Ebdûlazîz Qasim: Şerê Dêrezorê û dijminatiya Gelê Kurd

Di sala 2019\'an de, ji dest rêxistina terorîst ya DAIŞ\'ê bi alîkariya hêzên HSD û koalisyona Navneteweyî ya li dijî terorê bi rêberiya Amerîka hatin rizgar kirin, lê bi carekî ev dever ji çeteyên DAIŞ\'ê nehatin paqijkirin û car car ji aliyê grûpên veşartî yên DAIŞ\'ê êrîş li dijî HSD dihatin pêkanîn, tevî ku hejmarên mezin ji van çeteyên terorîst ji girtîgehên Rêveberiya Xweser bi pişgirtiya eşîrên Ereban dihatin berdan û gelek ji wan tevlî hêzên parastinê yên Rêveberiya Xweser bûn, ku heta îro jî têkiliyên hin serok eşîrên ereb yên Dêrezorê û Hesekê bi aliyên cuda re hene, bi taybetî ligel Îranê û Tirikiyê û rêjîma Şamê.

05.09.2023, Sal - 13:03

Ebdûlazîz Qasim: Şerê Dêrezorê û dijminatiya Gelê Kurd
Nuçe Belav bike

Her ji berî çend mehan ve, wiha dihat pêşbînîkirin ku şerekî mezin li demeke nîzîk li Dêrezorê di navbera hêzên girêdayî Amerîka û hêzên girêdayî Îranê û Hizibulah de peyda bibe, ji bo vê armancê ji aliyê koalisyona Navdewletî li dijî DAIŞ\'ê ya bi rêberiya Amerîka û bi alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), hêzeke leşkerî ji eşîrên ereban (Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê) ji eşîrên erebên Dêrezorê hate damezrandin bo amadekariya şerekî wisa.

ku ji demek dirêj ve, hêzên Amerîka li Sûriyê hewla kontrolkirina tevahiya parêzgeha Dêrezorê didin û herwiha kontrolkirina tevaya sînorê Sûriyê-Îraqê heta bigehêja sînorê Ordinê (Jordan) ji bo rêgirtin li bizavên milîsên girêdayî Pasdarê Îranê û Hizibulah û girûpên bazirganiya madde hişber, nemaze bazirganiya Captagon li van deveran, ku hêjayî gotinê ye tevî girîngiya cografî ya parêzgeha Dêrezorê herwiha girîngiyek aborî mezin heye ji ber neft û gaz wê ya zaf û zêdebarî girîngiya çemê firatê û kiştukalî û çandiniya wê navçeyê.

Deverên Rojhilatê Parêzgeha Dêrezorê, di sala 2019\'an de, ji dest rêxistina terorîst ya DAIŞ\'ê bi alîkariya hêzên HSD û koalisyona Navneteweyî ya li dijî terorê bi rêberiya Amerîka hatin rizgar kirin, lê bi carekî ev dever ji çeteyên DAIŞ\'ê nehatin paqijkirin û car car ji aliyê grûpên veşartî yên DAIŞ\'ê êrîş li dijî HSD dihatin pêkanîn, tevî ku hejmarên mezin ji van çeteyên terorîst ji girtîgehên Rêveberiya Xweser bi pişgirtiya eşîrên Ereban dihatin berdan û gelek ji wan tevlî hêzên parastinê yên Rêveberiya Xweser bûn, ku heta îro jî têkiliyên hin serok eşîrên ereb yên Dêrezorê û Hesekê bi aliyên cuda re hene, bi taybetî ligel Îranê û Tirikiyê û rêjîma Şamê.

Lewra wekî dîtina gelek çavdêr û şirovekarên siyasî, ku bi çira kesek ya hêzên Amerîka, serokê Encûmena Leşkeriya Dêrezorê (Ebû Xwela) hatiye girtin û tevî paqijkirina Encûmena navhatî ji serkirdeyên wê yên têkilî û danûstandin digel rêxistina DAIŞ û milîsên Îranê hene, ne wek nûçeyên media Erebî ya nijadperist ku hewl didin van oparsyonên leşkerî li Dêrazorê bêxin di çarçoveya şerekî neteweyî de, wek bi Şerê Kurd û Ereban binav dikin.

