Mehmed Salih Bedirxan: Gemaroya Amerîkayê û qonaxeke nû li Îranê

Geşadan, dîplomasîya Amerîka û hevpeymanên wê aşkere dikin ku bereya dijî Îranê xwe mukum dike û hewla wê yekê dihête dayîn ku destên axtapotî yên Îranê li welatên weke Iraq, Sûrîye, Yemen, Lûbnan, Qeter, Bahreynê bêne birrîn.

01.11.2018, Per - 12:34

Mehmed Salih Bedirxan: Gemaroya Amerîkayê û qonaxeke nû li Îranê
Nuçe Belav bike

Çavê hemû cihanê li roja 4ê Çirîya Paşîna a vê salê ye. Dihête çaverêkirin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bernameya gemaroyên aborî yên liser Îranê aşker bike û li dijî fundementalîzma mezhebî ya Îranê li Rojhilata Navîn dest bi stratejîyeka nû bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di Gulana 2018an bi biryara vekişîna ji rêkeftina P5+1 qonaxa stratejîyeka nû ya Amerîka beramber Îranê kişif kiribû. Herwisa civînên serbazî û dîplomatîk yên Amerîka – Îsraîl û welatên Kendava Erebî liser avakirina NATOya Erebî jî berdewam dikin. Berîya bi mehekê li Manamaya paytexta Bahyrenê bi beşdarîya Fermandarê CENTCOMê Joseph Votel û serfermandarên Welatên Kendava Erebî konferanseke serbazî birêveçûbû. Ligor raportên ajansên Welatên Kendava Erebî û Îranê niha jî li Manamaya paytextê Bahreynê bi beşdarîya James Mattes Wezîrê Berevanîya Amerîkayê û wezîrên Karên Derve yên Welatên Erebî konferansek derbarê proseya NATOya Erebî bi rêve diçe. Ligor rarportan û çavdêrên sîyasî dihête çaverêkirin NATOya Erebî di meha Çileya 2019an de bi awayekî fermî bihête ragihandin.

Geşadan, dîplomasîya Amerîka û hevpeymanên wê aşkere dikin ku bereya dijî Îranê xwe mukum dike û hewla wê yekê dihête dayîn ku destên axtapotî yên Îranê li welatên weke Iraq, Sûrîye, Yemen, Lûbnan, Qeter, Bahreynê bêne birrîn. Aniha dîyar nîne bê ev prose wê kengî dest pê bike û wê çi encaman bi xwe ra bîne. Bes tiştekî dîyar û berbiçav heye ew jî xweragirîya xelkê Îranê ye. Dengê şoreşa xelkên Îranê beramber rejimê roj bir roj zêdetir dibe û dîhete dîtin ku wê ev xweragirî rejimê tûşî karesatên mezin bike.

Bawerîya xelkê bi rejimê nema ye

Ligor raportên opozîsyona Îranê milletê Îranê bawerîya xwe bi gotinên Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamaneyî û Serokkomarê Îranê Hesenê Rûhanî nînîn û dijî rejima mezhebî ew ê dest bi şoreşê bikin. Herwisa rewşa xirab a aborî millet bêzar kirîye û gellek karmend û ajovanên kamyonan dest bi girevan kirine. Bihayê dolarekî Amerîkayê bûye nêzîkî 17 hezar tûmenê Îranê û xelk rû bi rûyê feqîrîyê bûye.

Kompanyayên navdewletî yên wize tekonolojî û xizmetguzarîyê yên weke Airbus, Boening, Siemens, CMA CGM, Total, ATR, Peugeot, Renault, BNP Paribas û hwd… aşkere kirine ku wan karê xwe yên li Îranê bi dawî kirîye û nema li Îranê kar dikin. Herwisa bi milyonan hemwelatî bêkar mane. Welatên weke Tirkîye, Rûsya Hindistanê asta stendina neftê ji Îranê kêm kirine.

Divê kurdên Rojhilatê Kurdistanê çi bikin?

Helwêst û rola alîyên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê beramber rejimê jî muhim e û di nezera min de wê hevsengîya şerê dijî Îranê dîyar bike. Mangirtinên herî dawî yên dikkandar û mamosteyan peyamên muhim in bo rejimê. Xebatên 3 salên dawî yên Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê ku weke “Rasanê” hatine binavkirin divê berdewam bin.

Alîyên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê pêwîste demildest hevdu bigrin û di yek bereyê de ligel muxalifên Îranê beramber rejimê bicengin. Alîyên sîyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dikarin li dîmenê bêyekrêzîya kurdan a li Başûr û Rojavayê Kurdistanê binerin bê çi bi ser millete kurdan de anîye. Di gotarên berê jî de min aşkere kiribû û aniha pêwîst dibinim dûpat bikim li nava Îranê neteweya herî çalak neteweya kurd e, bi bername û planên stratejik kurd dikarin rejimê ji Rojhilatê Kurdistanê derxin û bibin serwerê axa xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x