Ebdûlazîz Qasim: Rojavayê kurdistanê di navbera êrîşên Tirikiyê û bêtifaqiya kurdî de

...Îro nêzîk 100 partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê hene", ku mixabin li şûna xebata neteweyî bikin, bûne bargiraniyeke mezin li ser doza miletê kurd, ku bazirganiyê bi doza pîroz ya kurdî dikin û nanê xwe pê dixwin, lewra gerew li ser wan nabe û ti hêvî li ser wan nayên girêdan û pêdivî bû ku ji demek dirêj di zibildana dîrokê de hatiban avêtin.

08.10.2023, Paz - 17:48

Ebdûlazîz Qasim: Rojavayê kurdistanê di navbera êrîşên Tirikiyê û bêtifaqiya kurdî de
Nuçe Belav bike

Goman di wê yekê de nîne, ku dewleta Tirkiyê wekî dewleteke dagîrker û dijminê dîrokê yê Gelê Kurd, bi bername û bi plan li dijî bidestxistina mafên gelê kurd li her deverekî dixebite, ev yek çendîn car li ser zarên rayedarên dewleta Tirkiyê hatiye gotin, bi taybetî ku îro hewl dide rêbigire li pêş dubarebûna ezmûna Herêma Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê, lewra her ji destpêka krîza Sûriyê ve, hewl dide bi her awayekî derbasî nêv karûbarên Sûriyê bibe, bo dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê û qirkirin û koçberkirina miletê kurd, bi behaneya PKKê yan jî bi her behaneyeke din, wekî gotina pêşiyan "Av disekine û Dijmin nasekine", û ji bo pêkanîna armancên xwe yên aşkere û herwisa yên veşartî li dijî hebûna gelê kurd, dê hewl bide bo bikaranîna her delîve û derfeteke navdewletî û herêmî û navxweyî, bo peydakirina behaneyan bo pêkanîna armancên xwe û bi taybetî bi behaneya PKK, ku ew jî bi mixabinî gelek caran wan behaneyan dide dest Tirkiyê!

Her kurdek dizanê ku Tirkiyê bitenê li sînorê Efrîn û Serêkaniyê ranaweste, dê kar ji bo dagîrkirina tevaya navçeyên Kurdî bike, ku her demê delîveyek bo peyda bibe heta bê bihane jî be, wê dest bi êrîş û dagîrkeriya xwe bike, ku her ji sala 2016'an û heta niha gelek navçeyên kurdî dagîr kiriye (Cerablis, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) herwisa dê berdewam be, tevî ku berpirsên PYD bi aşkere radigehînin ku xebata wan ji bo "Neteweya Demokrata" û ne ji bo pêkanîna statoyek kurdî ye!

Lê herwisa jî PYD ji aliyê Tirkiyê û opozîsyona Sûrî û heta ji aliyê rêjîmê ve jî bi cudaxwaziyê tê gunehbar kirin, ku firoke û droneyên Tirkiyê bê rehm û cudahî xak û miletê Rojavayê Kurdistanê dişewtîne, û jêrxana aborî û dezgehên sivîl jî wêran dike, bê cudahî tevaya miletê kurd armanc dike, lê em baş dizanin ku ev êrîş têne pêkanîn di şert û mercên dijwar de, ku Tirkiyê baş rewşa navdewletî dixwîne û baş bikar tîne û agih ji rewşa navdewletî û herêmî û herwiha agih ji rewşa parçebûn û bêtifaqiya gelê kurd heye!

Helbet Amerîka û Ewropa li gorî berjewendiyên xwe dixebtin, û HSD di van çend salên borî de gelek destkevt li dijî rêkxistina DAIŞê ya terorîst bidest xistiye, lê di heman demê de divê ezmûna Efrînê û Serêkaniyê û Girêspî li pêş çavan bigirin û çavê xwe ji rastiyê negirin, lê dikarin bêjin ku niha ne bitenê Amerîka û Ewropa li hember êrîşên Tirkiyê bêdeng in, mixabin ku heta aliyên kurdî jî bêdeng in, nemaze aliyên xwe bi (projeyê neteweyî" binav dikin, û di ragihandina xwe dewleta Tirkiyê wekî dagîrker nabînin, bi vî awayî bi pişrastî îro dikarin bêjin ku hîç aliyek yan rexekî siyasî nûneratiya miletê kurd û doza neteweyî nake.

Em kuh bûne, û careke din behsa girîngiya tifaq û yekrêziya partiyên kurdî nakin, ku di van şert û mercên niha de nabin yek, nemaze ku hejmara wan gihiştiye nêzîk sedê "tê gotin ku îro nêzîk 100 partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê hene", ku mixabin li şûna xebata neteweyî bikin, bûne bargiraniyeke mezin li ser doza miletê kurd, ku bazirganiyê bi doza pîroz ya kurdî dikin û nanê xwe pê dixwin, lewra gerew li ser wan nabe û ti hêvî li ser wan nayên girêdan û pêdivî bû ku ji demek dirêj di zibildana dîrokê de hatiban avêtin.

Di dîroka dûr û dirêj de, hêvî ji miletê kurdî qut nebûye, û heta hetayê gelê kurd bêdeng namîne, û li gorî xwendina min ku miletê me çi li welêt û çi li derveyî welêt di demekê nîzîk de, wê bersiveke dirust bide, her li hember dijminan û her li hember rewşa navxweyî ya kurdî jî, ku ew bersiv dê bibe zimanhalê rasteqîn yê xwest û daxwazên Gelê Kurd.

Ebdûlazîz Qasim

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 398 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:21:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x