Fransayê ji ber operasyona ser Rojava hişyarî da Tirkiyê

Wezîrê Berevaniya Fransayê di pêwendiyeke telefonî de li gel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê dilgiraniya xwe ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê anî ziman û hişyarî da ku ew êrîş aramiya li herêmê têk dibe û ziyanê digihînin şerê li dijî DAIŞê.

01.12.2022, Per - 12:28

Fransayê ji ber operasyona ser Rojava hişyarî da Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Berevaniya Fransayê Sebastien Lecornu pêr di 29ê Mijdarê de pêwendiyeke telefonî li gel Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar pêk aniye û di wê pêwendiyê de behsa êrîşa nû ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Fransayê, di wê pêwendiya telefonî de her du wezîran rewşa ewlekarî ya li Sûriye û Iraqê nirxandine û Wezîrê Berevaniya Fransayê ji hevtayê xwe yê Tirk Hulusî Akar re gotiye, êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dibe sedem ku DAIŞ careke din xwe birêxistin bike, selametiya endamên Hevpeymaniya Navdewletî bixe metirsiyê û zirarê bigihîne destkeftên Hevpeymaniyê yên di şerê dijî DAIŞê de.

Sebastien Lecornu destnîşan kiriye, mudaxeleya leşkerî ya muhtemel a Tirkiyê bi taybetî li rojhilatê Firatê, xeteriya têkbirina îstiqrar û aramiyê li herêmê zêde dike.

Wezîrê Fransî herwiha tekezî li ser pabendbûna welatê xwe bi erkê "têkoşîna dijî terorê" kir.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Fransayê de herwiha tê gotin, ku Lecornu ji ber êrîşên li dijî Tirkiyê dilgiraniya xwe nîşan daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, di wê pêwendiya telefonî de mijarên parastin û ewlekariyê yên dualî û herêmî ji aliyê Akar û Lecornu ve hatine gotûbêjkirin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:13:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x