Ebdûlazîz Qasim: Gelo we heye 'Sihr li dijî Sihrbaz biqulibê'?

Îro pêtir ji heyvekê heye ku xelkê Îranê li dijî rêjîma stemkar, bi dirûşmên bimire dîktator, bimire Xamînayî derdikevin, û rewşa rêjîma Îranê gelekî sist û leq bûye û ber bi dawiya xwe diçe û ziyanek mezin lê ketiye, û helbet li gel berdewamiya serheldana xelkê azadîxwaz li dijî vê rêjîma stemkar û mirovkuj, dê terazû û hevkêşeyên herêmî û navdewletî bo qazinca xelkê navçeyê û qazinca gelê Kurd li tevaya Kurdistanê bêne guhertin û wekî tê gotin ku \"dê sihr li ser sihrbaz biqulibê\".

22.10.2022, Cts - 13:24

Ebdûlazîz Qasim: Gelo we heye 'Sihr li dijî Sihrbaz biqulibê'?
Nuçe Belav bike

Senaryoya kontrolkirina Herêma Efrînê ya dagîrkirî ji aliyê \"Heyet Tehrîr el-Şam\" ya girêdayî \"Rêxistina Elqaîdê\" di 12ê cotmehê de, nayê cudakirin ji lihevhatina vê dawiyê ya di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de, ku yek ji encamên civîna sêqolî ya Tehranê ye, ya bi beşdariya serokên Rûsiya, Tirkiya û Îranê di 19\'ê Tîrmeha borî de hatibû lidarxistin.

Herwisa ev senaryo nayê cudakirin ji civînên piştî civîna Tehranê, nemaza civîna Soçî li 5ê Tebaxê di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û yê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan de, ku tevî endamtiya Tirkiyê di NATO de, lê di pratîkê de pêtir nêzîkî hevpeymaniya Rûsya û Îranê ye, nemaze ku Tirkiya wek dewleteke dagîrkerê kurdistanê dijminatiyek hevbeş li gel Sûriyê, Îran û Iraq li dijî gelê Kurd heye, tevî ku opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf û desteya danûstandinan) ku navenda wê li Stenbolê ye, ku ew jî girêdayî vê dijminatiya hevbeş ya dijî gelê Kurd û rojeva Tirkiyê bi tevahî pêrew dike, lê tevî wisa jî dixuye ku radestkirina Efrînê bo Heyet Tehrîr El-Şam, bi awayekî tê bi sedema derketina xwepêşandanan li dijî daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê başkirina peywendiyên Tirkiyê û Sûriyê li navçeyên di bin kontrola Tirkiyê de li Efrîn, Îzaz û Babê .., herwisa bi armanca neçarkirina Îtîlafê û desteya danustandinan bo qebûlkirina lihevhatinê li gel rêjîma Sûriyê.

Rast e, ku civîna Tehranê hat wekî civînek sê-alî di çarçoveya civînên Astana de yên derbarê doseya Sûriyê di navbera wan her sê welatan de, lê lidarxistina civîna Tehranê yekser piştî serdana Biden bo Rojhilata Navîn, û beşdariya wî di Lûtkeya \"Cidde\" de ya ji bo ewlehî û hevkariyê di 15-16 Tîrmehê de û piştî êrîşa Rûsiya li ser Ukraynayê, ku wisa xuya bû ku sedemên rastîn yên civîna Tehranê di demê xwe de, ji hevahengiya li ser Sûriyê pêtir û dûrtir bûn, û bi dîtina ku tişta niha li Efrînê diqewime rasterast bi vê hevahengiyê ve girêdayî ye û herwiha ku serdana tevgera Hemas ya Filistînê bo Şamê (19ê Cotmehê) dikeve di heman çarçoveyê de, nemaze piştî seredana serokê polîtburoya tevgera “Hemas” Îsmaîl Henîyê bo paytexta Rûsiya Moskoyê, roja 3ê Îlonê, hevdem ku li gorî hin raporên rojavayî behsa vegerandina têkiliyên navbera Hemas û Sûriyê dikin, ku di raportekê ya International Economist de hatibû ku Hemas di nav axa Filistînê de lawaz bûye û bi rêya têkikiyên xwe yên li gel Şam û Tehranê hewl dide ku pêgeha xwe vegerîne.

Netenê Hemas Lawaz bûye, herwisa Hizbulah lawaz bûye wekî xuya bû di helbijartinên Lubnanê de yên îsal, û tevî şikestina alîgirên Îranê li Îraqê di helbjiartinên 2021\'an de, herwisa ku cemaweriya AKpartî li kêmê deye, lewra ev hemû alî hewl didin hêza xwe vegerînin û piştî têkçûna têkiliyên Rûsiya li gel Ewropa bi sedema şerê li dijî Ukraiyna, Rûsiya jî hewl dide hejmongeriya xwe li Rojhelat Navîn zêde bike, û ji bo vê yekê hewl dide têkiliyên xwe bi Tirkiyê û Îranê re bihêztir bike, û dibe ku nêzîk lihevhatinek di navbera rêjîma Sûriyê û grûpa Al-ixwan Mislimîn de çê bibe, bi navbeynkariya Hemas û Tirkiyê, bi heman awayî dibe ku li Îraqê jî grûpên Îslamî yên \"Sinî\" li gel grûpên alîgirên Îranê rêkbikevin, tevî şandina peyamên nerim bo Îsraîlê, wek razîbûna Hizbulaha li ser diyarkirina sînorên deryayî di navbera Lubnan û Îsraîl de, û pîrozbahiya Hemas jê re.

Tiştek xwezayî ye, ku ev dewletên dagîrker û mirovkuj li gel rêxistinên terorîst û tundrê rêkbikevin, lê di heman dem de dibe ku textê wan li ser piçûktirîn bûyer bi helweşe û têkbiçe, wekî serheldana îro ya li Îranê û Rojhelatê kurdistanê û heta Beloçistan .., ku îro pêtir ji heyvekê heye ku xelkê Îranê li dijî rêjîma stemkar, bi dirûşmên bimire dîktator, bimire Xamînayî derdikevin, û rewşa rêjîma Îranê gelekî sist û leq bûye û ber bi dawiya xwe diçe û ziyanek mezin lê ketiye, û helbet li gel berdewamiya serheldana xelkê azadîxwaz li dijî vê rêjîma stemkar û mirovkuj, dê terazû û hevkêşeyên herêmî û navdewletî bo qazinca xelkê navçeyê û qazinca gelê Kurd li tevaya Kurdistanê bêne guhertin û wekî tê gotin ku \"dê sihr li ser sihrbaz biqulibê\".

Ebdûlazîz Qasim

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 433 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x