Rêbwar Kerîm Welî: Piştî Şingalê dora Silêmaniyê ye

Li malpera Rûdawê nivîskar Rêbwar Kerîm Weli, nivîsek bi sernavê \'Piştî Şingalê dora Silêmaniyê ye\' weşand. Welî, di nivîsa xwe dîyar kir ku PKK wê bi Şingal\'ê nemîne û armanca wî duyemîn Silêmanî ye.

28.03.2017, Sal - 11:52

Rêbwar Kerîm Welî: Piştî Şingalê dora Silêmaniyê ye
Nuçe Belav bike

Çawa ku nifûz û çalakiyên PKKê yekemîn car di sala 2003ê de li Şingalê di bin navê Partiya Pêşketinxwaz a Êzidiyan li navçeya Şigalê dest pê kir (Paşî navê wê kirin Tevgera Demokratîk a Êzidiyan TEVDA), heman awayî PKK bernameyek amade kiriye li herêmên bin desthiladariya YNKê kar dike.

Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK), ku ji bo Başûrê Kurdistanê hatibû damezrandin, nekarî armancên PKKê pêk bîne. Lewma piştî destpêkirina krîza Sûriyê û bi navbeynkariya Îranê lihevkirina PKKê û PYDê ya ligel rejîma Esed, PKKê rasterast li ser Silêmaniyê, Helebce û herêmên Raperîn û Germiyanê dest bi kar kir.

PKK li van herêman, bi piştgirî û çavgirtina berpirsên xwecihî, civînên berfereh ên girseyî dike. Di van çalakiyan de PKKê hewl dide ciwanan an rasterast tevlî nav refên xwe dike yan jî hand ide pêwendî bi Heşda Şeibî ve bikin.

Bê helwestbûna YNK û Goran a li van herêman û bêhêvîbûna gel, valatiyeke civakî û girseyî yê berfireh ji bo karê siyasî û serbazî ya PKKê ava kiriye. Makîneya ragihandina partiyên Silêmaniyê jî 24 demjimêran xizmeta wan dike. Di hemû şkestinan de jî wan weke qehreman binav dikin. Vê yekê jî tenê ji bo karvedana li dijî PDKê dikin. Ew tişta ku bixwe nikarin li dijî PDKê bikin, hêvî dikin ku PKK bikare ji bo wan bicîh bike.

Girifta sereke ya deshiladarên Silêmaniyê ew e, ku hê jî li mahiyeta PKKê fêm nekirine û nikarin balansa hêzê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn baş bixwînin. PKK bi xweşî yan nexweşî ji Şingalê derdikeve. Bi tevê hemû gef û guvaşên berpirsên PKKê yên di Newrozê de kirine, PKK naxwaze ligel PDKê bikeve nav pevçûnekê (di bin ve ligel PDKê di nav guftûgoyan de ne). Çimkî PKK dizane li hember wan gelek kartên guvaşê di destê PDKê de ne.

Lewma ew armanca îro PKK li ser kar dike, bernameya Îranê ye, baladestiye li Zona Kesk û Nîlî, ne ya Zer. Lewma hêviya wan a têkbirina PDKê ya bi destê PKKê, karekê bê feyde û bê encamp e. Eger YNK bi destê xwe weke salên 2000î PKKê nede sekirnandin dê di nav mala wî de kavilbûneke mezin çêbibe.

Ji bo na xwendina nêrîna giş ji kerema xwe li vir bitikînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x