Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer sibe ji bo serdaneke fermî diçe Parîsê.
Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer dê çarşemê (sibe) here Parîsa paytexta Fransayê û bi Serokê Fransayê Emmanuel Macron re bicive.
Koşka Élyséeyê ragihand ku Emmanuel Macron dê sibe Ehmed Şer bibîne.
Li gorî daxuyaniya Koşkê, Macron “Dê teqeziyê li ser piştgiriya Fransayê ya ji bo avakirina Sûriyeyeke nû bike ku Sûriyeyeke azad, aram û xwedî serwerî be û rêzê li hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bigire."
Divê were gotin ku ev cara yekê ye Ehmed Şer dê here welatekî Ewropayê.