Li Sûdanê agirbest hat ragihandin

Aliyên nakok ên li Sûdanê li ser agirbesteke bo 3 rojan ku duh nîvê şevê dest pê dike li hev kirin.

25.04.2023, Sal - 08:51

Li Sûdanê agirbest hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Ev nûçe ji aliyê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ve hat ragihandin.

Blinken di daxuyanîya ku da de derbarê mijarê de wiha got: "Piştî muzakereyên dijwar ên 48 saetên dawî, Hêzên Çekdar û Hêzên Piştgiriya Bilez (HDK) yên Sûdanê li hev kirin ku ji nîvê şevê pê ve agirbesta li seranserê welêt pêk bînin. Agirbest dê 72 saetan bidome."

Ji roja 15ê vê mehê ve şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo berdewam in, heta niha 427 kes hatine kuştin, 3 hezar û 700 kesên din jî birîndar bûne.

Li Sûdanê 9 roj in şer berdewam e, di wî şerî de bi sedan kes hatine kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne. Herwiha mal û mulkên hejmareke welatiyên Rojavayê Kurdistanê li wi welatînê hatin talankirin û Ji destpêka şer ve heta niha 11 welatiyên Sûrî jî hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:45:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x