Dibe ku pevçûna Tirkiye û kurdan operasyona Reqayê paşve bixe

Navenda Lêkolînên Stratejîk Stratfor (Stratejîk Forkastîng) weke nerîtekê her sal pêşbîniyên xwe yên derbarê sala nû de dike rapor.

18.01.2017, Çar - 12:15

Dibe ku pevçûna Tirkiye û kurdan operasyona Reqayê paşve bixe
Nuçe Belav bike

Di vê raporê de lekolînerê mijarên terorîzm û ewlekariyê Stratforê Scott Stewart pêşbîniyên xwe yên derbarê sala 2017ê de nivîsîne.

Li gorî nêrîna navenda lêkolînên stratejîk a amerîkî Stratforê, DAIŞê ji destpêka serhildanan xwe ve “enerjiyeke nû” daye tevgerên cîhadî. Ragihandina xîlafetê û derbarê dawiya cîhanê de piştraskirina û bawerîdana çekdarên xwe, wisa kir, ku bi hezaran çekdarên biyanî berê xwe bidin nav vê grûbê. Ji ber vê yekê jî DAIŞê kariye di demekê kêm de bibe hêz û şiyana mirovî kombike. Lê belê “dem û cografya” du sedemên din bûn, ku li hember armancên DAIŞê kar dikirin.

Scott Stewart di wê nêrînê de ye, “Her çend DAIŞ rexneyên tund li Serokê El Qaîdeyê Eymen Zewahîrî digre lê ev grub hê jî planên Zewahîrî cî bi cî dike, ku wî di sala 2005ê de bi nameyekê ji serkirdeyê El Qaîdeyê yê Iraqê Ebûmûsab Zerqawî xwestibû.”Zewahîrî di nameya xwe ya ji bo Zerqawî de gotibû; “Pêvajoye yekemîn ew e ku amerîkî li Iraqê bên derxistin. Qonaxa duyemîn damezrandina desthilat an jî mîrektiyeke îslamî ye, ku paşî dikarin vê mîrektiyê pêş bixin û xelîfetiyê rabigihînin.”

Nêrîna Zewahîrî ew bû, ku dikarin di herêmên sunne de xelîfetiyê rabigihînin. Armanca avakirina vê desthilatadriyê jî pirkirina valatiya piştî vekişandina amerîkiyan bû.

Stewart derbarê bernameya demkî ya pêkanîna planê de dibêje; “Cudahiyên giring di navbera Qaîde û DAIŞê de hene. ji ber ku berovajiyê berpirsên El Qaîdeyê, DAIŞê rêyeke lezgîntir danîne pêşiya xwe. Lê ji bo pêkanîna vê mebestê û herwiha ji bo bikaribe herêmên di bin destê xwe de bikar bîne, pêwîstiya DAIŞê bi wê yekê heye sûdê ji cîh, çavkanî û çekdarên herêmên di bin kontrola xwe de werbigre.

Lêkolînerê Stratforê dixwaze em fêm bikin ka ji ber çi DAIŞê yekser li ser axên Sûriyê û Iraqê xelîfetiya xwe damezrand.

Stewart dibêje; “DAIŞê dixwest wê peyamê bide cîhana îslamî, ku xelîfet rastiyeke dîrokî ye, ti kes nikare pêşiya belavbûna wî bigre û divê hemû mislimanên cîhanê piştgirî û hevkariya wî bikin.”

Cografyayê destê DAIŞê girêda

Di vê beşa raporê de amaje bi wê yekê tê kirin, ku DAIŞê bi ragihandina xelîfetiyê û li ser cografyayekî diyarkirî avakirina dezgehên rêveberiyê, xwe ji gelek îmtiyazên komên partîzanî bê par kir. Ji ber ku komên partîzanî bi xwe cîh û dema êrîşan hildibijêrin. Ji bo vê armancê jî pişta xwe didin xalên lawaz ên dijminên xwe. Bi pêkanîna êrîşên ji nişkê ve darbeyan li yên hember xwe dixin.

