Brîtanya: Me biryara rêkeftina Reqqa erê nekiribû

Brîtanyayê ragihand ku rêkeftina navbera QSD û DAÎŞ'ê de vî hefteya borî derketibû holê, me erê nekiribû.

18.11.2017, Cts - 06:42

Brîtanya: Me biryara rêkeftina Reqqa erê nekiribû
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berpirsê Neteweyên Yekgirtî yê girêdayî Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê Lord Tariq Ahmad derbarê geşedanên Sûriyê de agahî da parlamentaran.
Lord Ahmad, li ser peymana veşarî ya tehlîyekirinê di navbera YPG û DAIŞê de li Reqayê û got, "Em beşdarî hevdîtinan nebûne û me ev biryar qebûl nekiriye."

Ahmad da xuyakirin, ‘Ev peymaneke Konseya Sivîl a Reqayê, mezinên eşîretan û rêberên herêmî bû.'

Ahmad diyar kir ku DAIŞ ligel ku erdên xwe ji dest dane jî hîn gefek e û armanca Hevpeymaniya Navdewletî ye.

Lord Ahmad da zanîn, peymana tehlîyekirinê ji aliyê Hêzên Sûriye Demokratîk (HSD) ve dihat zanîn û wiha pê de çû: "Mebesta tehlîyekirinê, ew bû ku windahiyên sivîl ên li Reqayê, bi taybet ên jin û zarokan herî kêm bikin. Em ji bo şopandina şervanên DAIŞê dewletên cîran jî di navde, li Sûriye û Iraqê bi kordîneya 73 welatan û bikaranîna hemû navgînan xebatên xwe didomînin."

ntv
Vî nûçeyê tevayî: 1636 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:24:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x