Sûriya berbi qonaxeke nû diçe, ku navçeya Rojhilata Navîn bi timamiya xwe berbi qonaxeke nû diçe, ku netenê amadebûna Serokê rêjîma Sûriyê di lûtkeya Erebî de bo cihê pirsê, herwiha ku amadebûna Serokomarê Ukraynayê Zelenskî pirsên mezin çêkirin, bi taybetî ku dewletên Erebî û nemaze Erebistana Siûdiyê bi awayekî fermî helwêsta bêalîbûnê di şerê Rûsya-Ukraynayê de standibûn.
Min berî çend rojan, gotarek nivîsandibû bi navê (Sûriya û qonaxeke nû), li ser amadebûna serokê Sûriyê di lûtkeya komkara Erebî de ya li 19'ê Gulana borî de hatibû lidarxistin, piştî yazde salan ji birîna têkiliyên Erebî ligel rêjîma Sûriyê bi sedema krîza Sûriyê ( Şoreşa Sûriyê) ku li bihara 2011an destpê kiribû û heta niha ti çareseriyek bo nehatiye dîtin, belkî ev krîz mezintir bûye û ji krîzek navxweyî bûye krîzek herêmî û navdewletî bi sedema destêwerdana çend dewletên herêmî di karubarên Sûriyê, bi taybetî destêwerdana Tirkiyê û Îranê û nemaze rola xirab ya Tirkiyê ku îro gelek navçeyên kurdî li Rojavayê kurdistanê dagîr dike.
Lê wisa diyar dibe ku netenê Sûriya berbi qonaxeke nû diçe, ku navçeya Rojhilata Navîn bi timamiya xwe berbi qonaxeke nû diçe, ku netenê amadebûna Serokê rêjîma Sûriyê di lûtkeya Erebî de bo cihê pirsê, herwiha ku amadebûna Serokomarê Ukraynayê Zelenskî pirsên mezin çêkirin, bi taybetî ku dewletên Erebî û nemaze Erebistana Siûdiyê bi awayekî fermî helwêsta bêalîbûnê di şerê Rûsya-Ukraynayê de standibûn.
Dibe ku li gorî hin diplomatkar û çavdêr û şirovekarên siyasî, ku Erebistana Siûdî, dixwaze bi însiyatîfekî rabe ji bo çareserkirina Şerê Rûsiya û Ukraiyna, û herwiha dibe ku Erebistana Siûdî ji ber têkiliyên wê yên vê dawiyê ligel Îranê, hewl dide ku bi rêya vexwendina Zelenskî welatên rojavayî razî bike, bi awayekî ku bête xwendin ku beşdariya Zelenskî di lûtkeya Erebî de, wekî piştgiriya Ereban ji Ukraynayê re li ser hesabê Rûsyayê were şîrovekirin.
Lê bi dîtina min dibe ku beşdariya Zelenskî di lûtkeya Erebî de, pitir wekî hewldanek Erebî be ji bo dîtina çareseriyekî bo şerê Rûsya-Ukraiyna, ji ber ku krîza Sûriyê jî çareser nabe berî çareserkirina krîza Ukraiynayê, bi wateya ku divê Rûsiya û Amerîka li ser pirsgirêkên herêmî (Sûriya, dosyaya etomiya Îranê) bigehêjin têgihîştinekî, û dibe ku destpêk ji çareserkirina kirîza Rûsya-Ukraiyna be.
Di vê çarçoveyê de, wekî dibînin, her wekî gelek çavdêrên siyasî amaje bi wê yekê dikin, ku navçeya Rojhilata Navîn li ser bingehekî pragmatîk ji nû ava dibe, ku dibe hevpeymaniyên nû di navbera dewletên vê navçeyê de ava bibin, ku ev dewlet bi rêya wan çareseriyekî ji bo qeyranên xwe yên kûr bibînin, bi taybetî kirîzên aborî û siyasî, yên ku piştî şerê li Ukraynayê peyda bûne, wek me dît ku bi awayekî neçaverêkirî, bi serkêşiya Çînê, ku nêzîkbûnek di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de peyda bû, her wisa vegera rêjîma Sûriyê di nav civînên komkara Erebî piştî pitir ji yazde salan ji birîna têkiliyên Erebî digel rêjîma Sûriyê!
Dibe ku di rojên pêş de, bi heman awayî têkiliyên din di navbera dewletên navçeyê de peyda bibin, ku tê çaverêkirin têkilî di navbera Misr û Îranê de peyda bibin, belkî jî têkilî di navbera Sûriya û Misrê de û herwiha di navbera Misr û Tirkiyê de jî peyda bibin, lê piştî serkeftina serokkomarê Tirkiyê Erdogan di helbijartinan de, dibe ku krîzên Tirkiyê yên aborî û navxweyî zêdetir bibe, nemaze piştî erdheja Mereşê û herwisa helwêsta nû ya Amerîka li dijî asayîkirina têkiliyên digel rêjîma Şamê, ku wê bibe rêgir li pêş bicihkirina siyaset û pirojeyên Tirkiyê li Sûriyê.
Berovajî van nêzîkbûn û rêkeftinên herêmî, em dibînin ku parçebûna kurdan roj bi roj zêdetir dibe, nemaze li Rojavayê kurdistanê, ku îro pêdiviyek dîrokî heye bo rêkeftineke kurdî-kurdî, nemaze bi hatina 100 saliya salyada rêkeftina reş ya Lozanê di 24'ê tîrmeha 1923an de, herwiha ku li gorî hin çavkaniyên nûçevanî ku hewlên cidî ji aliyê dewletên Erebî ligel Amerîkiyan hene ji bo ku hêzên kurdî bibin beşek ji çareseriya krîza Sûriyê, tevî hewldanên dibin ji bo ku QSD bikeve di nav desteya danûstandinên Sûrî de, ya ku li ser biryara navdewletî 2254 li Cinêv dixebite.
Ebdûlazîz Qasim