe.
Miletê kurd jî dikare wane bigire ji serhildana xelkê Siwêda, nemaze ku têkiliyên dîrokî yên baş hene di navbera Dirzî û Kurdan de, nemaze ku li gorî lêkolînên dîrokî yên hindek dîroknivîs û lêkoleran, ku têkiliyek dîrokî bihêz di navbera Kurd û Dirziyan de heye, her wekî dîroknivîsê kurd Dr. Mehdî Kakayî ku tekeziyê li ser hebûna têkiliyek olî jî di navbera Dirziyan û Kurdên Yarîsanî de dike, tevlî têkiliyên siyasî yên di navbera rêberê Dirziyên Lubnanê Kemal Canpolat (1917-1977) û piraniya Partiyên Kurdî de, ku niha kurê wî rêzdar Welîd Canpolat bi heman awayî têkiliyên xwe yên bihêz ligel piraniya partiyên kurdî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene û li gorî jêderên dîrokî ku Dirzî yan bi erebî (Dirûz) zêdetir ji hezar salî ji Kurdistanê hatine başûrê Sûriyê, Lubnan, Îsraîl û Jordan (Ordinê), ku piraniya wan li başûrê Sûriyê dijîn bi taybetî li herdû navçeyên Colan (Parêzgeha Qonêtra) û Horanê (Parêzgeha Siwêda), li gor amaran, ku hejmara Dirziyên Sûriyê nêzîkî sedî 3.2 ji xelkê tê texmînkirin, yanî di navbera 700 hezar û 800 hezar kesî de ye, hin çavkaniyên din amaje dikin ku hejmara wan nêzîkî milyonek kes be, ku Parêzgeha Siwêda li serdemê desthilatdariya Fransa li ser Sûriyê xwedî statoyek outonomî serbixwe bû bi navê (Dewleta Cebel Dirûz) ango (Dewleta Çiyayê Dirziyan), ji sala 1921 heta 1936an)).