Almanya: PKK ji lîsteya rêxistinên terorê nehatiye derxistin

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku ti sedem nîne ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.

03.03.2025, Pts - 10:59

Almanya: PKK ji lîsteya rêxistinên terorê nehatiye derxistin
Nuçe Belav bike

Piştî ku Abdullah Ocalan bangî PKKyê kir ku çekan deyne û PKKyê jî agirbestek ragihand di nav raya giştî ya Almanyayê hinek nîqaş derketin bê ma hikûmet dê PKKyê ji “lîsteya rêxistinên terorê" derxe yan na.

Li gorî nûçeya DW Tirkiyê, Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku ti sedem nîne ku PKK ji “lîsteya rêxistinên terorê” were derxistin.

Li gorî nûçeyê, berdevkê Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ji rojnameyên girêdayî Tora Redaksiyona Almanyayê (RND) re ragihand ku tevî daxuyaniya agirbestê ya rêxistinê jî ew dê helwesta xwe neguherin.

"Ti sedem nîne ku PKK ji nû ve were nirxandin"

Berdevk got, "Bi nêzîkî 14 hezar û 500 piştgirên xwe, li Almanyayê rêxistina ku endamên wê herî zêde ne PKK ye.

Divê dûrketina stratejîk a ji şidetê ya li Almanyayê vê rastiyê veneşêre.

Çalakiyên piştgiriya lojîstîk û darayî yên PKKyê, her wiha wekî mînak tevlîbûna ciwanên li Almanyayê ya têkoşîna çekdarî ya li derveyî welêt heta niha bûne sedema nîgeraniyê.

Ji ber vê yekê, li gorî nêrîna Hikûmeta Federal niha ti sedem nîne ku PKK careke din were nirxandin."

Di siyaseta Almanyayê de dem bi dem daxwaza derxistina PKKyê ji lîsteya rêxistinên terorê, bi taybetî ji aliyê Partiya Çep ve tê diyarkirin.

Abdullah Ocalan 27ê Sibatê bangî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir ku çekan deyne û kongreya xwe bicivîne û xwe fesix bike.

Pişt re Komîteya Birêvebiriya PKKyê ragihand ku wan agirbest îlan kiriye.

PKK ji sala 1993yan ve li Almanyayê di nav rêxistinên qedexe de ye û ji sala 2002yan ve jî li seranserê Yekîtiya Ewropayê di lîsteya “rêxistinên terorê” de ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:47:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x