Erdogan: Ti pirsgirêka me bi kurdên Iraq û Sûriyê re tine

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser egera operasyona li dijî rojavayê Kurdistanê radigihîne, ew rijd in ku tiştê pêwîstbe dê bikin.

16.11.2022, Çar - 07:50

Erdogan: Ti pirsgirêka me bi kurdên Iraq û Sûriyê re tine
Nuçe Belav bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Lûtkeya G20 di civîneke rojnamevanî de li ser pirsa “Gelo piştî teqîna Stenbolê, operasyonek li dijî rojavayê Kurdistanê di rojeva we de heye?” got, lêkolînên li ser teqîna Stenbol berdewam in û di encama wan lêkolînan de, ew rijd in ku tiştê pêwîstbe dê bikin.

Erdogan got: “Ti pirsgirêkên me bi Kurdên Iraq û Sûriyê re tine, wek çawa bi welatiyên me yên Kurd ên li Tirkiyê re nîne.”

Roja Yekşemê li bajarê Stenbolê teqînek rû dabû û 6 kes canê xwe ji dest dabûn û 81 kes jî birîndar bibûn. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu jî, PKKê û YPGê ji ber wê teqînê tohmetbar kiribû, lê her du rêxistinan ev tohmet red kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 184 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:39:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x