John McCaîn: Ez Kurdan dibijêrim

Senatorê eyaleta Arîzona yê Komarparêz John McCain di New York Tîmes'ê de bi serenivîsa 'Kurdan dibijêrim' nivîsek destgirt pênûsê û destnîşan kir ku, li Rojhilatanavîn de mutefîkê herî sadiq ya Amerîkayê Kurdin, pêwiste Amerîka jî ji wan re sadiq bimîne.

25.10.2017, Çar - 07:39

John McCaîn: Ez Kurdan dibijêrim
Nuçe Belav bike

Senatorê eyaleta Arîzona yê Komarparêz John McCain di rojnameya The New York Timesê de bi navê ‘Kurdan hildibijêrim' gotarek nivîsand û got: "Amerîka demeke dirêj e bi Kurdan re dost e, êrişa Haşdî Şabî û hêzên Iraqî ya ser Kerkûkê nayê qebûlkirin."

John McCain di berdewamiya gotara xwe de got: "li gorî raportên berdest, hêzên Iraqî di êrişê de çekên Amerîkî bi kar tîne. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Amerîka ji bo şerê DAIŞ'ê ew çek dane Iraqê, ne ji bo êrişa Kurdan ku li herêmê hevalbendên me ne."

McCain di dirêjiya nivîsa xwe de dibêje: "Divê Bexda ewlehî û azadiya Kurdan garantî bike. Ez eşkere dibêjim, eger Bexda ewlehî û azadiya Kurdan garantî neke û heke û heke Amerîka di nava Kurd û milîsên ku Îran piştgiriya wan dike de neçar bimîne ez ê Kurdan hilbijêrim. Niha hinek grûbên dijberên Amerîkayê herêmê li gorî berjewendiyên xwe dizayn dikin. Divê Amerîka bi vê pirsgirêka Rojhilata Navîn re eleqedar bibe û em bi dostên xwe yên Kurd re sadiq bimînin."

Her wiha McCaîn dibêje, "bi dehan salane ku îttifeqa me ya ji Kurdan re, berjewendiyên me yên ewlekariya neteweyî pêşve birîye û ev îttifaq bûye sedem ku di nava Iraqê de û derveyî Iraqê de li hemberî êrişên li ser Kurdan bûye asteng. Ev çend salên ku boriye de li hember şerê DAÎŞ'ê de Kurd hevkarên me yê herî nêzik bûne."

McCaîn bal dikşîne ser vî mijarê û dibêje, "Xûya dike ku Amerîka piştî serkeftina rizgarkirina Mûsilê hêja xwe serxweşiya Serkeftinê rizgar nekiriye."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:41:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x