Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand û di nameyê de diyar dike: “Niha ku referandum hatiye pêkanîn, daxwaz dikim hûn li gel Bexdayê dest bi gotûbêjan bikin.”
Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro ragihand, ku di 27ê Îlona 2017an de Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê Micheal Fallon ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nameyek şandiye û di nameya xwe de spasiya Barzanî dike ji ber mêvandarî û gotûbêja aşkere ku di dema serdana bo Kurdistanê de di navbera wî û Serokê Herêma Kurdistanê de li ser mijara referandumê pêk hatiye.
Herwiha di beşeke nameyê de Micheal Fallon pesnê gelê Kurdistanê daye ku di cebheyên pêş de li dijî terorê şer kirine û bi hezaran şehîd û qurbaniyan dane.
Micheal Fallon weke din di nameya xwe de ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re diyar kiriye: “Niha ku referandum hatiye pêkanîna, ji we daxwaz dikim dest bi gotûbêjeke avaker bikin li gel Bexda û cîranên xwe, da ku bigihin çareseriyeke guncaw ji bo hemû aliyan, bi awayekî rêkûpêk û bi ewlehî.”
Wezîrê Berevanî yê Brîtanyayê Micheal Fallon di dawiya nameya xwe de ji Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku di şerê li dijî DAIŞê de berdewam bibin û rê neyê dayîn ku dubendî têkeve navbera Kurdistan û iraqiyan di şerê li dijî terorê de û daxwaz dike, ku deverên azadkirî bi ewlehî û aramî bimînin.