Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin, 7 hezar kes jî winda ne

Ji ber bahoza Danielê ya ku bandor li Rojhilatê Lîbyayê kir lêhî rabû.

12.09.2023, Sal - 11:01

Li Lîbyayê lehî rabû: 2 hezar kes mirin, 7 hezar kes jî winda ne
Nuçe Belav bike

Ji ber bahoza Danielê ya ku bandor li Rojhilatê Lîbyayê kir lêhî rabû.

Gelek avahî bi bin ava lehiyê da man û lehiyê zerereke zêde gihand rêyan û binesaziya herêmê.

Heta niha termên 2 hezar kesan hatine dîtin û hejmara kesên winda jî bi ser 7 hezaran ketiye.

Serokê Hikûmeta Rojhilatê Lîbyayê Usame Hammad, li ser xisarên lehiyê daxuyanî da rojnamegeran.

Usame Hammad ragihand ku tenê li parêzgeya Derneyê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest daye ji 2 hezaran derbas bûye.

Hammad, rewşa Derneyê wekî karasateke mezin şîrove kir.

Wezîrê Karên Navxwe İsam Ebu Zeribe jî diyar kiribû ku li parêzgeha Derneyê termên 1500 kesî hatine dîtin.

Ebu Zeribe da zanîn ku hejmara kesên wenda jî bi ser 7 hezaran ketiye.

“Pêwîstiya me bi midaxeleya navneteweyî heye”

Li aliyê din, endamê Meclîsa Şaredariya Derneyê Ahmed Emdur bi rêya hesabê xwe yê Facebookê got:

“Li Dernayê gelek avahî bi temamî di bin avê de mane. Rêyên çûn û hatinê xira bûne. Bi giştî ziyaneke mezin gihiştiye welatiyan.

Derne bû bajarekî hilweşiyayî. Pêdiviya me bi midaxeleya navneteweyî heye.

Ji ber ku rêyên bejahiyê hemû hilweşiyane divê rêyên deryayê werin vekirin.

Tenê rêyek maye lê çûn û hatine li ser wê rêyê niha zehmet e.”

Kordînatorê Alîkariya Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Lîbyayê Georgette Gagnon, bi rêya plantforma medyaya civakî ya Xê xemgîniya xwe anî zimên.

Georgette Gagnon di parvekirina xwe de got ku ji bo midaxeleya lezgîn şande hatine amadekirin.

Rayedarê NYyê, bangî şîrîkên xwe yên xwecihî, neteweyî û navneteweyî kir ku di van rojên zehmet de bi lezgînî alîkariyê wan bikin.

“Barana herî gur a 40 salên dawiyê ye”

Berdevkê Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayê Muhammed Hammude piştî civîna awarte li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.

Hammude amaje pê kir ku li gorî daneyên meteorolojiyê, rêjeya baranên li herêma Cebel el – Ahdarê 400 milimetreyî nîşan dide.

Ev rêje jî barana herî gur a 40 salên dawiyê ye.

Serokê Hikûmeta Yekitiya Neteweyî ya Lîbyayê Abdulhamîd Dîbeybe biryar da ku ji ber karesata lêhiyê 3 rojan şîn were ragihandin.

Rayedarên Rojhilatê Lîbyayê ji ber bahozê tedbîrên wekî “navberdayîna perwerdeyê, girtina firoşgehan û qedexeya derketina derve” wergirtibûn.

Li aliyê din, şert û mercên dijwar ên avhewayê bandor li parêzgeyên Bingazî, Bayda, Merc û Suseyê jî kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:14:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x