Her wekî em dibînin, ku têkiliya van oparsyonên îro li Dêrezorê bi şerekî veşartî di navbera Amerîka û Îranê de heye, ku Îran û Rûsiya bi awayekî aşkere û Tirkiya bi awayekî veşartî hewla dersînorkirina hêzên Amerîka ji Rojhilayê Sûriyê didin, ku gelek caran ev yek di civînên Astana û civînê dûqolî û sêqolî di navbera Tirkiya-Rûsya-Îranê de hatiye dûpat kirin, lewra dikarin bêjin ku ti têkiliya oparsyonên niha yên li Dêrezorê bi Kurd û Ereban nîne, zêdebarî ku îro pitiriya şervanên HSD yên niha li Dêrezorê ji eşîrên Ereban pêk tê, lê ji aliyê hin eşîrên Ereban ve, bi taybetî ew serok eşîrên girêdayî Îranê, Tirkiyê û paşmayên DAIŞê û tevlî opozîsyona Sûriyê hewl didin ku van oparsyonên leşkerî li Dêrezorê wekî şerekî Kurdî-Erebî binav bikin û gefan li Gelê Kurd dixwin, tevî ku hemû partiyên kurdî yên girêdayî PYD û ENKSê tekeziyê li ser pêkvejiyanê di navbera kurd, Ereb û Siryanan de dikin.

Dibe ku ev oparsyon bo çend rojên din dirêj bike, lê dijminatî û nijadperistiya Erebî li dijî Gelê Kurd, dê bo demekî dirêj berdewam bike, ev dijminatiya ku bi dehên salan ji aliyê dewletên dagîrker bi taybetî li Sûriyê ku ji aliyê partiya Be\'is ya deshilatdar û niha ji aliyê DAIŞ û opozîsyona Sûriyê ve tê xudankirin, ku divê Gelê kurd hişyar be li hember gef û metirisiya nijadperistiya Erebî û bi awayekî praktik divê kar bibe bo misogerkirina mafên neteweyî yê Gelê kurd û divê Partiyên Kurdan dest berdin ji dirûşmên bê wate wekî yên niha têne pêşniyarkirin, di pêşiyê de divê kar bibe bo rêkxistina navmala kurdî û peydakirina zemîna tifaq û yekrêziyê.

Wek xuyaye ku Partiyên kurdî heta niha nikarîne bi roleke kartêker rabin bi erkê xwe, nemaze ku Miletê Kurd bi awayekî ji partiyên xwe bêhêvî bûye, hevdem dibînin ku hin rêxistinên civaka sivîl yên kurdan bi awayekî çalak kar dikin, û li vir hêjaye destxweşiyê li xebata hin saziyên mafên mirov yên kurdî û Sûrî bikin li ser rola wan di mijara sepandina sizayên Wezareta Gencîneya Amerîkayê li ser du aliyên dijekurd û terorîst yên girêdayî opozîsyona Sûriyê ya alîgirê Tirkiyê li Efrînê, ku ji aliyê Wezareta Gencîneya Amerîkayê di roja 17\'ê Tebaxê de hatibû standin, ku dibe ev sizayên Amerîkayê li ser çeteyên dagîrker li Efrînê û herwisa şerê Dêrezorê û kodeteya Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê li ser HSD, bibe wane û destpêk bo ku Rêveberiya Xweser û Partiyan kurdan bi taybetî (ENKS û PYD) siyasteke nû û dirust di xizmeta doza Kurdî ya netewyî de bipajrînin, herwiha ji bo bidestxistina mafê neteweyî yên Gelê Kurd, qazinc ji vê qonaxa niha ya Sûriyê bibînin.

Ebdûlazîz Qasim

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 413 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x