Têkiliyên Enqere û Şamê û bazara li ser Rojavayê Kurdistanê

Bi dîtina min tevî ku ev nûçe jı sedi sed durist e, û dûr nîne ku ji wisa xirabtir be, ji ber ku yek ji Alfbêya siyaseta kurdî, ku divê her kurdek bizanibe ku her çend nakokî di navbera dagîrkerên kurdistanê de hebin, lê li ser pirsa kurdî yekdeng û yekhelwestên û dikarin bigehêjin tifaq û lihevhatinê...

24.08.2022, Çar - 11:33

Têkiliyên Enqere û Şamê û bazara li ser Rojavayê Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Ev demeke mijara duberkirina têkiliyan di navbera Tirkiyê û Sûriyê ketiye rojevê û bi taybetî piştî civîna sêqolî ya Tehranê di navbera Putîn, Erdogan û Reyîsî de (di 18'ê meha borî de), ku di çend rojên borî de nûçeyek di medaya Tirkiyê de li ser asayîkirina têkiliyan di navbera Enqere û Şamê de bi xurtî hatibû belavkirin, û li gor gelek çavkaniyên ragihandinê yên din ew nûçe hatiye piştrastkirin, bi diyarkirina 5 daxwazên hevbeş di navbera Enqere û Şamê de ji bo dubere vekirina kanalên peywendiyên di navbera her du welatan de, û di naveroka wan daxwazên hevbeş de ku xala tinekirina hebûna gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê, xala hevbeş û herî sereke di nav wan de daxwazan de ye.

Herwisa zêdetir ji wê nûçeyê ku li vê dawiyê gelek caran behsa pêwîstiya têkiliyên di navbera Tirkiye û Rêjîma Sûriyê de ji aliyê berpirsên bilind yên Tirkiyê dibe, û dûr nîne ku têkilî, rêkeftin û bazar di navbera herdu aliyan de ticarî nehatibin birîn û hemî bûyerên di demê borî de di navbera herdu welatan de bi rêkeftin û hevahengî hatibin pêkanîn, di nav de bi taybetî dagîrkirina navçeyên kurdî "Efrîn, Girêspî, Cerablis û Serêkaniyê", û daxuyaniya berî çend rojan ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser pêwîstiya lihevkirina rêjîma Şamê û opozîsyona Sûriyê vê yekê piştrast dike, nemaze ku serokomarê Tirkiyê Erdogan bi xwe di roja Înê 19'ê Tebaxê de ji bo rojnamevanan got ku "divê em li gel Sûriyê gavên pêşkeftî bavêjin, ku em bi rêya wan gavan dê bikarbin gelek pîlanan yên li ser cîhana îslamî pûç bikin", herwiha got ku "hemû gavên Tirkiyê li bakurê Sûriyê, li rojavayê Firatê, li rojhilatê Firatê, heta Behra Spî bi hevkarî ligel Rûsyayê hatine pêkanîn".

Bi dîtina min tevî ku ev nûçe jı sedi sed durist e, û dûr nîne ku ji wisa xirabtir be, ji ber ku yek ji Alfbêya siyaseta kurdî, ku divê her kurdek bizanibe ku her çend nakokî di navbera dagîrkerên kurdistanê de hebin, lê li ser pirsa kurdî yekdeng û yekhelwestên û dikarin bigehêjin tifaq û lihevhatinê, berovajî hêzên kurdî, ku ev zêdetir ji 11 salan heye kar û tevgera hêz û aliyên kurdî yên Rojavayê kurdistanê mixabin bûye duberekî û ji bo tinekirina xwe bi xwe, tevî hewldanên Amerîka û Fransa û Herêma Kurdistanê ji bo rêkeftina hêzên kurdî li Sûriyê, ku îro li gorî pêşhatên siyasî û ji bo rûbirûbûna pîlan û rêkeftinên eşkere û yên nehînî di navbera Enqere, Tehran û Şamê de, pêdiviya miletê Kurd yê Rojavayê Kurdistanê bilez rêkeftina hêz û aliyên kurdî heye, ku divê aliyên kurdî xwe yekdeng û yekalî bikin, û helwesta xwe bi taybetî ya neteweyî zelal bikin û têkiliyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêz bikin û herwisa helwesta xwe siyasî ji têkiliyên xwe ligel Tirkiyê û Rêjîma Sûriyê û heta radeyekî helwesta xwe ji Rûsyayê jî yekalî bikin, nemaze wek xuyaye ku gelek ji van bazaran bi hevkariya Rûsiyayê hatine pêkanîn.

Ebdûlazîz Qasim

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:40:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x