Mela Mihyedîn: Bereket Ji Qewetê, Qewet ji Yekîtîyê

Em mirov her çend bi hêz bin û li gelek tofan û sergêjîyan bi awayekî serkeftî me li ber xwe dabe jî pirî caran bayekî sivik me teqlomeqo dike. Hewce ye wekî wan tofanên ecêb yên ku me li ber xwe dabû dîsa em li ber xwe bidin û serî ji bayên sivik re daneynin. Ji bo derketina bayê hênik û xweş ked û yekîtî pêwîst e.

18.10.2019, Cum - 08:20

Mela Mihyedîn: Bereket Ji Qewetê, Qewet ji Yekîtîyê
Nuçe Belav bike

Ji wextê em ketine vê dinê heya niha herdem em li bereket, xweşbûn û qewetê gerîyane. Lê ev tiştane ne wisa pir hesan in. Ji bo vê yekê ked û yekitî pêwîst e.

Havîrdorê me çeqel, rovî û keftar e. Em di çaleke bê bînî û tarî de ne. Ev yek hem bi awayê dêrûnî, hem bi awayê mirovatî û hem jî bi awayê netewî wisa ye. Lê çareserîya hemûyan jî yek e. Ji bo derketina ronahîyê ked û yekîtî pêwîst e.

Em mirov her çend bi hêz bin û li gelek tofan û sergêjîyan bi awayekî serkeftî me li ber xwe dabe jî pirî caran bayekî sivik me teqlomeqo dike. Hewce ye wekî wan tofanên ecêb yên ku me li ber xwe dabû dîsa em li ber xwe bidin û serî ji bayên sivik re daneynin. Ji bo derketina bayê hênik û xweş ked û yekîtî pêwîst e.

Herkes malek bi ken dive. Herkes malek şen dive. Herkes malek germ dive. Herkes malek bi aramî dive. Herkes malek kêm problem dive. Ji bo malek îdeal ked û yekîtî pêwîst e.

Hevalek dilgeş herkes dive. Hevalek rû bi ken herkes dive. Hevalek xweş muhbet herkes dive. Hevalek dilnizm herkes dive. Hevalek xweş karekter herkes dive. Hevalek alîkar herkes dive. Ji bo hevalek wisa ked û yekîtî pêwîst e.

Bajerek paqij herkes dive. Bajerek bi park herkes dive. Bajerek ji alîyê tîyatro, muzîk, sînema, wêne, opera û baleyê ve bi heybet û bala herkesî kişandî herkes dive. Ji bo bajarek wisa ked û yekîtî pêwîst e.

Welatek azad herkes dive. Welatek ava herkes dive. Welatek pêşketî herkes dive. Welatek serbixwe û bi qewet herkes dive. Welatek şen herkes dive. Welatek ku herkesî bike heyranê xwe herkes dive. Welatek bi edalet herkes dive. Welatek demokratîk herkes dive. Welatek bi qudret herkes dive. Welatek ji diz û bênamûsan paqij herkes dive. Ji bo welatek wisa ked û yekîtî pêwîst e.

Herkes dive, herkes dive, herkes dive... Lê sed mixabin kesek tiştekî nake ji bilî mirovên jidil, kedkar, bi xîret û îdealîst.

Ji bo hertiştî yekitîyek xurt pêwîst e. Ew yekîtî ji me re dibe rêya felat û xweşiyê.

Min bi çavên xwe dît lê mezinên me jî qaldikirin. Li zemanê berê mirovên gundan bi hev re tevdigerîyan û alîkarî didan hev. Bi vê yekîtîyê tiştên xweş dikirin. Dema ku qenala avê çêdikirin kesek di mal de rûnedinişt. Zarok, ciwan, jin, mêr û extîyar tevek diçûn ser kar û herkesek li gorî qeweta xwe karek dikir. Extîyar piranî ji wan re rêber bûn û rê nîşanî wan didan. Lê kesek betal nedima ji bilî nexweşan. Bi vê saya yekîtîya mirovan qenala avê diçû nava zeviyên gundîyan an jî ew av digihaşt nava gund. Herkesek bi rehetî xwe digihand avê û pê pêdivîyên xwe dikirin. Ne tenê li ser avê alîkarî didan hev. Jîyaneke hevpar li nava gund hebû. Wexta çaxê dirûna dan, çaxê patozê, çaxê dawet û şîna teveka mil didan hev û dixebitîn.

Li zemanê berê dema malek dihat çêkirin gazî li hemû gundîyan dibû. Hemû gundî li hev kom dibûn û mil didan hev. Bi yekîtîyek jidil û eqîq roj bi roj mala filankesî çê dikirin. Bi saya vê yekîtîyê mirov dibûn xwedî mal.

Kesên bê mal bêxwedî ne. Emanet mala xwe ava bikin û bibin xwedî mal. Bibin xwedî bask û basken li ba bixin û berê xwe bidin rojê.

Kesek naye û we ji tarîyê ku hûn di hundirê wê de ne dernaxe. Kesek naye û nabe Mesîh û huzûrê li kaînatê belav nake...

Xanîyê gorbihişt gotibû: “Vî zemanî herkesek mîmarê dîwarê xwe ye”. Rabin û dîwarê xwe lê kin. Li benda kesî nemînin. Li paş milet û dewletan nemînin û xwe ji trêna medenîyetê mehrûm nekin. Rabin û dîwarê xwe lêkin.

Pirê caran dîn, sîyaset û îdeolojî ji ling û mejîyên mirovan re dibin girêk û pranga. Pûtperesti hîn jî dewan dike. Mirovên vê demê ji xwe re ji dîn, sîyaset, îdeolojî û materyalan pûtan çêdikin û ji wan re şev û roj taet dikin. Pûtperestên vê demê yên ji dema kevnare xirabtir û hovtir in. Emanet xwe ji pûtan azad bikin û çakûçekî li bin guhê wan pûtan bixin.

Guh nedin çîrokên dîn, sîyaset û îdeolojîyan.

Emanet xwendin.

Emanet yekîtî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:22:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x