Ebdûlazîz Qasim: Rojavayê Kurdistanê ber bi man û nemanê ye

Îro rewşa Rojavayê Kurdistanê bi tevahî rastî guhertina demografîk dibe û miletê kurd tê asîmelsyonkirin, ku heta radeyekê herdu bajarên Serêkaniyê û Girêspî ji kurdan bi carekî hatine valakirin û rêjaye kurdan berî sala 2011'an li Serêkaniyê zêdetirî sedî 65 bû, ku niha bi tinê 50î kurd bi tinê li Serêkaniyê dijîn, bi heman awayî ku rêjeya kurdan li Herêma Efrînê berî sala 2011'an zêdetirî sedî 95 ku niha kêmtir ji sedî 30ye.

18.11.2022, Cum - 14:59

 Ebdûlazîz Qasim: Rojavayê Kurdistanê ber bi man û nemanê ye
Nuçe Belav bike

Di roja 9ê mijdarê de termên 9 xortên kurd gehiştin Kobanî ku berî mehekê termên 18 kesan li beravên Cezaîrê hatibûn dîtin, ku 14 ji wan ji Rojavayê Kurdistanê bû, di encama binavbûna qayika wan di derya Spî de li peravên Cezaîrê.

Hêjayê gotinê ye, ku ev karesat ne ya pêşiyê ye, û helbet heger rewşa Rojavayê Kurdistanê wisa bimîne dê ne ya dawiyê jî be, ku rûdan û karesatên bi vî awayî mîna "Keştiya Tîtanîk" mehane bi serê koçberên kurd diqewmin, û di dawiya meha borî de jî malbatek ji Efrînê di qezayeke keştiyê de li peravên Sûriyê jiyana xwe ji dest dabû, ku rojane bi sedan welatiyên Kurd ji navçeyên di bin dagîrkeriya Tirkiyê û herwiha di bin kontirola (PYD) de ber bi Ewropa, Herêma Kurdistanê û welatên cîran ve direvin ji ber rewşa xirab û dijminatiya miletê kurd û hebûna wî ya neteweyî li navçeyên dagirîkirî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, herwisa siyaset û kiryarên şaş yên têne spandin li deverên di bin kontrola PYD de.

Îro rewşa Rojavayê Kurdistanê bi tevahî rastî guhertina demografîk dibe û miletê kurd tê asîmelsyonkirin, ku heta radeyekê herdu bajarên Serêkaniyê û Girêspî ji kurdan bi carekî hatine valakirin û rêjaye kurdan berî sala 2011'an li Serêkaniyê zêdetirî sedî 65 bû, ku niha bi tinê 50î kurd bi tinê li Serêkaniyê dijîn, bi heman awayî ku rêjeya kurdan li Herêma Efrînê berî sala 2011'an zêdetirî sedî 95 ku niha kêmtir ji sedî 30ye.

Ta radeyekê guhertina demografîk li deverên di bin kontrola PYD de jî hatiye pêkanîn, bo nemûne ku berî sala 2011'an bi tinê 7-10 malbat Ereb li bajarê Dêrikê hebûn, ku îro zêdetir ji 1200 malbatên Ereb li Dêrikê dijîn zêdebarî Kampa Newroz ya nêzîkî bajarê Dêrikê ku bi hezran Ereb têde dijîn.

Ku piştî civînên Nûnerê Wezareta Derve ya Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nicholas Granger meha borî ligel “Encûmena Niştimanî Kurdî” û partiyên “Rêveberiya Xweser” bo gotûbêjkirina destpêkirina gereke nû ya danûstandinan ji bo timamkirina lihevhatina Kurdî-Kurdî, dihat pêşbînîkirin ku li Rojavayê Kurdistanê seqayekê baş peyda bibe bo dubarekirina diyaloga kurdî-kurdî, nemaze piştî peydabûna têkiliyên bihêz di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de bi palpiştiya Rûsya û Îranê, ku encamên wê têkiliyê li ser erdê bi awayekî berçav diyar dibin, nemaze radestkirina Efrînê bo Rêxistina Tehrîr El-şam "HTŞ" ya terorîst û zêdebûna oparesyonên leşkerî yên Tirkiyê li dijî serkirdeyên leşkerî û rêveberên PYD-PKK li Rojavayê Kurdistanê.

Herwisa dihat pêşbînîkin ku hin derfet bo yekrêziyê peyda bibin, piştî lidarxistina 4'emîn kongirê ENKS'ê li Qamişlo di roja 14'ê vê mehê de, lê bi awayekî çavrenekirî ji aliyê hêzên PYD'ê ve rê li pêşiya lidarxistina kongirê ENKS hate girtin, ku ev pêngav wekî ragihandina têkçûna hemû hewlên berê yên Amerîka-Fransa ji bo pêkanîna lihevhatina Kurdî-Kurdî di navbera PYD û ENKS hat dîtin, tevî sozên PYD'ê ligel Amerîkiyan bo peydanekirina astengiyan li pêşiya lidarxistina kongir (li gorî daxuyaniya ENKS'ê).

Helbet ku di vê rewşa xirab de, pêdivî heye ku her yek ji PYD û ENKS li siyasetên xwe vegerin ji bo rizgarkirina miletê Kurd ji çarenivîsek nediyar, ku bi taybetî ji PYD tê xwestin ku bi erekê xwe yê neteweyî rabe ji ber berpirsyaretiya wê, ku îro desthidariyê li beşa herî mezin li Rojavayê Kurdistanê dike, ji ber ku heger rewşa Rojavayê Kurdistanê wiha bimîne dê baştir nebe ji rewşa kelekên "Qayîk" bêserûber yên koçberiyê û mirinê.

Ebdûlazîz Qasim

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 241 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:14:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x