Îro Wezîrên berevaniyê yên her du welatên Brîtanya û Tirkiyê di pêwendiyeke telefonî de bi hev re gotûbêj kirin.
Michael Fallon û Fikri Işik derbarê mijarên weke têkoşîna li dijî DAIŞê, herwiha operasyona Reqayê û biryara Amerîka ya ji bo şandina çekên giran bo YPGê de gotûbêj kirin.
Li gorî medyayên Tirkiyê, Fallon di vê pêwendiya telefonî de, ji Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Fikri Işik re gotiye, li gorî nêrîna Brîtanya encamdana operasyona Reqayê bi destê YPGê karekî xelet e.
Tê zanîn Amerîka biryar daye bajarê Reqayê yê Sûriyê bi Hêzên Sûriya Demokrat, ku piraniya wan ji şervanên YPGê pêk tên, encam bide. Tirkiye bi tundî li dijî vê yekê ye.