Ji Macron pesna Serok Barzanî

Serokê Franse Emmanuel Macron di dema pêşwazîkirina li şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî de, pesna rola Serok Barzanî da, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞ'ê de.

04.12.2017, Pts - 06:29

Ji Macron pesna Serok Barzanî
Nuçe Belav bike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Domerî ji K24ê re ragihand, Serok Mactron pêşwaziyeke gerêm li şanda Herêma Kurdistanê kir û di despêka axaftina xwe de got: “Fransa bi çavê rêzê li hêza Pêşmerge dinire ku di şerê DAIŞê de bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî roleke berçav di şikandina DAIŞê de hebû û Fransa jî vê yekê ti carî jibîr nake.”

Her wiha, şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Fransayê kir û li koşka Elysee ji aliyê Serokê Fransayê Emmenuel Macron ve pêşwazî lê hate kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1747 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:19:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x