Ji bilî vê yekê, grûbên partîzanî di liv û tevgera xwe de azad in. ji lewra destê wan ji ya hêzên hikûmî valatir e. Çimkî divê hêzên hikûmî ji cihên nîştecîbûnê agahdar bin, çavên wan li çavkaniyên xwezayî û rêyên pêwendiyan be. Lê ji bo grûbên partîzanî ne merc e ku pabendê van şertan be.

Ji ber vê yekê, avakirina xîlafetê hinek berpirsiyariyên DAIŞê zêdetir kir û ew xiste nav pirsgirêkên din ên weke parastina bajêran, dabînkirina xizmetguzariyan.

Van mijaran DAIŞ rûbirûyê şkestinên mezin kir. Yek ji têkçûna giring a DAIŞê, di Mijdara 2016ê de wendakirina bajarokê Dabiqê yê bakûrê Helebê bû, ku Artêşa Azad a Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê kontrol kir. Ji aliyê sembolîk ve wendakirina vê bajarokê şkestineke mezin gihande DAIŞê. Lewra ne ecêb e ku DAIŞê navê govara xwe ya Dabiqê guhert û kir Romiye. Dixwazin bi vê guhertinê bala çekdar û alîgirên xwe ji şerê Dabiqê (li gorî baweriya wan şerê herî dawî yê misliman û kafiran dê li vê derê bê kirin) bikişin bo aliyê dagirkirina Romê.

Herwiha, Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî karî bajarê Minbicê kontrol bike û bi vî awayî DAIŞê rêya sereke ya tevger û veguhestina çekdar û teqemeniyan wenda kir. Ji xeynê vê jî Tirkiye û hêzên berdestê wan navçeya Babê dorpêç kiriye û rêya hatin çûnê li DAIŞiyan girtine.

Li Sûriye û Iraqê pêşbîniyên derbarê DAIŞê de

Navenda Stratfor pêşbînî dike, ku dê di sala 2017ê de bajarê Mûsilê bi tememî ji aliyê Artêşa Iraqê ve bê kontrolkirin. Herwiha pêşbînî dike, ku îsal operasyona Reqayê jî bê detpêkirin. Lê Stratfor dibêje, “Dibe egera derketina şer di navbera Tirkiye û hêzên kurdî de operasyona Reqayê paşve bixe. Jiber ku dibe hêzên kurdî berê xwe biguherin û dewsa kontrolkirina Reqayê berê xwe bidin herêmên bakûrê Sûriyê.

Scott Stewart diyar dike, ku dê sala nû de DAIŞ dê gelek navçeyên bindestê xwe, çavkaniyên bin destê xwe û herwiha gelek serkirdeyên xwe wenda bike. Herwiha jia aliyê hejmar û ji aliyê qebare ve hejmara DAIŞiyan û armancên wan kêmtir bibe. Lê di vê rewşê de jî dê bikare êrîşên xwekujî li Sûriye û Iraqê bike.

Wîlayetên DAIŞê

Ji xeynî axa bin dagirkeriya DAIŞê ya li Sûriye û Iraqê, ji Fîlîpînana heta Nîjeryayê li hinek deveran wîlayetên DAIŞê hene. Bêguman DAIŞê ev wîlayet ji sifirê ve amade nekirine. Beriya niha rêxistinên din ên cîhadî li van wîlayetan desthilat bûn û paşî bey’eta DAIŞê kirin.

Bi berdewamî egera wê yekê heye ku ev wîlayet ji DAIŞê cuda bibin û rêxistin biryara bey’eta xwe şûnde bikişin.

Li gorî lêkolînerê Stratforê, ji aliyê pehnatiya cografyayê ve axa di bin destê van wîleyetan de mezin e lê ne di wê hêza El Qaîdeyê de ne, ku piraniya van welatan birêxistinkirî ye. Weke mînak Efganîstan, Tunis, Cezaîr, Malî, Lîbya, Yemen û Somalî rêxistinên DAIŞê nikarin xwe li milê rêxistinên El Qaîdê bidin.

Ji xwe DAIŞê li Lîbyayê bajarê Sîrteyê wenda kir û li wîlayeta Sîna ya Misirê jî ew hêza wî nemaye êrîşên xwe yên mîna par ya li hember firokeya rûsî li Şarmenşêx kiribû, bike.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2077 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:51:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x