Memo Şahin: Dawiya şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê tê îlankirin!

'' Rêya erîşên li ser Başûrê Kurdistanê tê girtin. Êdî nikare bi leşger, tank, top û balafirên xwe êrişî Başûr bike û gundan wêran bike, gundiyan ji axa xwe dûrxe. Êdî bi rehetî nikara destê xwe dirêjî Rojava bike, bi top û balafirên xwe însanên me bikûje û taciz bike. ''

18.02.2025, Sal - 08:04

Memo Şahin: Dawiya şerê çekdarî li Bakurê Kurdistanê tê îlankirin!
Nuçe Belav bike

Ev çend mehin ku em şahidê trafîkek, hatin û çûyinek bi lez û bez bûn. Starta vê trafikê serokê partiya nijadperest MHP, Devlet Bahçeli, da. Paşê rêya Îmraliyê vebû û raya giştî ya Tirkiyê û Kurdistanê li benda daxûyaniyek serokê PKK, Ocalan ma.

Behsa, qala du projeyan tê kirin.

Gora yekî, dewlet û Ocalan li ser dawînanîna şerê çekdarî li hevkirine û gora vê plan û projeyê jî PKK wê xwe bigehurîne, wek rêxistin jî transformasyonek pêk bîne, ango formek nû bigre.

Gora proje, an jî pêvajoya duwêmin, Rojhilata Navîn wê di nav pênc salan de bi giştî bê gûherandin û Tirk û Kurd, li hemû parçeyên Kurdistanê bi hevra dewletek nû, demokratîk û federal an jî konfederal pêkbînin û Kurd û Tirk têkel bin.

Dibe ku her du proje bi hevra girêdayîbin.

Dîsa wer xûya dike ku hem desthilatdarên Beşurê Kurdistan û hem jî yên Rojavayê ji vê plan û projeyê hayadar in û piştgiriyê wê dikin.

Dema ku bistûşeş sal berê Ocalan ji Kenyayê anîn Tirkiyê, wê çaxê jî Ocalan gazî kir û PKK şerê çedarî rawestand û hêzên xwe ji Bakûr kişandin Başur û paşê jî PKK navê xwe guhert û şiklek nû girt. PKK wê çaxê jî behsa paradigmeyek nû kir, kirasê glasnost und perestroikaya Gorbaçov li xwe kir û hinek guhertin pêkanîn.

Lê çend sal paşê dîsa her tişt tevlihev bû û şerê çekdarî destpêkir.

Niha jî PKK qala glasnost und perestroikayek nû dike û amadeye hevhatina Ocalan û dewletê qebûl bike û xwe ji dexîşîm û donûşûmek nû derbaz bike.

Lê ji aliye dewletê gavên negativ, êriş, kuştin û zext berdewam in. Ne tenê Kurd, her ûsa şexsiyet, rojnamevan, siyasetmedar û saziyên Tirkan jî para xwe ji wan êrişên dewletê digrin. Her roj li hemberê şaredarên Kurd qeyîm tên tayînkirin. Her roj bi dehan însan tên girtin. Her roj li Rojava Kurd tên kuştin.

Dîsa jî rewş ne wek bîstûşeş salên berê ye. Rojhilata navîn ev çend meh in ser û bin bû. Hinek hêzên bingehîn pûç bûn û ji taqatê ketin. Îran, Hamas û Hizbullah li qeraxên deryayê sipî têkçûn. Êdî nikarin rolek mezin li ser paşeroja gelên Rojhilata Navîn bilêhîzin. Niha şûnda tesîr û bandora Îranê li ser hêzên Kurd jî wê kêm be û demek nêzik de Kurd dikarin li Iraqê bên ba hev.

Di nav vê çarikek sedsala nû da, bîstûpênc salên dawî de Kurd ser ketin. Li Başûr bûn xwedî statûyek û di nav raya giştî ya cihanê û navdewletî de bûn şîrik û ortaxên dîplomatîk û stratejîk. Li Rojava xak û erda xwe parastin û bi têkoşînek bê hempa û bê mîsal bandora xwe dan dinyayê. Li Bakûr, her çiqes ji aliyê rêxistînî de lawaz ketibîn jî, ji aliyê şiûra millî û niştimanperweriyê de hêza xwe kirin du qat û nifşên nû rûyên xwe ji dewleta Tirk ber bi Kurdistanîbûn ve gûhertin.

Bona vê jî deftera wendakirinê niha şûnda ne vekiriye. Ev rûpela reş hat girtin. Niha şûnde destkevtiyên Kurdan li hemû beşên Kurdistanê di holê de ne. Bi gotinên stranek Radyoyê Rêwanê, Kurd êdî ketin defterê!

Niha şûnde wê çi be?

Û ger dewlet bixwaze dîsa bi dek û dolaban Kurdan bixapîne, çi diqewime?

Gor bîr û baweriya min, dewlet nikare tiştek bi destxwe. Bi kêmasî ev deh sal in ku bandora şerê çekdarî li Bakûrê Kurdistanê nemaye. Bi gûhertina navan jî dawiya dinyayê nayê. Îro PKK ye, sibe wê hizb û partiyek din be, an jî bi şîldek, tabeleyek nû xebata xwe bidomîne.

Lê çi dibe?

Rêya erîşên li ser Başûrê Kurdistanê tê girtin. Êdî nikare bi leşger, tank, top û balafirên xwe êrişî Başûr bike û gundan wêran bike, gundiyan ji axa xwe dûrxe.

Êdî bi rehetî nikara destê xwe dirêjî Rojava bike, bi top û balafirên xwe însanên me bikûje û taciz bike. Ser de jî, êdî şûnda nikare destkevtiyên Kurdan têk bide û pûç bike, ber ku dostên navnetewî ya Kurdan jî peyda bûn û li hemberî plan, dek û dolabên Tirkiyê disekinin!

Dem hatiye. Çawa Kurd li Başûr li ser ketin, wê li Rojava jî serwer û bextewar bin!

Li Bakûr jî serdemek nû destpêdike û hemû partî û hizb dikarin bi rêyên demokratîk têkoşîna xwe bimeşînin û bihaneya, sebeba zextên çekên PKK jî ji hole radibe. Ûsa jî maratonek demokratîk destpêdike. Kî kar û xebatek baş kir, wê serkeve!

Ger bi vê plan û pêvajoyê girtiyên siyasî bên berdan, Kurd bikaribin li Bakur biçek jî be, tama azadiyê bigrin; ger êrişên li ser Başûr û Rojava bisekin û Kurd neyên kuştin, ev jî bes in. Bila di dawiyê de Erdoxan bo carek din, bibe serokkomar!

Di destpêkê de min behsa du projeyan kir. Ji wan kîjan jî bi serkeve, Kurd bi qezenc in! Rûpela wendakirînê bi dawî bû! Niha şûnda katjimêr û saeta Kurdan xûlekan dihêjmêre, ne yên neyar û dijminan!

 

Bu makalede yer alan fikirler yazara aittir ve Nerina Azad'ın editöryal politikasını yansıtmayabilir.

Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:52:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x