Ebdûlazîz Qasim: Sûriya û qonaxeke nû

Ku îro 19'ê Gulanê, Lûtkeya komkara Erebî li Erebistana Si'ûdiyê lidar dikeve digel çend krîz û doseyên herêmî û navxweyî yên aloz û gerim, di serî de asayîkirina têkiliyên Erebî ligel rêjîma Sûriyê piştî pitir ji yazdeh salan ji dabirîn û sizayên navdewletî, bi taybetî sizayên Amerîkî.

20.05.2023, Cts - 09:03

Ebdûlazîz Qasim: Sûriya û qonaxeke nû
Nuçe Belav bike

Îro piştî nêzîkî yazdeh salan ji dabirîna têkiliyên Erebî digel rêjîma Sûriyê, careke din vedigere Komkara Erebî, ku Serokê Sûriyê Bişar Esed bo yekemîn car piştî destpêkirina kirîza Sûriyê ji sala 2011an ve, li roja pêncşemê 18'ê Gulana 2013'an gihişt bajarê Cidde li Erebistana Si'ûdiyê bo beşdariyê bike di xula 32an ya lûtkeya komkara Erebî de, ku dumahîk car di sala 2010an de beşdarî lûtkeya Erebî bibû ya ku li bajarê Sirtê yê Lîbyayê hatibû lidarxistin, ku hêj rêberê Lîbyayê Muamer Qezafî serokatîya lûtkeyê dikir.

Ku îro 19'ê Gulanê, Lûtkeya komkara Erebî li Erebistana Si'ûdiyê lidar dikeve digel çend krîz û doseyên herêmî û navxweyî yên aloz û gerim, di serî de asayîkirina têkiliyên Erebî ligel rêjîma Sûriyê piştî pitir ji yazdeh salan ji dabirîn û sizayên navdewletî, bi taybetî sizayên Amerîkî.

Hevdem ligel asayîkirina têkiliyên Ereban digel Şamê, têkiliyên Sûriyê-Tirkiyê di bin çavdêriya Rûsya û Îranê de bi awayekî berçav pêş dikevin, ku tê çaverêkirin têgihîştinek di navbera rêjîma Sûriyê û komên çekdar yên girêdayî opozîsyona Sûriyê ya alîgirê Tirkiyê de jî peyda bibe, heta digel Rêxistina "Heyet Tehrîr El-Şam" ya terorîst jî, ya berê bi navê "Cebhet El Nusra" dihat nasîn.

Îro ligel destpêkirina proseya asayîkirina têkiliyên Erebî û herêmî digel rêjîma Esed, çi tê xwestin ji aliyê kurdî yên Rojavayê Kurdistanê?

Hevdem ku têkiliyên hin dewletên erebî û herêmî bi taybetî Rûsiya, Îran, Iraq û Lubnan bi carekî ligel rêjîma Şamê nehatibûn birîn.

Îro bi dîtina min metirsiya mezin li ser pirsa Gelê Kurd li Rojava wê pitir ji aliyê têkiliyên di navbera Sûriya- Tirkiyê de be, ku metirsî heye li ser çarenivîsa miletê kurd yê Rojavayê Kurdistanê û pirojeyên Tirkiyê yên ji bo vegirandina pitir sê milyon erebên Sûriyê yên penaber li Tirkiyê li nav axa Rojavayê Kurdistanê, lê metirî dê mezintir be eger hemahengî û rêkeftin hebe di navbera herdû Têkiliyên Erebî-Sûrî û têkiliyên Tirkiyê-Sûriyê yên di bin çavdêriya Rûsya û Îranê de!

Heta helwêsta Amerîka û Israel derbarê van bizavên Erebî û herêmî bi awayekî zelal xuya nebûye tevî redkirina asayîkirina têkiliyên digel rêjîma Sûriyê, her wiha ku Amerîka heta niha helwêstek zelal nedaye li hember parastina Gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û zêdebarî nakokiyên mezin yên di navbera aliyên Kurdî de, yên ku roj bi roj aloztir û mezintir dibin.

Ebdûlazîz Qasim

19.05.2023

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 280 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:16:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x