Ebdûlazîz Qasim: Dirêjkirina qeyrana Sûriyê bo demekî nediyar

Tirkiyê hewl dide heman ezmûna xwe dagîrkariyê ya li bakurê girava (Cyprus) li ser bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dubare û kopî bike, nemaze digel bêdengiya civaka navdewletî li hember êrîşên rojane yên Tirkiyê û çeteyên wê li dijî gelê kurd, ku li gorî gelek çavkaniyan û heta di medyaya Tirkiyê de jî, behsa wê yekê dibe ku Enqere li bakurê Sûriyê bi heman şêweyê dagîrkirina girava (Cyprus), dest bi heman pêngavan bike bi armanca hebûna xwe ya hertimî û guhertina demografî ya wan deverên dagîrkirî bi taybetî li deverên kurdî...

19.06.2023, Pts - 13:35

Ebdûlazîz Qasim: Dirêjkirina qeyrana Sûriyê bo demekî nediyar
Nuçe Belav bike

Heta niha û piştî zêdetir ji duzde salan li ser jiyê qeyrana Sûriyê ku bi dehan kongir û civînên herêmî û navdewletî li ser vê qeyranê hatine lidarxistin û çend biryarên navdewletî ji aliyê Neteweyên Yekgirtî hatine standin ji wan biryara 2254 li sala 2015'an, lê hêşta ti bersiv li ser pirs û sedemên zehmetiya bidawîkirina vê qeyran û aloziyê nehatine dan.

Di van çend rojên borî de, rewşa Sûriyê careke din bi kêmayî di sê civînên herêmî û navdewletî de ket di rojevê de, bi taybetî di lûtkeya komkara Erebî de (lûtkeya Cidde) ya bi beşdariya serokê rêjîma Sûriyê di 19-20ê Gulana 2023an de, ku têde têkiliyên dewletên Erebî bi Şamê re hatin nûkirin, herwiha krîza Sûriyê ket di rojeva lûtkeya Koma 7 welatan de ku di 21ê meha borî de li bajarê Hiroşîma yê Japonê hatibû lidarxistin, ku têde behsa kirîza Sûriyê û pêwîstiya çareseriyeke siyasî li gor biryara Navnetewî 2254 hatibû kirin, zêdebarî lidarxistina 7'emîn konferansê piştgiriya Sûriyê li Bruksel ji aliyê Yekîtiya Ewropî ve, ku di 15ê meha Cehzîranê de hatibû lidarxistin.

Amadebûna serokê Ukrayna Zelenskî di lûtkeya komkara Erebî de û herwiha di lûtkeya grûpa 7 welatan de, tiştek herî balkêş bû, ku wisa xuya dike, ku piştgiriya Ukrayna pitir bala dewletên zilhêz û Neteweyên Yekgirtî dikişîne ji her pirsgirêkên cîhanê yên din û herwisa ku dixuye ku kêşeya Ukrayna dê çareser bibe li pêş qeyrana Sûriyê jî, ku pirsa Ukrayna girîngiyek taybet heye, lewra tê çaverêkirin ku mijarên girêdayî bi çareserkirina krîza Sûriyê ve bo demek nediyar bêne paşxistin, heta radeyekî dibe bo demekî dirêj wekî krîza Kiprusê (Cyprus) ku her ji sala 1974an û heta îro berdewam e, ku hîç çarseriyek bo nehatiye dîtin, nemaze ku Tirkiyê hewl dide heman ezmûna xwe dagîrkariyê ya li bakurê girava (Cyprus) li ser bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) dubare û kopî bike, nemaze digel bêdengiya civaka navdewletî li hember êrîşên rojane yên Tirkiyê û çeteyên wê li dijî gelê kurd, ku li gorî gelek çavkaniyan û heta di medyaya Tirkiyê de jî, behsa wê yekê dibe ku Enqere li bakurê Sûriyê bi heman şêweyê dagîrkirina girava (Cyprus), dest bi heman pêngavan bike bi armanca hebûna xwe ya hertimî û guhertina demografî ya wan deverên dagîrkirî bi taybetî li deverên kurdî wekî Efrîn, Cerablis, Girêspî û Serêkaniyê, nemaze piştî serkeftina Erdogan di helbijartinan de, ku wê dest bi timamkirina pirojeyên xwe yên li dijî gelê kurd yê Rojavayê Kurdistanê bidomîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 559 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:21:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x