Aliyev, Nêçîrvan Barzanî vexwend Konferansa Guherîna Keşûhewayê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de bi Serokkomarê Azerbaycanî Îlham Aliyev re civiya.

17.02.2024, Cts - 09:02

Aliyev, Nêçîrvan Barzanî vexwend Konferansa Guherîna Keşûhewayê
Nuçe Belav bike

Gelek lîderên cîhanê, pisporên ewlehiyê û siyasetmedar dê di navbera 16 û 18ê Sibatê de tevî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin ku cara 60î ye tê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Serokokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji ber ku di hilbijartinan da cardin wekî serokkomarê Azerbaycanê hate hilbijartin pîrozbahî li Aliyev kir,

Her du aliyan tekez kir ku ji bo pêşxistina hevkarî û pêwendiyên Azerbaycan û Îraqê û bi taybetî Herêma Kurdistanê gavên pêwîst bên avêtin.

Ji bo pêşdebirina pêwendiyan, prosedurên vekirina Konsulxaneya Giştî ya Azerbaycanê ya Hewlêrê hatin gotûbêjkirin.

Aliyev herwiha Nêçîrvan Barzanî vexwendiye Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) ku îsal li Azerbaycanê tê lidarxistin.

Di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û metirsiyên li ser aştî û aramiyê hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:01:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x